Milîsên Nûjiyan Amed ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) derbarê çalakiyan de daxuyanî da. Milîsên HBDH’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: “4’ê îlonê serê sibehê li taxa Çali ya navçeya Nîlufer a Bûrsayê, febrîqeyeke veguherînê bû hedefa milîsên me yên Nûjiyan Amed.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bersivdana li tecrîda li zindanan û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de febrîqe bi temamî şewitî ye.
Li gorî daxuyaniyê, yekîneya ku çalakî li dar xist bi rengekî ewle li qada xwe vegeriya.