PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gerîlayan 3 dagirker ceza kirin û derb li 2 helîkopteran xistin

HPG’ê daxuyand ku gerîlayên azadiyê li Metîna û Xakurkê 3 leşkerên tirk ên dagirker ceza kirin û derb li 2 helîkopterên êrîşê xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Xakurkê;

9’ê îlonê saet di 13:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9’ê îlonê saet di 15:50’î de li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Metînayê;

9’ê îlonê saet di 23:10’an de li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên dagirkeran werdan. Di encama destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

10’ê îlonê saet di 00:30’î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkoptereke dagirkeran werdan. Di encama vê destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê ket û neçar ma ji qadê biçe.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

9’ê îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

10’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qada Girê Meskenê carekê, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Girê Şehîd û Lolanê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar