Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

KJK: Narîn hêrs û îsyana me ya mezin e

Koordînasyona KJK'ê qetilkirina Narîn Guran a 8 salî weke hêrs û îsyana mezin bi nav kir û wiha got: “Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e. Divê têkoşîna azadiyê ya jinê hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kujer bipirse."

Koordînasyona KJK’ê têkildarî qetilkirina Narîn daxuyaniyek weşand. KJK’ê ragihand ku çavên Narîn şahida polîtîkayên şerê tybet e û wiha got:” Ev encamên polîtîkaya astengkirina sekna azad a gelê kurd û têkoşîna azad a jinê ye; têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê û gelê kurd ê bi rûmet divê tişta ku Narîn dît nîşan bide.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Li hemberî kuştina Narîn Guran a li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê xemgîniya me nayê vegotin, hêrs û îsyana me mezin e. Yek ji qurbanên dawî yên vê cîhana dojehî ya ku li Kurdan, jinan û gelan tê ferzkirin Narîn e. Mekanîzmaya ku Narîn qetil kir polîtîkaya bi rêk û pêk û taybet a navenda şerê taybet û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye ku dijminatiyê li jinan dike û qirkirinê li kurdan ferz dike.

Ev kuştin bi serê xwe kuştineke bêrehm a rejîma qirker, daîreya kontrgerîla û sîstema şerê taybet e. Li hemberî jiyan û hişmendiya azadiyê ya li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, rastiya rizandinê ya bi polîtîkayên destavêtin, narkotîk û fûhûşê li ser civakê tê ferzkirin, di şexsê Narîn de bi rengekî bêrehm, bi kuştinê xwe nîşan da. Kuştineke gelekî giran e ku ne bi şermezarkirinê ne jî bi nerazîbûneke rûtîn bê derbaskirin. Narîn wezîfe û berpirsyariyek ji me re hişt. Li hemberî êrîşên rizandina civakê ku weke polîtîka û rejîma dijminê jinê û qirkirinê tê meşandin, divê em bi îsyan û têkoşîneke encamgir rabin.

Narîn çima hate qetilkirin, ji aliyê kê ve hate qetilkirin, Narîn çi dît ku hate qetilkirin? Divê ev yek weke polîtîkayeke dewletê bê dîtin û di heman demê de her kesên li bersiva van pirsan digerin û hesab dipirsin divê têkoşînê mezin bikin. Gel û jinên kurd bi bersiva van pirsan zanin. Çavên Narîn şahidê vê rizandin, encamên polîtîkaya astengkirina sekna azad a gelê kurd û têkoşîna azad a jinê ye; têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê û gelê kurd ê bi rûmet divê tişta ku Narîn dît nîşan bide û hesab ji vê şebeke û polîtîkaya kuştinê bixwazin.

Ji bo kujerên Narîn bêne aşkerekirin, beriya her tiştî divê rastiya li Tavşanlikoyê bê eşkerekirin. Bûyerên ku qewimîn pêwendiya xwe bi avakirina baregeh û navendên rêxistiniyên paramîlîter ên mîna DAIŞ, Hîzbûlkontra û cerdevaniyê heye ku ji aliyê dewleta mêtinger ve hatine afirandin. Eşkere ye ku navendên bi vî rengî di hînderlanda hevpar a dewlet-Huda-Par-DAIŞ-PDK’ê de qereqoleke girîng e. Ev navend yek ji deverên kontra, cebilxane û gora komî ye û yek ji wan deveran e ku gelek jin lê hatin qetilkirin. Ev gund ew gund e ku qirkirina Kurdan û qirkirina jinan temsîl dike: Lewma ji bo kujerên Narîn bê eşkerekirin pêwîstî bi wê yekê heye ku hesab ji rejîma qirker a sed salî û rêxistina wê ya şerê taybet bê xwestin.

Ya ku Narîn dît û jiya gorên komî û cebilxaneya Hîzbûlkontra ye, destavêtina li kursên Quranê ye, tundiya mêr mîlîtarîst e, amûra şerê qirêj ê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Kuştina Narîn, daxwaza windakirina wê û astengkirina dîtina wê bi 19 rojan hemû ji bo windakirina van delîlên sûc bû. Di oxira dijminatiya li Kurdan de civaka Tirkiyeyê li rizandin û dejenerebûnê tê mehkûmkirin. Ev sîstema ku hilweşîn û rizandinê li Tirkiyeyê, qirkirinê li jin û kurdan ferz dike, divê bê redkirin.

Ya ku bi serê vî gundî ve hatiye şebekeya kuştinê ya 17 hezar kuştinên kiryar nediyar e ku dewleta tirk a mêtinger di salên 1990’î de ji bo tasfiyekirina têkoşîna jinê û gelê kurd bi rêxistina Hizbulkontra pêk anî. Rejîma qirker a AKP-MHP’ê şebekeya Hizbulkontra veguherand Hudaparê, li şaredariyên ku desteser kiribû qadeke rêxistiniya civakî û îdeolojîk pêşkêşî Hudaparê kir û qirkirin hîn berfireh kir. Li gel êrîşên tasfiyeyê ku bi operasyonên li dijî destketî û tevgera jinê têne ferzkirin, li Kurdistanê jî rêxistinên kontra yên çetekar û li Tirkiyeyê tarîqat û cemaetan bi cih kir. Dijminatiya li gelê Kurd, dijminatiya li jinê bi birêxistinkirina neteweperestî û zayendîperestinê pêk anî. Li gel vê yekê li ser bingeha plana têkbirinê ya li dijî gelê Kurd, bi rêxistinên DAIŞ û OSO ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava, qirkirina li Şengalê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîş dan destpêkirin. Piştî ku ev êrîş hatin têkibirin, bi piştgiriya ji NATO’yê wergirtî Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî dagir kir. Bi hevkariya hêzên xayin û noker, sîxur û kontra operasyonên dagirkerî û îlhaqê bi rengê siyasî, leşkerî û îdeolojîk li her qadê dewam dike. Serdana Erdogan a li Hewlêrê, di pîrozbahiyên Malazgîrtê de fermîkirina tifaqa AKP-MHP-Hudapar li merasîma dewletê, hevdîtina Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglû ya di dema nêz de hate kirin û di encama vê hevdîtinê de jî yek ji lîderên girîng ên DAÎŞ’ê yê 6 salan girtî bû ji aliyê PDK’ê ve hate efûkirin û berdan;ev hemû nîşan didin ku li hemberî gelê Kurd û jinan wê êrîşên qirkirinê yên berfireh bêne kirin.

Aşkere ye ku komkujiya jin û zarokan a li Tirkiye û Kurdistanê ne tenê karê kes an jî feraseta feodal e, ew polîtîkaya şerê taybet a bi rêk û pêk e. Zêdebûna komkujî, destavêtin, destdirêjî, fûhûş û narkotîkê parçeyek ji komkujiya jin û zarokan e.

Pêwîstî bi wê yekê heye ku bi sekneke hevgirtî û têkoşînê deng û çalakî bê bilindkirin. Li ser vê bingehê ji bo ronîkirina kuştina Narîn û parastina zarokan ji vê rejîma qirker em bang li jinan û gelê xwe dikin ku têkoşînê hîn mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar