Di nava hemû rêxistin û dewletan de servîsên îstîxbaratê ji bo berjewendiyên neteweyî û ewlekariya gelê xwe têne wezîfedarkirin. Lê Parastin, li ku derê kurdekî welatparêz demokrat hebe hewl dide tasfiye bike. Ji dema ava bûye û vir ve nehatiye dîtin ku Parastinê dijminekî kurdan girtiye û derxistiye pêşiya gel.
Rêxistina îstîxbaratê ya Barzaniyan/PDK di sala 1965’an de ava bû. Wê demê Şah Riza Pehlewî yê serkêşê Îranê li aliyê hêzên hegemon bû bi taybetî jî DYA’yê, lewma bi Îsraîlê re jî xwedî têkiliyên baş bû. Li ser bingeha vê hevalbendiyê, ji bo hîmên destpêkê yên rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê bê danîn Şekîb Akreyî, Ezîz Akreyî û Mihemed Hirsîn çûn Îsraîlê. Ev her sê kes ji aliyê Malbata Barzanî ve bi taybetî hatin hilbijartin. Şekîb Akreyî heta bimire rayedarê Parastinê û navbeynkarê Îsraîl-Îran-Barzanî bû. Parastin heta Aşbetal a sala 1975’an (Biryara bidawîkirina têkoşînê û teslîmiyetê) bi rêveberê MOSSAD’ê Şalom Nakdîmon ve girêdayî bû. Nakdîmon di pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Iraq û Rojhilata Navîn MOSSAD’ de gotibû, “Ji bo avakirina Parastinê, servîsên îstîxbaratê yên Îran û Îsraîlê SAVAK û MOSSAD’ê pêwîstî pê dîtin ku ji bo malbata Barzanî toreke sîxuriyê ava bikin.” Mahmûd Osman 13’ê Cotmeha 1997’an di nivîsa xwe ya ji bo rojnameya Elwest a Erebistana Siûdî de ku li Ewropayê dihate weşandin, bi van gotinan qala têkiliya Barzanî-Îsraîlê dikir: “Di navbera salên 1965-1975’an de ji aliyê MOSSAD’ê ve ji bo perwerdekirina sîxurên PDK’ê 4 dewreyên mezin ên perwerdeyê hatin destpêkirin. Piştre dewreyên kurt ên perwerdeyê jî hatin dayin. MOSSAD’ê bi vê yekê re li Iraqê û welatên herêmê xebatên xwe yên îstîxbaratê hîn çalak kir. Dewreya destpêkê ya li baregehên Parastinê li baregeha li herêma Çomanê pêk hat û piştre li baregehên li herêmê belav bû.”
Serokê Parastinê Mesûd Barzanî bû. Wezîfeya destpêkê ya Parastinê (1967-1980) parastina xanedaniya Barzanî, mekteba siyasî, komîteya navendî, ofîs û şaxên Barzaniyan ji dijminan biparêze. Zilamên Barzanî bi taybetî mirovên ku piştgirî didan têkoşîna azadiyê û eşîr kirin hedefa xwe, yan jî kesên ku çavê wan li wan dibirî digot ‘Ev li dijî Barzaniyan e’ û zilmeke mezin li wan dikirin. Li gorî wan kî li hemberî serweriya Malbata Barzanî bin ew dijmin e û divê ji holê bê rakirin. Di bin hukmê Barzanî de bi sedan kes hatin kuştin.
Di nava hemû rêxistin û dewletan de servîsên îstîxbaratê ji bo berjewendiyên neteweyî û ewlekariya gelê xwe têne wezîfedarkirin. Lê Parastin, li ku derê kurdekî welatparêz demokrat hebe hewl dide tasfiye bike. Ji dema ava bûye û vir ve nehatiye dîtin ku Parastinê dijminekî kurdan girtiye û derxistiye pêşiya gel. Wezîfeya xwe ya esasî parastina xanedaniya Mesûd Barzanî û parastina berjewendiyên dewletên ku hevkariyê bi wan re dike. Bi hemû rêxistinên îstîxbaratê yên dijminê kurdan re di nava têkiliyê de ye. Yanî cewhera hemû rêxistinên ji aliyê Barzanî û PDK’ê ve bi navê kurd û Kurdistanê hatine avakirin li ser bingeha dijberiya li kurdan kar dikin.
Parastin bi taybetî piştî Şoreşa Rojava têkiliyeke xurt bi MÎT’ê re danî. Piştgiriyeke xurt da ‘Plana îmha û têkbirinê’ ya dewleta Tirk ku 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de Parastinê hemî sîxurên xwe kom kir û bi gelek agahiyên ji kesên ji refên azadiyê reviyan bi MÎT’ê re parve kir û bû sedema şehadeta gelek gerîlayan. Parastin vê hevkariya xwe ya xayin her roj hîn zêde dike. MÎT û Parastin ji sala 2022’an û pê ve odeya îstîxbaratê ya operasyonel ava kirin. Parastinê li deverên nêzî qadên gerîla tora sîxur û ajanan bi rêxistin kir û ji bo tespîtkirina koordînatên nuqteyên gerîla wezîfedar kir. Her wiha ji bo liv û tevgera gerîla bişopîne bi dehan sîxur wezîfedar kir. Agahiyên ku Parastin ji tora xwe ya sîxuriyê werdigire, li odeya operasyonel a hevpar bi MÎT’ê re dinirxîne û piştre jî qadên gerîla bi balafirên şer an jî SÎHA’yan têne bombekirin. Bi vê rêabzê bi sedan jin û mêr ên gerîla yên hêja yên gelê Kurd hatin şehîdxistin. Yek ji 2 kadroyên MÎT’ê yên ku sala 2017’an ji aliyê PKK’ê ve hatin binçavkirin li ser têkiliya MÎT û Parastinê li vê yekê mikur hatibû: “Ji bo danûstandina îstîxbaratê me bi Parastinê re heftane civîn lidar dixist. Konsolosê Tirkiyeyê û nûnerên MÎT’ê jî tevlî civînê dibûn. Endamên me jî tevlî civînên Parastinê dibûn. Tê bîra min carekê 40 hezar dolar ji berpirsyarê maseya PKK’ê ya Parastinê re hate dayin. Di civînên heftane yên konsolosxane û MÎT’ê de agahî dihate wergirtin. Kes jî kengî bixwasta di navbera xwe de dikarîbûn hevdîtin bikira.Piştî ku yekîneya Karên Taybet a Serokatiya Daîreya Iraqê hate avakirin, biryar hate dayin ku hêzên paramîlîter bêne avakirin. Pêşmergeyên Roj jî di vê çarçoveyê de hatin avakirin. Avakirina yekîneya karên taybet a Iraqê û piştre tiştên cuda qewimîn an na, têkiliya van rêxistinan bi komên cuda re heye yan na, bi wê nizanim. Ev kom ji bo li dijî PKK’ê şer bikin hatin biçekkirin.”
Ev asta têkiliyê beriya 10 salan bû. Eger mirov niha asta têkiliyê binirxînin, dikarin şîroveyeke bi vî rengî bikin: Di nava 9 salên dawî de ku êrîşên dewleta tirk zêde bûn, malbata Barzanî û rêveberiya PDK’ê asta hevkarî û xiyaneta xwe gihandin asta herî bilind, heta dawiyê piştgirî dan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên ji aliyê siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û leşkerî têne kirin. Barzanî weke parçeyek ji qirkirina kurdan kar dike. Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a mêtinger de ku sala 2019’an li Xakurkê, 2020’î li Heftanînê, 2021’ê li Avaşîn, Zapê û sala 2022-23-24’an careke din li Avaşîn, Zap, Metîna û Xinêrê da destpêkirin, rêveberên PDK’ê ji her alî ve piştgiriya dewleta tirk kirin, mîna karmendên mêtingeriyê yên dewleta tirk tevgeriyan.
Parastin mîna ‘Maseya Bakurê Iraqê’ ya MÎT’ê dixebite. Li qadên Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û qadên din bi agahiyên ji MÎT’ê re dide berpirsyarê kuştina bi hezaran sivîl û şervanên azadiyê ye. Artêşa tirk ku li pêşberî berxwedana gerîla tengav bûye û nikare encamê bi dest bixe, yê ku bi hawara vê dagirkeriyê ve çûye hêzên Barzanî û Parastin e. Barzanî û rêveberiya PDK’ê ku dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir ji bo parastina xelkê êzidî fîşekeke bi tenê jî neteqandin û reviyan, her wiha amadekarî kirin ku ji Başûr jî birevin, di sala 2024’an de bi artêşa dagirker a dewleta tirk re li dijî gerîlayên PKK’ê yên ku Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran diparêzin operasyonên hevpar dikin û ji bo tinekirina gerîla heta hêza wê heye di nava hewldanan de ye. Parastin di asta seferberiyê de li dijî PKK’ê sîxuriyê li gel ferz dike.
Parastin rêxistineke kontra ye ku sûcê xiyaneta neteweyî dike, xwîna gelê kurd dirijîne û divê bê darizandin. Rêxistina bi navê Parastin ku ti nirxên exlaqî û neteweyî nas nake, veguheriye rêxistina sîxur, kontra ya dewleta tirk. Bi destê MÎT-Parastinê bi sedan kes hatin kuştin. Em ê tenê mînakek ji vê yekê bidin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ku weke Mam Zekî yê xelkê Êzidî tê naskirin, di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Mam Zekî tevlî bîranîna xelkê me yê li gundê Koço bûbû ku di êrîşa DAIŞ’ê de gelek şehîd ketin û dema di rê de bû êrîş lê hate kirin. Dema ku hate lêkolînkirin bê îstîxbarata vê êrîşê kê da dewleta tirk a qirker dagirker, bi şênberî eşkere bû ku Parastinê da. Hîn cenazeyê Mam Zekî li erdê bû kîjan saziya çapemeniyê eşkere kir ku Mam Zekî ye û şehîd ketiye? Bêguman medyayên Barzaniyan û Yekîneya Antî-Terorê bûn.
Çavkanî: Berxwedan Behdînan – ANF