Jîna Emîn ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê (Îrşad) ve hat binçavkirin û piştre î 16’ê Îlona 2022’an de bi êşkenceyê hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Jîna Emînî de 2 sal derbas bûn. Qetilkirina Jînaa li Îranê û tevahiya cîhanê bû sedema çalakî xwepêşandanan. Çalakiyên şermezarkirinê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherîn tevgerekê ku jinan pêşengî jê re kirin. Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a ku beriya 2 salan li Îranê destpê kir nirxand.
Rûken Nexede di despêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û tevahiya berxwedêrên ku di nava wê şoreşê de cih digirin, silav kir û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nirxeke ku şehîdan afirandiye ye. Her wiha nirxên herî mezin jî xwedî derketina malbatên şehîdan a li ewladên xwe ne. Ji ber vê yekê em vê salvegerê li tevahiya şehîd û malbatên şehîdan, pîroz dikin. Di heman demê de vê rojê li ragihandina azad û bi taybetî li tevahiya xebatkarên jin ên rojnamevan pîroz dikin. Ji ber ku bûn dengê şoreşê û ew deng berbelavî cîhanê kirin. Rêber Apo ne tenê mîmarê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Rêber Apo mîmarê şoreşên zihnî ye. Li her çar aliyên cîhanê her kes Rêber Apo bi vê pênaseyê nas dike û bi vî rengî dide ser şopa felsefeya azadiyê. Her wiha, bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tevahiya civakan bi vî awayî Rêber Apo nas kirin û xwendin. Rêber Apo li ser xaka ku serdema Neolotîk a jin li wê derê derket, hate dinê. Lê cihê ku şoreşa jin lê bi pêş ket, çavên xwe li cîhanê vekir. Rêber Apo li ser xaka ku heqîqet lê jiyaye, derket pêş û ji bo mirovahiyê bi felsefeya heqîqet û azadiyê tekoşiya. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo jin xiste navenda tekoşîn û felsefeya xwe.”
Rûken Nexede li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ev tişt anîn ziman: “Rêber Apo rastiya civak û deshilatê dibîne, di heman demê de rastiya jina ku di asteke kûr de koletî li serê hatiye sepandine dibîne. Ji ber vê yekê jî dîbîne ku çavkaniya jiyanê, jin bi xwe ye. Ji ber vê yekê dibêje, ‘Heya ku jin azad nebe, civak jî azad nabe.’ Ji ber vê jî dema ku Rêber Apo fikrê xwe pêşkêşî jin û civakan kir, kesayeta ku xwe di asta yekemîn di nava vê felsefeyê de dît, jin e. Ji ber ku yekem mirovê ku di dîrokê de hate kole kirin, jin e. Her wiha piştre jî dewlet ango sîstema deshilatdar a mêr xwe li ser kolekirina jinê ava kir. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo rêya azadiya civakan, di rêya azadiya jinan de dît. Di encamê vê yekê de jî, em ji destpêka derketina Rêber Apo ta roja me ya îro dibînin ku li her deverê, jin li dora fikir û felsefeya Rêber Apo kom bûn û hê jî kom dibin. Jinan xwe naskirin, guhertina di jin û civakan de jî çêbû. Nimûneyên vê yekê li pir cihan, lê bi taybet li Bakur û Rojavayên Kurdistanê bi awayekî şênber derdikeve pêşberî me. Ya ku di vê roja me de pêşengtî ji damezrandina sîstema demokratîk û azad re dike, jin e. Jin bi vê pêşengtiya xwe ve, tevahiya ciwan û civakan dixe nava xwe. Yê ku hişt ev yek pêk were jî, Rêber Apo ye.”
Endama Desteya Rêveber ya (KJAR) Rûken Nexede qala şoreşa zihnî ya ku di îlona sala 2022’an li rojhilatê Kurdistanê pêş ket û belavî cîhanê bû kir û got: “Di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de her kes, tevahiya neteweyan, jin û civakan bi hev re dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang kirin. Bi her zimanî hewar kirin û gotin, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Em pişgirê hev in û em tevahî piştgirên Kurdistanê ne.’ Eger mêrek ji li rojhilatê Kurdistan û Îranê radibe, destê jinê digre û di tevahiya refên tekoşînê de cih digire, xwe dike mertal û hewara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dike û di vê rêyê de şehîd dibe, ev yek diyar dike ku di pêşeroja nêz de avakirina civak û jiyaneke bi destê jinê de bawerî pê heye. Ev yek jî gotina Rêber Apo ya, ‘Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civaka exlaqî, demokratîk û azad, dikare ji her deverê zûtir pêk were û ava bibe’ piştrast dike. Rêber Apo jî van gotinên xwe li ser esasê xwendina dîroka van civakan tîne ziman. Civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ev fikir û felsefeya Rêber Apo dîtin û têkoşiyan. Lê hêzên deshilatdar ji bo ku gelan û Rêber Apo ji hev qut bike, dibêje, ‘Nabe hûn bibêjin Rêber Apo.’ Çima nabe? Kî dibe bila bibe, çi jî dîkin bila bikin, Rêber Apo Rêberê gelan e. Em wek KJAR dibêjin, Rêber Apo Rêberê raman û rihê me ye. Pêşengên ku di şoreşê de derketin pêş û canê xwe feda kirin, pêşengên me ne. Pêşengên ku di nava tevgera azadiyê de li her çar parçeyên Kurdistanê derketin pêş, pêşengên me ne. Em jî îro li ser rêya wan dimeşin û têdikoşin. Şoreş ev e ku mirov mijar û têkoşînê bibîne, dest bide destê hev û bi hev re xebata ji bo azadiyê bike. Niha jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê jî vê yekê dikin. KJAR’ê weke pêşenga xwe dibîne. Jin dest didin destê hev li dora (KJAR) kom dibin û bi nasnameyeke siyasî îdeolojîk li ber xwe didin.”
Di domdariya axaftina xwe Rûken Nexede bal kişand ser pêşengtiya jinan û wiha anî ziman: “Hevsengiya di nava jin û mêr de, azadiyê ji bo civakê diafirîne. Ji ber ku civak li ser jin û mêr ava dibe. Yek ji sedemên bi lez belavbûna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ev bû. Yekgirtina gelan, netewan, jin û mêran hişt ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bal bikşîne û cîhanî bibe. Her kes dît ku çareseriya tevahiya qeyranên ku li cihanê rû didin, ev şoreşa jin e. Ji ber vê yekê ev şoreş li tevahiya cîhanê bênavber berdewam dike û nimûneya wê ya dawiyê jî li Hîndistanê derket pêş. Bi pêşengtiya jinan, guhertinên ku niha li Hîndistanê rû didin, çavkaniya wê felsefe û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadi’ ye. Ji xwe jinan li wê derê bi girseke pir mezin bi yek dengî bang kirin û gotin, ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Pêşengtî û yekgirtina jinan, li wê derê jî xwe da pêş. Em îro gotina Rêber Apo ya, ‘Sedsala 21’an, sedsala azadiya jin e’ jiyan dikin. Ev şoreş bê rawestan gav bi gav, ber bi pêş ve diçe. Rêbazê Şoreşa Jin, yekane rêbaze ku dikare li hemberî sîstema baviksalar bi serkeve û encam bigire. Em wek (KJAR) xebat û hewil didin ku ne tenê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li her devereke cîhanê bikaribin xwe bighînin tevahiya jinan ku em bi hev re tekoşîna şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidin meşandin, jiyanî bikin û bi ser bixin. Em wek KJAR, heya niha me çi proje daniye, em di wî warî de xebatên xwe didin meşandin. Gav bi gav hê zêdetir jin ji van projeyan re dibin bersiv û beşdar dibin. Lê bê guman ev xebat ne xebatên dem kurt in û demên dirêj dixwazin, Ji ber ku xebatên berfireh in. Lê dîsa jî pêşwaziya jinan ji bo piojeyên me wek (KJAR) di asteke herî jor de erêniye.”
Rûken Nexede di bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: “Pêşengtiya şoreşê di asta herî bilind de, îro li zindanên rejîma Îranê girtiyên siyasî ên jin li ser şopa Şirîn Elemhûliyan pêk tînin. Berxwedana ku îro li zindanê bi rêve diçe, çavkaniya berxwedan û şoreşa me ye weke jin. Ji ber vê yekê xwedî derketina me ya li girtiyên siyasî ên jin û berxwedana ku bi rê ve dibin, xwedî derketina herî mezin ya li şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiye’. Em wek jin hêviya me bi serketin, berxwedan û şoreşê heye. Ji ber vê yekê em canê xwe jî fedayî civakek azad dikin. Ji ber vê yekê jî serketin ya me ye.”