Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Kongra Star: Em ê sedsala 21’an bikin sedsala jinan

Kongra Star salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' silav kir û got, "Bila dinya bizanibe ku ji pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veger tuneye, jinan serî hildaye û em ê bi perspektîfa mîmarê azadiyê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan."

Meclisa Kongra Star bi minasebeta salvegera serhildana “Jiyan Jiyan Azadî”ya ku piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li Îran û rojhilatê Kurdistanê destpê kir û li cîhanê belav bû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku bi gotinên, “Em Jîna Emînî ku têkoşîn û raperîna xwe bi şoreşa keziyan domand û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda, li cîhanê bû sembola têkoşîna hemû jinan, bi bîr tînin” destpê kir de, zihniyeta baviksalar hat şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin û piştî qetilkirina Jîna Emînî bûye qêrîn û dengê serhildêr, li cîhanê bûye, deng, rih û ahenga têkoşîn û berxwedana azadiya jinan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di salvegera duyemîn a “şoreşa keziyan” de êrîşên dewleta Îranê bi awayekî dijwar didomin û wiha hat gotin: “Gelek jin, zarok û dayîk hîn jî jana giran dikişînin. Zihnîyeta baviksalar a cinsiyetparêz û desthilatdar hîn jî bi awayekî tund şîdeta xwe li ser jinan û hemû civakê didomîne. Bal hat kişandin ku di raperîna dijî vê zîhniyetê de bi dehan jin hatine girtin, îşkencekirin û biryara îdamê li wan hatiye birîn û wiha hat domandin: “Gelek jinên weke Pexşan Ezîzî ji ber ku di çapemeniya azad de heqîqeta dewleta Îranê anîn ziman, cezayê îdamê li wan hat birîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî van pêkanînan jinên berxwedêr û azadîxwaz têkoşîna xwe didomînin û wekî herî dawiyê li Hîndîstanê hatiye dîtin, hemû jînên cîhanê li dora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bûne yek deng.

Di dawiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di Şoreşa Rojava de jî jin bi hêza xwe ya parastinê YPJ’ê re paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava dikin û wiha hat gotin: Em weke Meclîsa azadiya jinan, Jibo hemû jinên bindest, dibin hêviyên jiyana azad, deng û rengê şoreşa jinan. Li ser axa Mezopotamyayê bi rêxistinbûna jinan wê dîroka Şoreşa Neolîtîkê careke din bê zîndîkirin. Ev yek bi dengê Jîna Emînî bû ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û xwe gihand şoreşa keziyan, bû dengê bi hezaran jinên serhildêr. Ev deng di her çeperek şer de bû gule û di dilê dijmin de teqiya. Tarûmar dike qanûnan, teşhîr dike şîdeta zihniyeta zilaman.

Bila dinya bizanibe ku ji pêngava ‘jin, jiyan, azadî’ veger tuneye, jinan serî hildaye û em ê bi perspektîfa mîmarê azadiyê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar