Rojnamevan Pexşan Ezîzî a li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birîn û li girtîgeha Evînê tê girtin, ji ber salvegera duyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir nameyek şand. Pexşan Ezîzî di nameya xwe de her kesên ku di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane wê têkoşînê bilind bikin.
Pexşan Ezîzî bal kişand ser rola pêşeng a jinan a li nava civakê û destnîşan kir, ku divê rola mêr di civakê de ji nû ve were pênasekirin û heta wekeheviya jin û mêr neyê pêkanîn, behskirina kêfxweşiyê xapandin e. Pexşan Ezîzî wiha got: “Guhertina zayendperestiya civakê, li dijî zeyendperestiya ku bûye amûra desthilatê têkoşînek exlaqî-polîtîk e.” Pexşan Ezîzî destnîşan kir, ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan û naveroka vê şoreşê wê Jineolojî pêş bixe ku weke zanista jinê tê zanîn û Rêber Apo bi pêş xistiye.
Pexşan Ezîzî da zanîn ku ji nû ve guherîna sîstema heyî di şertên heyî de ji bo pêkanîna azadiyê ne têrker e û got: “Ji ber vê yekê divê sîstem bi têkoşînek bi hêz bi temamî were guherîn. Şoreşa jinan ne çalakiyek reformê ye, çalakiyek radîkal, teorîk û zanistî ye. Tevî şerê diqewime û pêvajoya kaotîk gel her tim di mijara azadiyê de bi israr e. Em weke jin dema ku bûn xwedî aqil û zimanê hevbeş, dema me li dijî zextên zîhniyeta mêr, otorîteya navendî, li dijî zextên li ser îrade û jiyana xwe em têkoşiyan em ê bikaribin guherînên bi kok û berfireh bikin. Formula vê piştevanî û wekheviyê em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ ye, ya duyem jî pêşxistina parastina cewherî ye.”
Pexşan Ezîzî destnîşan kir ku tunehesibandina jinê nêzîkatiyek îdeolojîk e û li dijî vê jî divê têkoşînek bi hêz ya îdeolojîk were meşandin û got: “Li ser zayendperestî, zanistî, olî û netewperestiyê jin û civak tê hedefgirtin. Ji bo vê jî eger rexneyên vê têgînê bi hêz neyê kirin wê xwezaya jin û nasnameya wê neyê nasîn. Bi têkoşîna ku jin dimeşînin jiyanek li ser bingehê ‘Jin Jiyan Azadî’ encax bi rexnegiriyek xurt a li hemberî modernîteyê û van têgihan dikare bê avakirin.
Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne felsefeya mirinê, felsefeya jiyanê ye. Jineolojî şoreşek zanistî ye ku ketiye meriyetê. Berdel çi dibe bila bibe divê destûr neyê dayîn ev felsefeya ku gel giringî dide wê û li dora wê kom bûye were berevajîkirin. Ji bo em xwîna şehîdên Şoraşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li erdê nehêlin, divê em civakekê ku malbata demokratîk ava dike, çanda xwe diparêze û xwedî hişmendiya şoreşê ye bi pêş bixin.”