Piştgiriya li paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li cihanê zêde dibe. Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger ê 78 salî ku di çarçoveya pêngava azadiyê ya navneteweyî de parêznameyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwend û fikrên wî pejirand, li ser tecrîda li Îmraliyê, bandora parêznameyên Rêber Apo yên li qada navneteweyî ji ANF’ê re axivî.
Urs Matsinger anî ziman ku hêzên kapîtalîst navenda xwe ya kontrolê bi şêweyê panoptîkon dewam dikin ku ji aliyê Jeremy Bentham ve hate amadekirin û bicihanîn û got, “Ev rêbaza kontrolê bi esasî tecrîdeke girankirî ye. Desthilatdar li gorî karaktera xwe kes û civakên ku metirsîdar dibîne dixin bin zextê û tecrîd dike. Lewma tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, tecrîd li ser civaka berxwedêr tê ferzkirin. Divê ne tenê li Tirkiyeyê bê dîtin. Tirkiye li Îmraliyê tenê gardiyaniyê dike. Hêzên hegemonîk ên herêmî û navendî berpirsyarên esasî ne. Bêguman Birêz Ocalan ramangerekî girîng e, rêbertiyê ji sosyalîzma zanistî re dike. Tecrîd pêşketina zanista sosyalîst yanî pêşketina zanista civakê asteng dike. Lêkolînkirina guhertina civakî ya ji neçarî pêwendiya xwe bi zanista civakî re heye. Jinûve avakirina civakîbûnê bi pêşketina zanista civakê dibe tecrîd li pêşiya vê dibe asteng. Rast e, dikare weke derbeyekê bê nirxandin ku li zanista civakê hatiye xistin.”
Urs Matsinger bi bîr xist ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 42 meh in tecrîdkirî ye û got, “Ya rast, dema ku deriyên Îmraliyê hatin vekirin hingî vê tecrîdê destpê kir. Girava Îmraliyê hîn beriya ku Birêz Ocalan li Nairobiyê bi piştgiriya hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê bê kirin weke mekanîzmayeke kontrolê hate amadekirin. Carna tenê bi şermezarkirina tecrîdê nerazîbûn tê nîşandan. Li gorî min divê kurd hîn bêhtir xwedî li rêberê xwe derkevin. Ji ber ku ji bo wan şensek e. Ez bi pirtûkan dijîm. Ji nivîskarên pirtûkan wêdetir ez pirtûkan bi xwe nas dikim. Min bi xwendina pirtûkên Birêz Ocalan ew nas kir. Eger destûr bê dayin weke parêzerekî dixwazim serdana Îmraliyê bikim. Rewşa heyî gelekî nebaş e! Parêzerên wî bi xwe nikare hevdîtinê pê re bikin. Tecrîdeke welê tê ferzkirin ku ji Tirkiyeyê, ji CPT jî wêdetir e.”
Li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pratîka li rojavayê Kurdistanê Urs Matsinger nirxandineke bi vî rengî kir:
“Min çiqasî rast fêhm kiriye pê nizanim, lê belê Birêz Abdullah Ocalan hebûna dewletê ji bo civakeke exlaqî û polîtîk weke gefekê dibîne yan jî dewlet hebe yan jî nebe, tişta esasî ya ku destnîşan dike sînorê civakeke polîtîk û exlaqî ye. Ev sînor divê şaş neyê fêhmkirin. Ti eleqeya xwe bi sîstemeke dişibe netewe dewletê re nîne. Têkoşîna civakîbûna mirov bi cewherî têkoşîneke sosyalîzmê ye. Lewma koka sosyalîzmê bi qasî ya mirovahiyê kevn e. Birêz Ocalan civakîbûna sosyalîzmê heta kokên xwe yên esasî ji aliyê zanistî ve lêkolîn kir. Bala xwe da ser Gobeklîtepeyê û ev yek kir. Ji cihekî nêzî gundê xwe destpê kir. Bawerim ev yek tesaduf nîne. Riha hem navenda şaristaniyê ye hem jî navenda civakîbûnê ye. Di heman demê de ew navend e ku rêberên gelekî girîng ên civakî jê rabûne û pêngavên îdeolojîk lê destpê kirine. Birêz Ocalan jî li xaka ku me qalê kir dest bi lêgerîneke nû kir. Xwest xwe bigihîne kokên xwe. Bi dîtina min Birêz Ocalan li ser rûyê erdê tiştên nû naxwaze. Hewl dide ahenga civakî ya ku ji aliyê modernîteyê ve ji hev hate xistin ji nû ve bi dest bixe.
Neteweya demokratîk ne diyalektîkeke hişk e, ne jî zext û fermaneke ji jorê ve tê ferzkirin e. Ji aliyê herêmî ve xwe dispêre bikaranîna polîtîkayê. Demekê nîqaş li ser kanton û eyaletê jî dihate kirin. Çi bi wê hat, nizanim. Hin dost hebûn ku nameyên Birêz Ocalan werdigerandin, min ji wir xwendibû. Bawerim Birêz Ocalan dîzayna herî bi rêk û pêk a demokratîk a li hemberî netewe dewletê di rêxistinkirina lokal a polîtîkayê de digeriya. Du tişt dibûn sedema vê israra wî; yek jê biyanîbûn, ya din jî hişmendiya bêdîrokî bû. Civakeke ku hate qirkirin, çawa dikare hebûna xwe biafirîne? Bêguman ev tiştekî gelekî giran e. Li vê derê Çiyayên Alpê hene, Çiyayên Jura hene û digihêjin heta Awûstûryayê. Liv û tevgerek nîne, ji ber ku ti pirsgirêk nîne. Li hemûyan stargeh hene. Tenê ew dever hene ku li pêşberî şerekî gengaz mirov karibin xwe lê biparêzin. Li çiyayên Kurdistanê jî mirov hene ku li tunelên şer li ber xwe didin. Sîstema kapîtalîst vê derê weke bankaya navendî bi kar tîne. Her wiha dewletên mêtinger vê derê weke qada dîplomasiyê bi kar tîne. Bînin bîra xwe, beriya sed salî Kurdistan li Lozanê bi peymanekê hate parçekirin. Lewma Birêz Ocalan ê ku hêzên modernîteyê daniye pêşiya xwe, wê karibe vê bi ser bixînin an na, nizanim. Lê belê ji aliyê zanistên civakê ve gelek karên cidî kir. Sîstema nû ya cîhanê hejand. Ev yek jî di bin tecrîdê de kir.
Belê li Rojava li ser sîstema kantonê herêmeke demokratîk hate avakirin. Ev yek jî bi hêsanî nebû. Bi taybetî şerê Kobanê. Kurd gelekî şerker e. Li şûna ku mirov qala şerkeriya kurdan bikin, divê mirov li ser wê yekê bifikirin bê Îslamîstên radîkal çima berê xwe dan Rojava. Her krîzeke li Rojhilata Navîn rû dide, Konferansa Qahîreyê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tîne bîra min. Hûn jî zanin, di wê konferansê de ji bo pirsgirêka Kurd timî zindî bê hiştin biryar hatibû dayin ku sermaye ji bo afirandina krîzên nû bê avakirin. Ev gelekî girîng e. Yanî eger mirov bibêje ku DAIŞ li Rojhilata Navîn xweber ava bû, ev yek wê bibe ehmaqî. Bi taybetî eger berê xwe dabe xaka kurdan, hingî ev yek nîşan dide bê modernîte ji hebûna Kurdan çiqasî aciz e. Qirkirinek mîna pogromê ceribandin. Mirov neçarî sirgûnê kirin. Cihûyan pêvajoyên dişibin vê yekê veguherandina avantajê. Ka em ê bibînin bê kurd jî wê karibin vê bikin an na? Ev yek pirsek e, lê belê ez hinekî bi hêvî me, ji ber ku rêberekî wan ê mîna Birêz Ocalan heye. Tevî ku di bin tecrîdê de be, hevdîtineke bi tenê jî dikare her tiştî biguherîne.”
Têkildarî pêşnûmeya 11 endamên parlamenta federal a Swîsreyê ya li ser tecrîda li Îmraliyê Urs Matsinger got, “Hêvî û bendewariya rakirina tecrîdê ya bi pêşnûmeyan bêçaretî ye, lê belê ev piştevanî û nêta baş a Partiya Sosyalîst bêguman helwesteke demokratîk e. Bêguman li hemberî tecrîdê ku binpêkirina mafên mirovan e divê helwesteke welê bê nîşandan ku saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Helwesta partiya keskan û partiya sosyalîst di cih de ye. Li têkiliyê Swîsre û Tirkiyeyê dipirsin. Birêz Ocalan gotibû ‘Tirkiye gardiyaniyê ji vê tecrîdê re dike’. Ev rast e. Biryara tecrîdê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve hate dayin; divê DYE berpirsyar bê dîtin. Hêza Tirkiyeyê têra ferzkirina vê tecrîdê nake. Lewma ne bawer im ku burokratên bi nêta baş ên li Swîsreyê karibin encamê werbigirin. Tenê weke antremaneke burokratîk dibînim. Eger hewldanên bi vî rengî, rexne û zext mîna maratonekê daîmî bê kirin, encameke xwe nebe jî wê li nava raya giştî belav bibe.
Ev yek her wiha xwe dispêre hunera kurdan a li dîasporayê. Li Ewropayê nifûsa kurdan zêde dibe. Mîna civaka cihû ku di dîrokê de pêl bi pêl li ser rûyê erdê belav bû, kurd jî piştî qirkirinê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Li Ewropayê divê karekî cidî yê lobiyê hebe. Dîplomasiya Ewropayê qertan belav dike. Eger dîplomasiya kurd jî xurt be dibe ku pêvajoya duyemîn a Lozanê serûbin bikin.”
Ji bo pirsa ‘Weke dostekî kurd bi navê piştevaniyê dixwazin çi bibêjin?’ Urs Matsinger got, “Belê, nikare tam bê gotin ku dostekî tam ê kurda me. Nekarî bibim hevparê têkoşîna wan. Têkoşîna wan a azadiyê bandor li hestên min kir. Fikrên Birêz Ocalan bandor li min kir. Bi taybetî fikrên Murray Bookchin ê ekolojîk û anarşîst weke rêbazeke çareserkirina pirsgirêkên civakê xist meriyetê ku vê yekê gelekî bandor li min kir. Hinekî zehmet e, lê li ber xwe didin. Divê ev yek neyê jibîrkirin: Destketî ne li qada şer, lê li qada dîplomasiyê têne bidestxistin. Li Lozanê dîplomatek tine bû ku destketiyên kurdan biparêze, lê belê heta Lozanê hêza şer a ku xaka Tirkiyeyê ya niha diparast kurd bû. Hatin xapandin. Raperînan destpê kirin û hîn jî dewam dikin. Raperîna PKK’ê heye, li ber xwe didin. 50 sal in li ber xwe didin. Maseya dîplomasiyê nîne, çima? Ji ber ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd divê daîmî be. Biryareke bi vî rengî heye. Divê ji biryar û peymanên nû re amade bin. Dîplomatên kurd çiqasî jîr û jêhatî ne bi wê nizanim. Dikarin lobiyên xwe ava bikin.”