Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Ji ber erdhejê doz li endezyarên cemaweriyê venekirin

Bi deh hezaran welatî ji ber kêmasiya peywirdarên cemaweriyê di erdheja 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dan. Endamê Navenda ÇHD’ê Ergîn Sozen diyar kir ku doz li peywirdarên cemaweriyê nehatine vekirin û wiha got: “Di erdhejan de ji Serokkomar heya wezaret û peywirdarên cemaweriyê xemsarî heye. Divê doz bi vî awayî werin destgirtin û xwedî lê were derketin.”


Di 6’ê Sibata 2023’yan de erhejda ku navenda wê Mereş bû bandoreke wêrankarî li ser 10 bajaran kir. Ji ber dewleta tirk a faşîst bi deh hezaran welatî di bin xaniyên ku dewletê kontrol nekiribû de man û ji tî û birîçîna jiyana xwe ji dest dan. Li ser bertekên gel neçar man ku derbarê hin endezyar û mutehidên di avakirina xaniyan de kêmaniyên wan hene, lêpirsînên hatin destpêkirin. Lê belê lêpirsînên derbarê mutehid û endezyarên di saziyên cemaweriyê de dixebitin hatine destpêkirin veneguherîn dozê. Dosyeyên peywirdarên cemaweriyê yên Apartmana Fûrkan û Apartmana Gozdeyê yên li Dîlokê ji van dosyeyan in.

Di 19’ê tîrmehê doza Apartmana Fûrkanê de ku di erdhejê de 51 welatî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan, cezayê Yilmaz Şahîn Yurtyapan hat kêmkirin û 16 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. 3 kes jî hatin beraetkirin. Dozek din jî ya Apartmana Gozde ya li navçeya Islahiyeyê ku 25 kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane ye. Ev doz hê jî li Dadgeha Cezayê Giran a Islahiyeyê didome û tu girtî ji dosyeyê nîn in. Di her du dozan de tu peywirdarên saziyên cemaweriyê nîn in. Di lêpirsîna derbarê peywirdarên cemaweriyê de dosye hatin cudakirin û hêj jî wek lêpirsîn tên sekinandin. Daxwazên berfirehkirina lêpirsînê û tev li kirina peywirdarên cemaweriyê ji hêla dadgehan ve hatin redkirin.

Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hikûqnasên Hemdemî (ÇHD) Ergîn Sozen ê ku li Dîlokê bi dildarî parêzeriyê dike, diyar kir ku derbarê personelên saziyên cemaweriyê de dexebitin tu dosye nîn in. Sozen derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji bo welatiyek xwedî mafê hewînê bibe, li gorî Dastûra Bingehîn di saziyên dewletê de ji serî heya binî, ji şaredariya navend heya navçeyê divê destûra peywirdarên cemaweriyê hebe. Anku plansazî, parselkirin, karûbarên kadastroyê, plansaziyên mezin û biçûk hwd. ji Serokkomar heya karmendê tapu kadastroyê yê navçeyê, berpirsyar e. Lê belê ev avahiyên ku welatî bi awayekî ewle lê raketine bû gora wan. Li vê derê berpirsyarî ya mutehidê avahî çêkiriye, yên ku rapora binesaziyê amade kiriye û di serî de berpirsyariya karmendên cemaweriyê ye, ne ya xwediyê dikanê yê kolonê biriye ye. Me ji roja sêyemîn derbarê ji Serokkomar heya berpirsê herî dawî, hemû kesan giliyê kir. Helbet me gelek caran dît ku derbarê van kesan de biryara ‘hewcehî bi lêpirsînê nîn e’ dît.”

Sozen bi bîr xist ku tevî di sala 2021’an de di Rapora Kêmkirina Metirsiyê ya Karesatê ya Bajar de pêşbîniya erdhejê hate kirin lê belê tu tiştek nehatiye kirin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her bajarekî raporên bi vî awayî hene. Ev rapor di çarçoveya qanûnê de ji hêla walîtiyan ve tên amadekirin. Bêhtir xwedî agahiyên teknîkî yên AFAD’ê ne û bi piştgiriya şaredariyan û Midûriyetên Bajar ên Hawîrdor û Bajarvaniyê tên amadekirin. Ji bo Dîlokê ev rapor di sala 2021’an de hate amadekirin. Tevî Dîlok û Keleha Dîlokê derbarê qadekî ku 100 kîlometreyan digire nav xwe de erdhejek çêbe dê çiqas mirov zirarê bibîne, raporekî teknîkî hate amadekirin. Bi sîmîlasyona hatiye amadekirin nêzî ji sedî 90 rastiyê vedibêjin ev rapor. Dewlet dizanî ku dê erdhejek çêbe. Wê demê Walî Davût Gul bû. Wê demê dinîvîse ku dê di demekî kin de erdhejek çêbe. Me ji bo bersivan pirsên ‘Gelo ji bo tiştên rapor diyar kirine çi hate kirin, kîjan tevdîr hatin girtin, heke tevdîr hatibin girtin gelo tu ceza hatin birîn?’ ji Walitiyê re nivîsek şand. Di bersiva ji me re hatiye de bi ser rûpelekê wiha hat nivîsandin, ‘Ji agirkujiyê, saziya filan re nivîs hate nivîsandin’. Li vê derê sucekî şênber ê ku rê li ber mirinê vekiriye heye. Rapor heye, te pêşbînî kiriye lê ji bo vê yekê tu tevdîr negirtine.”

Sozen da zanîn ku di piraniyê dozên de tu xebatkarên cemaweriyê cih nagirin, dosye tên cudakirin, ji, demê re tên hiştin, hemû daxwazên aliyê mexdûran tên redkirin. Sozen diyar kir ku xemsariya baroyan û rêxistinên hiqûqê vê bêhiqûqiyê kûr dike û wiha got: “Di erdhejan de ji Serokkomar heya wezaret û peywirdarên cemaweriyê xemsarî heye. Divê doz bi vî awayî werin destgirtin û xwedî lê were derketin. Em dibînin ku di qadekî mezin de xemsariyekî mezin tê vaşartin. Mixabin tiştên di dozan de tên jiyîn di rojeve baroyên li herêman û Yekitiye Baroya a Tirkiyeyê (TTB) de nîn e. Nexwe cihê ku kesên kêmasiya wan hene hesabê bidin, daraz e. Di vê hêlê de em ê giliyên xwe nû bikin. Lê belê em bang dikin ku bila hemû rêxistinên saziyên sivîl, û baroyên li hemû herêman, di vê mijarê de hestiyar bin. Heke dozên hatine vekirin neyên berfirehkirin, welatî hem di hêla madî hem di hêla manewî dê ji hesta edaletê qayîl nebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar