Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Tifaqa Barzanî, Sûdanî û Erdogan DAIŞ’ê anîn nava Iraqê’

Endamên Desteya Eşayîrî ya Iraqê tifaqa Barzanî û Sûdanî li gel dewleta tirk kirine, weke tifaqeke zindîkirina DAIŞ’ê dibînin û gotin; “Ew hêza ku Erdogan anî Başûr û Iraqê jî, berdewama DAIŞ’ê ye. Ev tifaq xeteriyeke mezin li ser civaka êzidî û hemû gelên Iraqê çêdike.”

Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê lihevkirina 22’yê nîsanê û 15’ê tebaxa 2024’an a navbera dewleta tirk a dagirker, PDK û hikûmeta Sûdanî de hate îmzekirin nirxandin. Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê mûtabaqatê weke tifaqa Barzanî û Sûdanî ya li gel sponsorê mezin ê DAIŞ’ê Erdogan dibînin.

Berpirsyarê Desteya Eşayîrî ya Şegalê Emer Salih diyar kir ku dewleta tirk mafê xwe nîne axa Iraqê dagir bike û wiha axivî: “Beriya rejîma Sadam hilweşe dewleta tirk nedikarî evqas kilometre bikeve Iraqê, lê niha balafirên dewleta tirk her derê Iraqê bombebaran dikin. Balafirên dewleta tirk ên bêmirov bênavber li Şengalê û başûrê Kurdistanê digerin.”

Emer Salih tifaqa 15’ê tebaxê ya li Enqereyê hate îmzekirin weke dewama fermanê dibîne û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Tifaqa Erdogan- Barzanî û Sûdanî li ser anîna leşkerên tirk li nava Iraqê de bû. Ew hêza ku Erdogan anî Başûr û Iraqê jî, berdewama DAIŞ’ê ye. Ev jî dijminê êzidiyan û hemû pêkhateyên Iraqê ye. Ev peyman ne di berjewendiya gelên Iraqê de ye. Heya niha 69 ferman tenê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye serê Êzidiyan. Berê welatekî êzidiyan di nava sînorên Tirkiyeyê de hebû, lê niha gundekî êzidiyan jî nemaye, hemû di fermanan re derbaskirin.”

Emer Salih dazanîn lihevkirina metirsiyeke mezin li ser pêşeroja êzidiyan çêdike û wiha pêde çû: “Eger bertekeke cidî li hember vê pêşnekeve û pêşî lê neyê girtin, wê êzidî rûberûyê êrîşeke di dema DAIŞ’ê re rûberû bimînin. Dixwazin Êzidî li çiyayê Şengalê nehêlin. Dewleta tirk li Başîkayê bicîh bûye Iraq nikare derbixe. Ev xeteriya dewleta tirk ne tenê ji bo êzidiyan, ji bo tevahî başûrê Kurdistanê û Iraqê jî heye.”

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Xidir Qîranî jî xwest ku helwestek li beramber lihevkirina çêbibe û wiha axivî: “Pêwîste gelên Iraqê helwestek nîşanî mûtabaqatê bidin. Ketina dewleta tirk a Iraqê metirsiyê ji bo hemû gelên Iraqê çêdike. Ev xeterî ji bo Şengal, Mûsil û Kerkûkê çêdike. Pêwîste gelê Şengal, Kerkûk û Mûsilê li dijî dewleta tirk xwedî helwest bin. Dixwazin dîsa DAIŞ’ê bînin Iraqê. Li pişt vê dagirkeriya tirk Amerîka jî heye. Divê hem xelkê Başûr û hem jî Şengalê xwedî helwest bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar