Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê wergirtin. Fikarên li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo jî her ku diçin zêdetir dibin. Li dijî vê rewşa xeternak li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku ku ji 34 welatan hezar û 524 parêzer ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin serî li meqamên dewlat tirk dane.

Beriya niha jî ango 14’ê îlona 2022’an di serî de ji welatên Ewropayê, ji 22 welatan 350 parêzeran, name ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê, Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re şandin. Di serlêdanan de hate destnîşankirin bi pergala kirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê peymanên navnetewî têne binpêkirin. Huqûqnasan di gelek civîn û konferansan de jî bal kişandin ser vê pergala ku bi her awayî mafên mirovan tune dihesibîne.

Bêguman ji bo qada navneteweyî  li himberî van sûcên dewleta tirk bêdeng nemîne û rêya azadiyê ji Rêber Apo were vekirin li seranserî cîhanê gelek xebatên cûda hatin meşandin. Bi boneya cezayê muebeda giran yê derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş xistin rojevên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê serlêdan hatin kirin. Di serlêdanê de ‘’binpêkirinê’’ Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê ya sala 2014’an tê bi bîrxistin. Tevî ku 10 sal bi ser biryarê re derbas bûn jî Tirkiyeyê tu gavek neavêtiye. Li ser vê bêhelwestiyê Komîteya Wezîran cara ewil di sala 2015’an ev mijar girt rojeva xwe. Lê tevî vê yekê jî der barê biryara navborî de hîn jî tu gavek erênî neavêtiye.

Biryara dadgehê ew bû ku bêyî xwedî heqê derketina bi şert be, mehkûmkirina cezayê muebeta girankirî ya derheqê Rêber Apo dabû. Ev biryara Mafê Hêviyê yê Rêber Apo wê di rojeva civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de be. Komîteyê aşkere kir ku wê di civîna xwe ya 17-19’ê îlona 2024’an de biryara “Ocalan 2” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bigire rojeva xwe. Li ser vê daxuyaniya komîteyê, rêxistinên maf û hiqûqê bang li komîteyê kirin ku di warê pêkanîna biryarê de di mevzuatê de guhertinên pêwîst bike.

Têkoşîna Azadiya Rêber Apo ku bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûye gerdûnî her ku diçe mezin dibe. Di çarçoveya vê pêngavê de ne tenê gelê kurd ji seranserî cîhanê saziyên hiqûqî, sendîqa û saziyên civaka sivîl jî doza azadiya Rêber Apo dikin. Li gel ve kesayetên xelatgirtên Nobelê, siyasetmedar, rewşenbîr, fîlozof, zanyar û hwd. gelek kesayetên naskirî xwedî li Azadiya Rêber Apo derdikevin. Bêguman ev hemû balê dişkînin ser dîlgirtina Rêber Apo ya derqanûnî û pergala kirkirin û êşkenceyê. Li gel vê di hemû bangan de tê xwestin ku êdî Rêber Apo azad bibe.

Di vê têkoşîna mafdar de weke her carê hesab û berjewendiyên dewleta li ber çavan tên girtin. Ji ber vê siyaseta wisa qirêj azadiya mirovan tê astengirkirin ev ne bese soza azadiya gelê jî tê krîmînalîzekirin. Ev hewldanên ku dewletên navneteweyî li dijî gelê kurd rêya terorîzmê ji dewleta tirk a dgirker re vedike. Welatên serdest bi pergala modernîteya kapîtalîst wisa li civakê kirine ku wê ji hemû nirxan dûrdixin. Civak êdî ji bo li dijî vê pergala ku bi dînamîkên wê yên bigehîn dilîze xwedî li hebûna xwe derkeve di nava lêgerînan de ye. Di vê lêgerîna azadiyê de jî berê xwe dide fikrên Rêber Apo. Paradîgmaya Rêber Apo ya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ne tenê ji bo gelê kurd û Rohilata Navîn ji bo hemû cîhanê çavkaniya herî xurt ya jiyana hevbeş e. Lewma di serî de gelên bindest, sosyalîst û azadîxwaz girîngiyek mezin didin vê paradîgmayê û ji bo jiyankirina wê bi hêvîne. Lewma dixwazin mîmarê vê paradîgmaya ku ji bo gelan bûye hêvî jî azad be.

Kesên fikrên Rêber Apo dixwînin Îsyana wî ya li dijî pergalê hîn baştir fam dikin. Li gel vê tahrîbatên ku vê pergala qirêj di civakê de dane avakirin jî baştir dikarin analîz bikin û derxin zanebûne. ji ber vê yekê hîn bêhtir maf didin vê îsyana radîkal ku di bingeha wê de azadiya civakî heye. Bêguman herkesê ku Rêber Apo dixwînin li dijî dîlgirtina wî jî dibin xwedî helwest. Bi taybet di çend salên dawî de asta têkokîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji rojevên herî girîng û bingehîn e. Êdî ev eşkereye ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahiya cîhanê xwedî nasnameyek xurt e. Ji ber wê ye ku Rêber Apo 26 sal in di tecrîdê de ye. Hêzên derdest ên ku di pergala tecrîd û qirkirinê de li hev kirine ne tenê di warê fîzîkî dixwazin di warê fikrî de jî Rêber Apo ji civakê qut bikin. Bi taybet ji bo Rêber Apo xwe ne gihîne civakê hemû zagonan binpê dikin û qanûnên navneteweyî tune dihesibînin. Li himberî vê pergala ku xwe li ser hebûna civakê ferz dike îro em bala xwe didênê li seranserî cîhanê têkoşînek xurt û pirgalî tê meşandin. Di encama vê têkoşînê de Rêber Apo her ku diçe bêhtir tê naskirin û hezkirin.

Bêguman yek ji sedemên bingehîn ên xwedî derketina li Rêber Apo weke me got paradîgmaya wî ye. Ev paradîgmaya ku di bingeha wê de azadiya jinê heye dihêle ku jin hîn bêhtir Rêber Apo bixwînin û doza azadiya wî bikin. Bi taybet felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” jinan dengê xwe gihand hemû cahanê hêzên ji vî dengî ditirsin pergaha tecrîdê hîn bêhtir kûrtir dikin. Divê li himberî vê hişmendiyê têkoşînek hîn radîkaltir bê meşandin. Bi taybet di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo Re Azadî” asta têkoşînê bilind bûye.

Ji ber vê yekê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwedî girîngiyek mezin e. Lê divê em vê jî ji bîr nekin ku ger pergala kirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê heya roja me ya îroyîn hatiye ji ber bêhelwestiya saziyên vî rengî ye. Ev saziyên ku li gorî berjewendiyên dewletên navneteweyî kar dikin ne pêkan e ku ji der veyî siyaseta wan bikaribin biryarek xurt bidin. Lê îro tişta ku em ji wan hêvîdikin û dixwazin dîtina rastiyê ye. Êdî divê dêngê civakê bê bihîstin û dawî li vê pergala qirkirînê were anîn. Bi vî rengî wê baweriya civakê êdî hînbêhtir bi van saziyan were û ji bo ev sazî bikaribin rola xwe bilîzin jî wê civak li wan jî xwedî derkeve.

Nûçeyên Têkildar