“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja ye. Şoreşgerê efsanewî CHE jî gotibû, “Divê tu êşa sîleya yekî din xwarî di rûyê xwe de hîs bikî!” Heman felsefe û zîhniyet e.
Hîskirin û watedayîn, taybetmendiya mirovên hestyar, hêja û bihêz e. Li gorî baweriya xirîstiyaniyê Îsa Mesîh, li şûna me, mirovahiyê tevî êş kişandin û berdêlê gunehê me tevan Wî bi canê xwe da. Ji bo ku Wî hîs bikin, bijîn û bidin jiyîn hin xirîstiyan êşê bi xwe didin kişandin. Hin mezhep û terîqet şerabê wekî xwîna Wî, nan jî weke goşt/bedena Hz. Îsa dinirxînin. Ev her du namet jî pîroz in.
Rêber Apo û têkoşîna Wî, bi gelek kesayetên mîtolojîk, efsanewî, olî û dîrokî re hatiye muqayesekirin. Ji gelek aliyan ve çîrokên Hz. Brahîm, Hz. Mûsa, Hz. Yûsûf, Hz. Muhamed û yên din têkoşîna Rêber Apo dişibin hev. Mînak qebîleya îbranî tu carî tam bi ya Hz. Mûsa nake lê jê jî naqete. Lewre ew rêber e, her car wan îkna dike, rêyekî nîşanî qebîleya nehezguh û eksoyî dide. Hz. Eyub, bi qasî Rêber Apo êş nekişandin. Nemrûdê Hz. Brahîm, ji yên vêga ne zalimtir bû. Hz. Yûsûf, bi qasî Wî di zindanê de nema. Tu kesî bi qasî Wî li hemberî cehaletê têkoşîna hişmendî û perwerdeyê nemeşand. Golyadê li hemberî Rêber Apo ji yê Hz. Dawid bêwijdantir û bihêztir bû. Sînorê Zeûs ê bêrûmetiyê, ji yê tifaqa JÎTEM’ê nexirabtir bû. Hemû desthilatdarên bêrûmet, bêyom û bêbextên vê heyamê li hemberî Rêber Apo bûne yek û Ew xistine çarmîx û tabûtgeha Îmraliyê…
Çîma? Ji aliyê wan ve zelal e: Lewre Wî darê Hz. Mûsa jî girtibû destê xwe, çarmîxa Hz. Îsa jî dabû pişta xwe. Li ser şopa lingên Hz. Brahîm jî meşiya, agirê Prometheûs jî da destê bindestan. Zanyariya Sokrates jî rûmeta Brûno jî parast. Keç-jina binaxkirî jî rakir serpiyan, sira îradeya azad jî da ciwanan. Kurd xwediyê Welatê Nan bûn, bênan û bêîman mabûn; îmana azadiyê û hêza ronahiyê jî da wan…
Em çi qas binivîsin “sûcên” Wî xilas nabin! Ma dijminê jînê komployan li Wî nekin, li kê bikin? Ev tê fêhmkirin. Ji bo wê jî dixwazin tola xwe ji Tolhildêrê Dîrokê rakin.
Baş e, em çi dikin? Gel, dost, welatparêz û hevalên Wî; li hemberî vê hovîtî û zilmê çi dikin? Heval-mîlîtanên Wî, îro di şexsê gerîla de asta fedaîtiyê derxistine lûtkeya dîrokê. Berê gerîla digot, “Em ê heta fîşeka dawî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.” Wisa jî kirin. Bi fermandar Cûmalî Çorûm re, êdî gerîla got, “Em ê heta hestiyên me bihelin li ber xwe bidin” û wisa jî dikin. Lewre bombeyên termobarîk, taktîk nukleer tiştekî bi hev ve nahêlin, dihelînin. Bedena gerîlayan dihele, lê vîna wan naşikê. Di warê leşkerî de zêde “valatî” tine. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, di aliyê bîrdozî de jî zelaltirîn û xurtirîn dema xwe dijî. Baş e, qada civakî, sivîl çawa ye? Diyar e ku em ne di asta tê xwestin de ne. Ji bo ku em bi ser bikevin, divê dîwarê me yê berxwedanê ji pêlên êrîşên faşîzan, qirker û dagirker gelekî bilindtir be. Asta têkoşîn û xwedîderketina li Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xurtir bibe. Ji bo ku Rêber Apo li Îmraliyê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li çiya, Dîlên Azadiyê jî li zindanên faşîzmê bi tenê nemînin û em jî ji rûmeta serfiraziyê bêpar nemînin, divê em faşîzmê hineke din xurt bihejînin. Da ku ev rejîma qirker ji hev bela bibe, hilweşe. Niha dixwazin bi vî dîwarê dagirker, qirker û emperyalîstan bilind kirî, bikevin navbera me û Roja me. Em helwest û derbên Kurdên Azad nîşanî wan bidin, faşîzmê hilweşînin, taristanê biçirînin, Kurdistanê azad, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn demokratîze bikin. Ji bo wê jî divê em hemû mil bidin milê hev û weke Rêber Apo gotî “Herin ser kar!”
Rol, mîsyon, berpirsyarî, peywir û taybetmendiyên din em deynin aliyekî; ku mirovên welatparêz, ji bo rêber, welat û têkoşîna xwe îro gavên pêwîst navêjin, ew ê kengî bavêjin? Dagirkerî bost bi bost welatê me talan dike. Her roj bi hezaran darên me ji binî ve jê dikin, daristanên bihuştî dixin çolistan. Her kêlî zarok, ciwan, jin, kal û pîrên me jehrî dikin. Li bajaran bi panzêran, li çiyan bi çekên kîmyewî qetil dikin. Ma welatparêzî vê qebûl dike? Em hemû ji xwe bipirsin: “Ez ne bim kî, îro nebe kengî?”