Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

MÎT û Parastin li Sêmêlê ya Başûr sîxuran perwerde dikin

Ronahî TV bi bernameya Destên Tarî têkiliyên qirêj yên ENKS, MÎT û Parastinê tên aşkerekirin. Xeleka 2'yemîn a ku xwe dispêre li xwe mikûrhatina 5 sîxurên hatine girtin, belgeyên têkiliya MÎT, Parastin û van sîxuran destnîşan dike. Her wiha gelek hûrgulî û rêbazên planên qirêj ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê radixe ber çavan.

Di xeleka nû de, li xwe mikurhatina 3 sîxurên ku careke din ji aliyê Parastinê ve bi rêbazên cûda hatine xapandin, li başûrê Kurdistanê hatine xistin, perwerdeya sîxurtiyê dîtine û ji bo karê sîxurtiyê ew vegerandine Rojavayê Kurdistanê cih digrin. Her wiha têkilî û mikûr hatina 2 sîxurên ku ji aliyê van sîxuran ve hatine rêxistinkirin û ji MÎT’ê re sîxurtiyê dikin jî cih digrin.

Di xeleka duyemîn a Destên Tarî de, 2 tiştên sereke derdikevin pêşberî temaşevanan. Ya yekemîn, armanca Parastin, MÎT û ENKS’ê ku dixwazin bi van sîxuran re li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikine. Li gorî li gorî li xwe mikûrhatinê û belgeyan armanca vê şebekeyê ew e ku li herêmê aloziyê çêbike, saziyan reş bike, sîxurtiya kesayet û karkerên pêşeng yên saziyên Rêveberiya Xweser bike û bi vî rengî gelek kesayet û cihên di nava civakê de xwedî bandor in bikin armanca balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê. Her wiha şopandin û hedefgirtina xebatên dîplomatîk yên Rêveberiya Xweser bi koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hikûmeta Şamê re armanceke sereke ya van sîxuran e.

Ya duyemîn jî, rêbazên qirêj ên sîxurkirinê ku têne meşandin e. Weke her carê reşkirin, pere, bikaranîna lewaziyên kesan, gefên cûr bi cûr, sozên pêşerojeke xweş rêbazên sereke yên vê şebekeya sîxuran e. Lê bi taybetî di vê şebekeyê de bikaranîna jinan, têkiliyên zayendî, destdirêjî bi hemû ziraviyan ve hatiye şixûlandin. Têkîliya hevpar a van sîxuran ew e ku hemû bi vê reyê hatine xistin û dixwazin heman tiştî bînin serê gelek kesên din jî. Bi taybetî herdu sîxurên jin ku di xelekê de cih digirin, hem li navenda Sêmêlê ya Parastinê ya başûrê Kurdistanê, hem jî li herêmên dagirkirî di bin serweriya MÎT’ê de rastî destdirêjiya zayendî hatine û ev yek li hemberî wan hatiye bikaranîn. Ew bi vî awayî şandine sîxurtiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Sîxura sereke ku di nava vê şebekeyê de cih digire Şûkriye Behçet a ji bajarê Hesekê ye. Li başûrê Kurdistanê ji aliyê sîxurekî bi navê Ayhan yê bi MÎT û Parastinê re kar dike ve piştî rastî destdirêjiyê tê di bin navê zewacê de hatiye xistin. Kesê bi navê Ayhan dîmenê wê yê destdirêjiyê girtiye û di demên cûda de li hemberî wê bikaraniye. Li navenda Sêmêlê ya Parastinê jî perwerdeya sîxurbûnê dîtiye. Li gorî li xwe mikarûhatina wê, li vê navendê ji aliyê Parastin û MÎT’ê ve gelek agahî jê hatine girtin. Her wiha di navenda Sêmêlê de li pêşiya kamerayan ji aliyê endamekî din ê Parastinê ve rastî destdirêjiyê hatiye. Piştî ku ew weke sîxur şandine Rojava jî, gef lê hatiye xwarin ku kengê bixwazin dikarin dîmenên wê biweşînin.

Piştî perwerdeya sîxurtiyê Şûkriye dişînin Rojava û karên sîxurtiyê jê dixwazin. Di vê pêvajoyê de hem Parastin, hem MÎT agahiyên sîxurtiyê jê distînin. Wê erkdar dikin ku li Rojava şebekeyeke sîxurtiyê ava bike û ev jî ev erka xwe pêk tîne. Bi gelek rêbazên cûda gelek kesan dike sîxur û hin kesan jî amede dike ku wan derbasî Tirkiyeyê bike û bike sîxur.

Li gorî li xwe mikûrhatina wê, yek ji ew kesên ku pê re têkilî datîne û dike sîxur jî Hisên Hilo ê ji Hesekê ye û ji pêkhateya Ereb e. Ew destnîşan dike ku MÎT’ê li ser soza şandina pereyan, ji wî xwestiye ku xwe bigîne wê û tevlî şebekeya wê bibe. Wî kesî jî li gorî xwestekên MÎT’ê agahî şandine. Her wiha Şûkriye di karên xwe yên qirêj de ew kes bi kar aniye.

Yek ji sîxurê sereke ku di vê xelekê de cih digire jî Mahsun Hemê yê ji Kobanê ye. Demên dirêj di nava hêzên leşkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de maye. Parastin û MÎT’ê bi rêya sîxureke bi navê Newal ew kişandiye Başûrê Kurdistanê. Li başûrê Kurdistanê kirine sîxur û perwerde kirine. Dema li başûrê Kurdistanê bû, derbarê liv û tevgerên leşkerî yên Rojava, cihên leşkerî û navendên perwerdeyê de agahî dane. Bi rêya telefonê û medya dijîtal, di bin navê suhbetan de ji kesên hê jî di nava hêzên leşkerî de ne agahî stendine. Piştî ku li başûrê Kurdistanê tiştekî bide namîne, ji bo Rojava hatiye şandin da ku kare xwe berfireh bike.

Her wiha sîxurê bi navê Hisên Qehreman yê ji Kobanê jî, li başûrê Kurdistanê ji aliyê Parastin û MÎT’ê ve bûye sîxur û ji bo sîxurtiyê wî şandine Kobanê. Çawa vegeriyaye dest bi karê xwe yê qirêj kireye. Jixwe li gorî li xwe mikûrhatina wî û belgeyên li ser wî hatine girtin, gelek agahiyên leşkerî kom kirine û ji Parastin û MÎT’ê re şandine.
Sîxura bi navê Delal Ehmed Wadî jî, ji taxa Zuhûr a Qamişloyê ye û ji pêkhateya Ereb e. Di bin navê zewacê de, bi sîxurê MÎT’ê yê bi navê Şivan re dest bi karê sîxurtiyê dike. Bi taybetî birin û anîna sîxuran a Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê re mijûl bûne. Her wiha wêne û agahiyên bendên kontrolê yên asayişê ji MÎT’ê re dişîne. Piştre wê dibin Ezazê û li wê derê kesê bi navê Ebû Read ku rayedarekî MÎT’ê ye û di bernameyê de wêneyên wî yên bi cilên MÎT’ê jî tên deşîfre kirin, perwerdeya sîxurtiyê dide wê. Ew jî weke Şûkriye ji aliyê ev rayedarê MÎT’ê ve rastî destdirêjiyê tê. Her wiha ev sîxura bi navê Delal, xwişka xwe û jineke din jî dike sîxur ku vî karî pê re bikin.

Bêyî ku ev her 5 sîxur zirarên mezintir bigihînin gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin û radestî dadgehên gel hatine kirin. Weke her carê ev şebekeya Parastin û MÎT’ê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin têk birin û armancên PDK’ê, ENKS û dagirkeriya Tirkiyeyê hatin pûçkirin.

Roja sêşemê saet di 22:00’an de wê xeleka 3’emîn a Destên Tarî bi agahî, belge û li xwe mikûrhatinênhin sîxurên nû were weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar