Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Dagirkeran bi şewitandina gund gef li welatiyan xwarin!

Welatî û şêniyên taxa Pêçar a Licê daxuyandin ku leşkerên tirk ên dagirker derketine operasyona leşkerî gefa şewitandina gund li wan xwarine.

Dagirkerên tirk li bejahiya taxa Pêçar a navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî dan destpêkirin. Di 16’ê îlonê de di navbera dagirkerên derketin operasyon û gerîlayên azadiyê de pevçûn derket. Ji ber ku pevçûn bi saetan dewam kir, herêm ji aliyê helîkopteran ve hat gulebarankirin. Hin guleyên ji helîkopterê hatin avêtin jî li maleke li taxê ketin.

Li taxê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. 5 kesên piştî îfadeya wan li Qereqola Cendermeyan a Navçeyê hatin girtin serbest hatin berdan. Her wiha xisar li baxçeyên sebzeyan ên şêniyên taxê jî kirin, welatiyan diyar kirin ku leşkerên derketine operasyonê gotinên bêrûmet û heqaret kirine. Welatiyan jî diyar kirin ku bi şewitandina gund gef li wan hatiye xwarin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar