PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Şengalê konxebata li ser fikrên Rêber Apo destpê kir

Li Şengalê salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê komxebata bi sernavê, ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ dest pê kir.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê derket û di 15’ê sibata 1999’an radestî dewleta tirk a dagirker hat kirin. Li Şengalê di salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmehê de li ser fikrên Rêber Apo komxebatek tê lidarxistin. Komxebata ku bi sernavê “Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan” pêk tê, ji kesayetên êzidî, ereb û tirkmen 60 kes beşdar bûn. Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di destpêka komxebatê de endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Şengalê Qasim Murad axivî. Qasim Murad anî ziman ku di vê serdemê de jiyan, civak, şer û siyaset li ser du lingên esasî dimeşe, yek ji van demokrasiya rasteqîn e, ya din jî sîstema serdest e ku ji aliyê hêzên hegemon ve tê birêvebirin. Qasim Murad diyar kir ku gel ji aliyê sîstemê ve tê helandin û got, “Tenê rêyek heye ku dikare vê yekê asteng bike. Ew jî xeta neteweya demokratîk a azadiya gelan e ku Rêber Apo afirandiye. Ji bo vê rêya çareseriyê bifetisîne, hêzên ehgemon bi hev re di nava planan de ne.”

Qasim Murad işaret bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê kir û ragihand ku komplo planeke navneteweyî bû û got, “Hêzên navneteweyî bi piştgiriya ji bo tecrîda li ser Rêber Apo, mafên mirovan binpê dikin. Eger bi rastî jî dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, divê ji aliyê fîzîkî ve azadiya Rêber Apo misoger bikin. Rêber Apo sembola aştiyê ya hemû cîhanê ye.”

Di dewama axaftina xwe de Qasim Murad bal kişand ser belavbûna fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li tevahiya cîhanê kir û destnîşan kir ku divê daxwaza gelan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan êdî bê bicihanîn.

Qasim Murad işaret bi rewşa Şengalê jî kir û got, “Li Şengalê rewşa hemû pêkhateyan li ber çavan e. Weke gelên Iraqê û bi taybetî jî Şengal ti xêr ji sîstema dewletê nedîtiye. Ti mafên me nehatine dayin. Em jî neçar in ji xwe re li rêya çareseriyê bigerin, ji bo xwe ji ferman û zilmê rizgar bikin. Şengal bi sîstema neteweya demokratîk gavên mezin diavêje. Eger em ewqas kesayet karin bi hev re krîza desthilatdariyê binirxînin, hingî ev yek gaveke mezin e ber bi yekitiyê ve ye.”

Beşdarên komxebatê jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û ji bo xurtkirina sîstema neteweya demokratîk pêşniyarên xwe kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar