Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Medya Haber Tv bû û têkildarî tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, êrîşên dagirkerî û qirkeriyê nirxandinên girîng kir.
Dixwazim bi mijara tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpê bikim. Tecrîda girankirî dewam dike. Lê belê dema dawî li hemberî vê yekê çalakiyên girîng jî hatin kirin. DMME’yê bersiv da nameya 69 xelatgirên Nobelê. Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê têkildarî tecrîdê civîneke girîng lidar bixe. Zêdeyî 1500 parêzerên ji zêdeyî 30 welatan ji bo dîtina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê damn. Ciwanan di çarçoveya azadiya Rêberê Gelê kurd de dest bi Meşa Dirêj kirin, festîvalên kurdan têne lidarxistin. Li Tirkiye û Bakur 13’ê Cotmehê pêngaveke gelekî girîng destpê dike. Hûn girîngiya van bûyeran çawa dinirxînin?
Pêngava ku di 10’ê Cotmeha par de ji bo azadiya Rêber Apo destpê kir dikeve sala duyemîn. Ev pêvajo ji aliyê xwedîderketina li Rêber Apo, rojevkirina azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê bû pêvajoyeke gelekî girîng. Rojevkirina Rêbertî, xwendina pirtûkên wî, xwedîderketina gelek fîlozof û rewşenbîran li Rêbertî, di vê pêvajoyê de mezinahî û karakterê Rêbertî li tevahiya cîhanê belav kir. Di asteke girîng de fikrên Rêbertî par belav bûn.
Têkoşîn encamê werdigire. Di vê pêvajoyê de ev yek hate dîtin. Parêzeran hevdîtin bi CPT, bi DMME’yê re kirin. Ew jî hingî neçar man hin bersivan bidin. Herî dawî nameya ku 69 xelatgirên Nobelê nivîsandin, banga wan li ser DMME û CPT bi bandor bû. Ji ber ku ew ne mirovên ji rêzê ne, mirovên li cîhanê naskirî ne, xizmet ji mirovahiyê re kirine, bûne wijdanê mirovahiyê. Divê ev mirov bi vî rengî bêne dîtin. Xwedîderketina van mirovan li Rêbertî, asta xwedîderketina li Rêbertî gelekî bilind kir. Yanî têkoşîn û hewldan zextê li CPT û DMME’yê dike. Gav bi gav zextê li Tirkiyeyê jî dike. Ji ber vê yekê ev hewldan hêjayî pesindayinê ne, em silav dikin.
Ber bi salvegera duyemîn a kampanya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ çalakiyên nû têne lidarxistin. Pêngav belav dibe. Hem li Tirkiyeyê hem li Ewropayê ev pêngav wê hîn belav bibe. Û sala duyemîn bi rastî jî ji aliyê misogerkirina azadiya Rêbertî ve wê bibe saleke girîng. Rewş vê yekê nîşan dide. Beriya demeke nêz 1500 parêzeran daxuyanî dan. Gelekî girîng e. Mafê Hêviyê yê Rêbertî wê li Konseya Wezîran bê nirxandin. Bêguman ev jî girîng e. Li gorî me li wir wê cidiyeta meseleyê hinekî din bê nirxandin. Ji ber ku bû çend sal ku biryarek wergirtin. Biryara DMME’yê hebû, Tirkiyeyê guh neda wê biryarê. Biryarên din ên ku Tirkiye guh nade têne rexnekirin, zext li Tirkiyeyê tê kirin, lê belê li pêşberî biryarên têkildarî Rêbertî de bêdeng dimînin ku ev yek nêzîkatiyeke gelekî polîtîk e. Bi nêzîkatiyeke polîtîk li pêşberî Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Êdî sînorekî vê jî heye. Piştî ewqas têkoşîn û zextê em di wê baweriyê de ne ku di vê civînê de wê rewşeke diyar pêk were. Welê tê dîtin. Hewldanên parêzeran wê hebin.
Her wiha meşa ciwanan heye. Ev hemû weke parçeyek ji kampanya azadiya Rêbertî pêk tên. Festîval jî wê bi heman rengî be. Armanca esasî ya festîvala îsal ew e ku kampanya ji bo azadiya Rêbertî hîn bi bandor bike. Di vê mijarê de deng, îrade û daxwaza gelê kurd wê bi rengekî hîn xurt li festîvalê bê nîşandan. Êrîşên dewleta tirk ên li ser çand, ziman, govenda kurdî û polîtîkayên qirkirinê bêguman wê bibin sedem ku festîvala çandê hîn bi xurtî derbas bibe. Lê belê li gel vê yekê bi dîtina me ji bo xurtkirina hewldanên azadiya Rêber Apo tevlîbûna li festîvala îsal wê hîn bilind be. Divê her kes tevlî bibin, dost hemû tevlî bibin. Her wiha rewşenbîrên li Ewropayê, hêzên demokratîk ên civaka Ewropayê divê bi xurtî tevlî festîvalê bêne kirin. Ev yek wê bibe bersivek li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk, wê bibe xwedîderketina li azadiya Rêbertî. Ji ber vê jî ev kar girîng e. Li Bakur jî 13’ê cotmehê wê meşeke xurt bê lidarxistin. Her wiha li metropolên Tirkiyeyê wê tevlîbûn li kampanya ji bo azadiya Rêber Apo pêk were.
Bêguman divê hêzên demokratîk, rewşenbîrên li Tirkiyeyê bêne rexnekirin. Rewşenbîr, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê li ber bêhiqûqiya li Îmraliyê rabin. Qala edaletê dikin, dibêjin hiqûq nîne. Li ber bêedaletî û kiryarên li derveyî hiqûqê yên AKP-MHP’ê radibin. Baş e, lê belê divê li ber kiryarên li Îmraliyê jî rabin. Heta ku li ber kiryarên li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê ranebin, heta ku li ber van kiryarên kêfî nesekinin, rabûna li ber kiryarên din wê gelekî girîng nebin. Helwesteke hevgirtî pêwîst e. Eger gelê kurd wê bi gelên Tirkiyeyê re bijî, gelê kurd li nava Tirkiyeyê bi nasname, çanda xwe, bi gelên Tirkiyeyê re bi rengekî azad wê bijî, wê demê divê xwedî li Rêber Apo derkevin ku ev gel wî weke ‘îrade’ û ‘Rêberê’ xwe dibîne. Divê li ber vê bêhiqûqiya li ser Rêber Apo rabin. Naxwe ev bêdengî, ev bêdengiya li hemberî zextên li ser kurdan pîvanên rewşenbîrî û demokratbûnê kêm dike. Belê gelê kurd bi gelê tirk re hezar sal e nêzî hev e û ji sala 1071’ê û vir ve cîranê hev in, bi hev re ne. Gelo wateyeke vê nîne? Eger kurd nebûna ji xwe serketina 1071’ê jî nedibû. Ev yek tê zanîn. Niha di rewşeke welê de ku gelekî bi vî rengî heye, nêzî hezar sal in bi hev re dijîn, gelo tinekirina vî gelî, qirkirina vî gelî, înkarkirina vî gelî dikare bê qebûlkirin? Lewma divê rewşenbîr û demokrat ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava hewldanan. Divê xwe ji rewşa heyî rizgar bikin. Ji hin aliyan ve wan bêpîvan dike, rewşa wan zehmet dike. Lewma divê em kampanya ji bo azadiya Rêber Apo bilind bikin, bi pêş ve bibin. Hem li Ewropayê hem jî li Tirkiyeyê ev kampanya divê bê bilindkirin.
Ev meşa ciwanan girîng e. Em meşa ciwanan silav dikin. Bêguman ev yek jî hewldanek ji bo azadiya Rêber Apo ye. Ez di wê baweriyê de me ku sala bê, bi hewldaneke hîn mezin, bi têkoşîneke hîn mezin wê azadiya Rêbertî hîn nêzîk bibe.
Dema dawî şehadetên girîng hebûn. HPG’ê têkildarî şehadeta Orhan Cîhat Bîngol, Tekîn Goyî, Nûjiyan Amed û Rosîda Mêrdîn daxuyanî da raya giştî. Her wiha di êrîşên hevpar ên dewleta tirk û PDK’ê de gelek hevalên me şehîd bûn, heval Gulistan Tara û Hêro şehîd bûn. Têkildarî van şehadetan hûn dixwazin çi bibêjin?
Hema bibêje temamiya van hevalên şehîd nas dikim. Di vê demê de salvegera yekemîn a serhildana jinê, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Hem Jîna Emînî hem jî hemû şehîdên vê berxwedanê bi minet û hurmet bi bîr tînim. Orhan Bîngol yek ji hevalên destpêkê bû ku min nas dikir, ya rast sala 1994’an derbasî qada gerîla bûm; wê demê di sala 1996’an de yek ji fermandarên me yên mangayê hevalê Orhan bû. Dema ku hatim qada gerîla yek ji hevalên ku min destpêkê nas kir hevalê Orhan bû. Bêguman berxwedaneke dîrokî heye, têkoşîneke dîrokî heye. Gelek caran çû Bakur. Bi taybetî li Erzîrom, Çewlîkê, li wan deveran karên mezin kir. Zêdeyî 30 salan di nava têkoşînê de bû. Jiyana wan jiyaneke bi wate ye. Jiyana xwe bi wate kirin. Gelek tişt tevlî jiyana xwe kirin. Tevkarî li azadiya gelê kurd, li azadiya mirovan kirin. Lewma vala nejiyan. Nirxên mezin afirandin li nava têkoşîna azadiyê û demokrasiyê. Hevrê Orhan bi minet û hurmet bi bîr tînim.
Her wiha hevalên Tekîn Goyî û Nûjiyan Amed… Wan jî tevkariyên gelekî mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd kirin. Bi taybetî tevkariya hevrêyên jin li nava têkoşîna azadiyê ya jinê gelekî zêde bû.
Eger îro li Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê bi pêş ketibe, eger şoreşa demokratîk li Kurdistanê kûr bû be, di vir de keda girîng a hevrêyên me yên jin ên şehîd heye, nirxên wan heye. Divê her kes bi vê zanibe. Hem divê civaka kurd zanibe hem jî jinên kurd zanibin. Van hevalan bi jiyana xwe dîrokeke nû nivîsandin, jiyaneke nû afirandin. Lêgerîna li jiyaneke nû afirandin. Ev gelekî girîng û hêja ye. Lewma van hevrêyên jinê bi minet û hurmet bi bîr tînim.
Bêguman hevalên me yên li qada çapemeniyê jî hevalên gelekî hêja bûn. Rosîda Mêrdîn ji xwe li Bakur berpirsyara rojnameya Azadiya Welat bû. Li wir bi salan xebitî. Li ser kurdî gelekî serwer bû. Dema ku midûra karên nivîsê bû ceza lê hate birîn. Yekser berê xwe da çiyê. Hat çiyê. Bi salan karê çapemeniyê kir. Di vê mijarê de tevkariyên xwe yên girîng hebûn. Dema ku hat ji xwe yekser xwest tevlî nava gerîla bibe. Me ew da karê çapemeniyê, li çapemeniyê dixebitî. Bi israr dixwest tevlî nava têkoşîna gerîla bibe. Dawiya dawî ev yek da qebûlkirin. Li qadên gerîla ma. Herî dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Avaşîn, Zap, Metînayê bi salan di nava berxwedana li van qadan ma. Di nava şert û mercên giran de bû şervan û fermandara vê berxwedanê. Ji ber ku Rosîda ji nêz ve nas dikim wê bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Hevala me ya Gulistan jî yek ji xebatkarên girîng ên çapemeniya azad bû. Ji xwe dewleta tirk dijminê hemû kurdan e yên ku ji bo azadiyê dijîn. kurdên ji bo azadiyê dijîn ji aliyê kê ve hate afirandin? Ji aliyê PKK’ê ve hate afirandin. Lewma dijminê her kesên bi têkoşîna me bi bandor bûne. Dijminê kadro ye jî. Ji xwe êrîş dike. Dijminê hunermende jî, dijminê kedkarê çandê ye, dijminê kedkarên çapemeniyê ye… Dijminê her kesî ye. Hevala Gulistan bi zanebûn tevlî bûbû. Salên dûr û dirêj li Başûr karê çapemeniyê kir, li Şengalê xebitî, li Rojava xebitî. Di heman demê de hat çiyê, bername çêkir û karê çapemeniyê meşand. Lewma hevrêyeke me ya gelekî hêja bû ku tevkariyên girîng li têkoşîna me ya azadiyê kir. Bêguman hevala din hevaleke ciwan bû, em her hevalan nas nakin. Lê belê xebatkareke çapemeniya azad bû.Ji xwe dewleta tirk êrîşî her kesên di nava têkoşîna azadiyê de dike, çi xebatkarên çapemeniyê bin çi jî yên çandê bin. Ew jî ji ber ku ji ber ku xebatkara çapemeniyê bû hate qetilkirin.
Van hevrêyan hemûyan bi hurmet, bi minet bi bîr tînim. Tevkariya van şehîdên me li têkoşîna azadiyê gelekî mezin e. Her wiha pîvanên van şehîdên me hene. Di pîvanên bilind de têkoşiyan. Di nava şert û mercên herî giran de fedakarî kirin, bi ser zehmetiyan ve çûn û têkoşiyan. Û heta nefesa xwe ya dawî hewl dan têkoşînê bi ser bixînin. Lewma nirxên gelekî hêja ne ku ji aliyê têkoşîna me ya azadiyê ve hatine afirandin. Têkoşîna ji fikrên Rêber Apo, sekna gerîla ya vê têkoşînê û sekna azadiyê gelekî girîng e. Hem ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin hem jî bi fikrê xwe, têkoşîna xwe tevkariyê li mirovahiyê dikin. Di heman demê de kesayetên gerdûnî ne. Encamên bi vî rengî yên têkoşîna wan hene. Ji ber vê jî van hevalan bi minet û hurmet bi bîr tînim.
Êrîşên dewleta tirk ên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê dewam dikin. Şervanên azadiyê jî bi berxwedaneke mezin bersivê didin vê dagirkeriyê. Li Bakur di salvegera damezrandina dewleta tirk de faşîzma AKP-MHP’ê îdîa kir ku wê nehêlin gerîlayekî bi tenê bimîne. Lê belê sala dawî, yanî di sala 101’emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê de ji Botanê heta Serhedê, Dersimê, Garzanê li her deverê berxwedana gerîla hebû. Li gel piştgiriya nokerên herêmî ji xwe nekarî ji Zapê derbas bibin. Lewma pozîsyona gerîla û artêşa tirk a faşîst niha çi ye?
Ji 9’ê Sibata 2021’ê dema êrîşa li ser Garê û vir ve têkoşîneke mezin dewam dike. Bi rastî jî têkoşîneke dîrokî tê meşandin ku dikare derbasî dîroka şer bibe. Ji xwe di êrîşên destpêkê de li Garê ji hev ketin. Lê belê desthilatdariya heyî hebûn û jiyana xwe li ser tunebûna kurdan, li ser dijminatiya li kurdan ava kiriye, lewma bi israr polîtîkaya xwe ya êrîşa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşa li dijî gerîlayên li Bakur dimeşîne. Li hemberî vê yekê jî gerîla bi rengekî hevgirtî li ber xwe dide. Berxwedaneke mezin tê meşandin.
Ev yek berxwedana man û nemanê ya kurdan e. Rêbertî digot, ‘Têkoşîna hebûnê eger pêwîst bike 50 sal, 100 salî wê dewam bike’. Ji ber ku dijminê li hemberî me dixwaze kurdan tine bike, dixwaze kurdan qir bike. Divê ti kurd xwe şaş neke. Divê zanibe ku dewleta tirk xwedî polîtîkaya qirkirinê ye. kurdên ku bi vê nizanibin wê bikevin nava xefletê.
Belê, ev dewlet dixwaze kurdan qir bike. Ji Peymana Lozanê û vir ve polîtîkaya dewletê ev e. Peymana Lozanê di heman demê de peymaneke qirkirinê ye. Hêzên navneteweyî di serî de Îngilistan û Fransayê di berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji Iraqê re bêne hiştin, destûr dan polîtîkaya qirkirina kurdan. Ev polîtîka hîn jî tê meşandin. Hêzên navneteweyî hîn jî li derveyî vê polîtîkayê polîtîkayeke din a kurd nameşînin.
Dewleta tirk jî bi piştgiriya ku ji vê polîtîkayê wedigire, xwe dispêre vê yekê û polîtîkaya qirkirina kurdan bi israr dewam dike. Êrîşa qirkirinê li ser bi dehan milyon mirovî, li ser gel û neteweyekê heye. Bêguman pir alî ye.
Qirkirina çandî, ekoqirkirin, qirkirina civakê, her wiha êrîşên fîzîkî, kuştin, zext, xistina zindanê, êşkence, polîtîkayên ji bo şikandina îradeyê hemû ji bo qirkirinê ne. Gerîla bi vê yekê zane û li hemberî vê li ber xwe dide. Ev berxwedan li dijî vê polîtîkaya nexêr û li dijî mirovahiyê ye. Dema ku têgihişt ev be berxwedan jî wê heta dawiyê bi rengê fedaî dewam bike. kurd nikarin dest ji vî şerî berdin. Gerîla nikare dest ji vê têkoşînê berde.
Bila her kes bi vê zanibe. Têkoşîna me ya azadiyê xwedî kûrahiyeke gelekî dîrokî ya civakî û çandî ye. Xwedî kûrahiyeke têgihiştinê ye. Kûrahiya xwe ya demokratîk neteweyî heye. Berxwedana beriya niha jî hebû. Lê belê têkoşîna ku 50 sal in tê meşandin, têkoşîna azadiyê kûrahiyeke neteweyî, demokratîk, çandî, civakî û dîrokî afirandiye. Lewma nikare bê gotin ku min gerîla têk biriye, derb lê xistiye, lawaz kiriye. Ev têkoşîn wê dewam bike, wê vê polîtîkaya qirkirinê têk bibe. Ev yek biryara gelê kurd e, îradeya gelê kurd e.
Veger êdî ji vê yekê nîne. Têkoşîna 50 salî rastiya civakeke welê afirand ku berê xwe daye azadiyê, xwedî feraseta azadiyê, têkoşîna azadiyê, fikrê azadiyê yê nû ye. Ji ber vê jî gotina ‘Me kilîd lê xist, em ê lê bixin’, ev hemû çîrok in, vala ne. Ya ku kilîd kiriye PDK bi xwe ye. PDK niha di dema xwe ya herî lawaz de ye. Bi zorê li ser piyan dimîne. Xwe dispêre dewleta tirk û bi vî rengî li ser piyan dimîne. Bi piştgiriya hin hêzên derve li ser piyan dimîne. Ji ber ku ti rewabûna PDK’ê li nava kurdan nema ye. Rewatiyeke xwe nema ye ku karibe pê li ser piyan bimîne. Qala çi dike bila bike, qala kîjan dîrokê dike bila bike. Rewatiyeke xwe nema ye. Ji xwe eger têkoşîna me ya 50 salan nebûya, ev destketiyên li Başûr jî nedibûn. Belê gelê li Başûr têkoşiya, êşkence û zilm dît. Lê belê eger me ev têkoşîn nemaşendibûya, ev encam bi dest nediket. Bila her kes bi vê zanibe. Asta ku niha têkoşîna me gihîştiye bi vî rengî ye.
Dewleta tirk li gel hemû êrîşan jî nekarî encamê bi dest bixe. Her cûre derfet bi kar anî, hemû rêbazên şerê qirêj bi kar anî, nekarî encamê bi dest bixe. Şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Li Zapê dewam dike, li Metînayê dewam dike, li Avaşînê dewam dike. Li Garê dewam dike, li Bakur dewam dike. Lewma qada liv û tevgerê ya têkoşîna me ya azadiyê niha berfireh e.
Têkoşîna me ya azadiyê wê Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî, her wiha tevahiya başûrê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin veguherîne qada berxwedana li dijî dewleta tirk. Ew çiqasî bibêjin me çi kir, me filan kir, bêvan kir, encam wergirt, em ê kilîd bikin… hemû propaganda ye. Ji xwe ji Suleyman Soylû re mabûya beriya 3-4 salan qediya bû! Lê belê hate dîtin ku welê nîne. Têkoşîna me ya gerîla wê vê yekê hîn bêhtir nîşan bide.
Piştî hevkariya Tirkiye PDK û hikumeta Iraqê êrîşên dewleta tirk ên li dijî sivîlan zêde bûn. Ji bo vê peymana ku ji bilî zerarê tiştekî nade kurdan û gelê Iraqê hûn dixwazin çi bibêjin?
Ev peyman peymaneke xelfetê ye. Teqez ji bo Iraqê peymaneke xefletê ye. Bi zexta PDK û dewleta tirk, Iraq bi rastî jî kete nava peymaneke xefletê. Belê pirsgirêkên Iraqê jî hene. Pirsgirêkên aborî, civakî hene. Lê belê Iraq di nava xefleteke welê de ye ku jê heye eger bi Tirkiyeyê re peymaneke bi vî rengî bike; di tasfiyekirina PKK’ê de hevkariyê bike wê ji pirsgirêkan rizgar bibe. Xuya ye bi vî rengî difikire. Ev xefleteke. Berevajî vê yekê pirsgirêkên siyasî yên Iraqê wê bi vê peymanê re hîn zêde bibin. Em dikarin vê bi hêsanî bibêjin. Bi salan wê Tirkiye ji Başîqayê derxistibûna. Niha fermî kirin. Bi wê peymanê re rê dan Tirkiyeyê ku bigihêje armancên xwe yên li ser Mûsil û Kerkûkê, fermî kir. Iraqê firsend, zemîn û derfet da dewleta tirk. Çiqasî bibêjin peyman bi filan rengî ye. Dewleta tirk xwe dispêre wê peymanê û gav bi gav hewl dide bandora xwe li Iraqê zêde bike. Vê yekê aşkere jî dibêje. Dibêje Mûsil, Kerkûk ên me ne. Iraq wê çawa pêşî li vê bigire? Gelo wê Yekîtiya Ewropa pêşî lê bigire? Bi rastî jî di nava xefletê de ne. Lewma encama vê peymanê bêguman wê komkujî be.
Sivîl hatin kuştin, êrîşî Mexmûrê dikin. Ji xwe her firsendê êrîşî Şengalê dikin. Bi rengekî aşkere xwe dispêrin vê peymanê û dibêjin, ‘binihêrin em mafdar in’ êrîşî Rojava dikin. Vê yekê jî bibêjim. Em bibêjin, dibêje êrîşî gerîla, êrîşî PKK’ê dikim. Bi vî rengî li her deverê mirovan dikuje, sivîlan dikuje, qetil dike. Gelo mafekî bi vî rengî yê dewleta tirk heye? Yanî dewleta tirk wê biçe li Ewropayê jî êrîşî xebatkarên çapemeniyê bike. Li kku derê kurdekî xwedî fikrê azad hebe wê êrîş bike. Yanî ev rast e? Yê ku li dijî Tirkiyeyê fikrê azadiyê afirand PKK ye, Rêber Apo ye. Dewleta tirk çawa dikare êrîşî vê bike? Ev yek ji kîjan alî ve mafdar e? Iraq kîjan aliyê vê yekê mafdar dibîne? Lewma em vê polîtîkayê careke din şermezar dikin. Bêguman li nava Iraqê jî ev peyman nayê qebûlkirin. Peymaneke gelekî nebaş e. Mîna ku şer qewimî ye û peymana teslîmiyetê mohr kiriye… Dema ku mirov lê dinihêre bi vî rengî dibîne. Peymaneke ku piştî têkçûnê hatiye ferzkirin. Dewleta tirk wê xwe bispêre vê peymanê û dema bê hem li başûrê Kurdistanê hem jî li Iraqê gavên hîn neyînî biavêje. Li hemberî vê yekê kî wê li ber xwe bide? Gerîla wê li ber xwe bide. Yanî wê van polîtîkayên dewleta tirk têk bibe.
Salvegera 44’emîn a Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye. Ji roja ewilî ve bandorên vê derbeyê çi ne?
Beriya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê têkoşîneke civakî û azadiyê ya girîng hebû. Civaka Tirkiyeyê ji kapîtalîzmê re dihate vekirin. Lê belê civaka Tirkiyeyê jî û ya Kurdistanê jî xwedî nirxên civakî bûn. Beriya kapîtalîzmê bi nirxên civakî re jiyan dikirin. Kapîtalîzm jî hemû nirxan tune dike. Her tiştê li ser esasê berjewendiyê ava dike. Ew civakîbûn maf, edalet, wekhevî, cîrantî, xwişk-biratî û hemû nirxên wê tune dike. Di pêvajoyeke wiha de li Tirkiyeyê têkoşîneke civakî derket holê. Têkoşîna kedan, karkeran û ya gel derket holê. Li aliyekê di rastiyê de li dijî pêşketina kapîtalîzmê ya li nava civakê, serhildaneke zihniyeta civakî bû.
Di vê pêvajoyê de di heman demê de polîtîkaya qirkirinê ya kurd jî hate kûrkirin. Dewleta tirk derfetên nû bi dest xist û li ser kurdan polîtîkaya xwe ya qirkirinê gav bi gav kûr kir. Li dijî vê yekê helbet berteka kurdan jî çêbû. Bi taybetî jî têkoşîneke mezin çêbû ku ji aliyê Tevgera me, PKK’ê ve hate meşandin. Li Tirkiyeyê krîzeke civakî û siyasî derket holê. Ev wiha ye, yanî ne şerekî bi rengê ku aha hinekan rast bi kar anî, hinekan çep bi kar anî. Têkoşîna civakê ya li dijî kapîtalîzmê û têkoşîna kurdan a li dijî qirkirina kurd hebû. Li dijî vê yekê jî dewleta tirk û kontrgerîla piştgiriya hêzên derve girt.Ev êrîşa dewleta tirk û kontrgerîla ya li dijî hêzên azadiya kurd û civaka demokratîk bû, êrîşa li dijî hêzên çep û demokratîk bû.
Jixwe hinceta herî esas a 12’ê Îlonê têkoşîna li Kurdistanê ye. Ev, di pirtûkan de hatiye belgekirin. Eger şaş neyê bîra min, di pirtûka Mehmet Alî Bîrand de dema Kenan Evren qala biryara 12’ê Îlonê dike, dibêje; dema em ji aliyê Mêrdînê ve hatin em li ser Rihayê re derbas bûn, Hîlwan, Sîwerek… Wê demê agahî hatin dayîn. Dibêje, me wê demê biryara xwe da. Belê, 12’ê Îlonê tişteke wiha ye.
Encamên girîng ên 12’ê Îlonê çêbûn. Armancên esas ên 12’ê Îlonê çêbûn. Yek, li Kurdistan û Tirkiyeyê hewldaneke rêxistinbûnê ya mezin hebû. Rêxistinbûn hebû. Li her derê rêxistinbûn hebûn. Bi dehan rêxistinên çep xwe rêxistin dikirin. Civak, ji rêxistinbûnê re destdayî bû. Ji ber ku nirxên civakî hîna bi temamî nehilweşiyabûn. Ji ber ku civak bi temamî neveguherîbû civakeke ku evqas ji aliyê kapîtalîzmê ve hatî belavkirin, ji bo rêxistinbûn û têkoşîna civakî destdayî bû.
Yek, ji bo pêşxistina kapîtalîzmê êrîşa belavkirina vê. Helbet weke esas jî li ser esasê pêkanîna 12’ê Îlonê, tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Li vir jî êrîşî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hate kirin. Mîna jinûve Kurdistanê dagir bike, êrîşeke mezin hate meşandin. Bi deh hezaran mirov di êşkenceyê re hatin derbaskirin, hatin girtin. Li gel vê jî polîtîkayeke nû hate çêkirin. Ji bo tasfiyekirina kurdan, şikandina berxwedana kurdan, tenê hiştina wan û bêbandorkirina wan polîtîka meşandin. Ji bo vê jî piştî avabûna Komarê li dijî kurdan û çepgiran êrîş hebû. Li dijî beşên Îslamî jî. Li dijî wan jî zext hebû. Ew li aliyekê ji qada siyasî hatibûn dûrxistin. Ne li qada civakî. Helbet dewletê ol bi kar dianî. Lê belê di qada siyasî, civakî û çandî de jî di bin zextê de bûn. Em Îslamê di nava sîstemê de bigirin, beşekê çepan jî li kêleka dewletê bigirin; bi vî rengî gotibû, em ê kurdan tenê bihêlin û polîtîkaya qirkirinê hîn hêsantir bimeşînin. Polîtîkaya esas a 12’ê Îlonê ev e. Jixwe dîsa endamên Fethullah xistine nava dewletê. Eger îro AKP li ser desthilatdariyê be, ew li ser esasê vê biryara 12’ê Îlonê ye. Berhemê 12’ê Îlonê ye. Lê nikarin wê berdin. Qanûnên 12’ê Îlonê naberdin. Dibêjin em li dijî derbeyê, li dijî 12’ê Îlonê ne lê belê sîstema wê didomînin. Êrîşa li dijî hêzên demokrasiyê û gelê kurd, domandina wê sîstemê ye, bûyîna parçeyê vê sîstemê ye. Di vî alî de dewlet ji ber ku hinekê bi ser beşê Îslamî de çû, beşê Îslamî jî hemû nebûn hevkarê qirkirina kurd. Hinekê dûr disekinîn. Bi 12’ê Îlonê re beşên civakî yên Misilman û beşên Îslamî jî dikin hevkarê qirkirinê. Jixwe niha Erdogan şirîkatiya vî karî dike. Bawerî û hestên gel ji bo qirkirina kurd bi kar tîne. 12’ê Îlonê sîstemeke wiha ye. 12’ê Îlonê hîna dewam dike. Erê, têkoşîna me pêşî lê girt, bi temamî di demek kurt de negihiştin armancên xwe, lê hîna jî sîstema 12’ê Îlonê bi temamî nehilweşiyaye, dewam dike.
Li dijî vê yekê têkoşîneke mezin hate meşandin. Di zindanê de ev berxwedan hate meşandin. Berxwedana Zindanê ya Mezin a ku Mazlûm, Ferhat, Eşref, Mahmut; Çaran, Hayrî, Kemal, Akîf û Alî jê re pêşengî dikir, derbeya herî mezin li 12’ê Îlonê xistiye. Li Kurdistanê di aliyê îdeolojîk de 12’ê Îlonê têk biriye. Li Tirkiyeyê jî derbe lê xistiye, lê belê weke esas li Kurdistanê di aliyê îdeolojîk de têk biriye. Berevajî zivirandiye. Ez şehîdên me yên vê pêvajoyê jî bi bîr tînim. Tevkariyên mezin ên van şehîdên me ji têkoşînê re çêbûn. Dîsa ez 10 hevrêyên me yên ku 24’ê Îlona 1996’an li Amedê serên wan bi kalasan hatin parçekirin û bi wî rengî hatin şehîdxistin, bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Ew jî fedayiyên girîng ên berxwedana zindanê bûn. Ji ber ku teslîm nebûn, li ber xwe dan û serên wan hatin parçekirin û hatin qetilkirin. Gelê kurd, xelkê Amedê divê ti carî van şehîdên me ji bîr nekin.
Têkoşîna li dijî 12’ê Îlonê em didomînin. Belê, li Tirkiyeyê çep hate belavkirin, hêzên demokrasiyê hatin belavkirin lê belê dîsa jî em niha vê têkoşînê bi rastî jî didomînin. Ji vî alî ve jî hemû hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê nizanin ku têkoşîna li dijî 12’ê Îlonê, li dijî vê faşîzmê dîsa PKK’ê û gelê kurd meşand. Helbet mudaxileya hêzên çep ên li Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî çêbû; li zindanê li ber xwe dan, li derve jî li ber xwe dan. Fedekariyên mezin kirin, gelek şehîd dan. Helbet ez van hevrêyên ku heta îro li dijî sîstema 12’ê Îlonê li ber xwe dan jî, bi rêzdarî bi bîr tînim. Lê belê aşkere ye ku em jî di vê têkoşînê de bi bandor in û pêşengiyê jê re dikin.
Ji vî alî ve divê her kes 12’ê Îlonê rast binirxîne. 12’ê Îlonê di nava civakê de çi afirand, kîjan encamên siyasî afirand; çepgir, demokrat, rewşenbîr, beşên Îslamî û her kes divê rast binirxîne. Eger rast nenirxîne em nikarin Tirkiyeyek demokratîk a rast biafirînin. Ji bo afirandina Tirkiyeyek demokratîk, divê em armancên 12’ê Îlonê, kiryarên wê û tiştên ku afirandine bizanin.
Ji vî alî ve ez car din berxwedêrên 12’ê Îlonê, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.Em wê zilm û zextê jî bi tundî şermezar dikin û teqez em ê têk bibin.
Derket holê ku li gundê Çulî yê Amedê, Narîn a 8 salî bi hovane hate qetilkirin. Hema bêje ev mehek çêbû, lê dewleta tirk a faşîst bi israr kujeran li vir aşkere nake. Dîsa bi rengekî pir bêexlaqî vê komkujiya hovane, dike malzemeya tejîkirina rojevê. Yanî hema bêje her roj Narîn carek din jî tê qetilkirin. Hûn vê bûyera qewimî û helwesta dewleta tirk a faşîst a piştre, çawa dinirxînin?
Bi rastî jî bûyerekî pir biêş e. Bûyereke ku wijdana mirov ranake. Em ji bo Narînê ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji hemû gelê kurd re jî sersaxiyê dixwazin. Bi rastî jî her kesê xwedî wijdan nerehet kiriye. Bi wê kena xwe ya bedew jî ketiye dilê her kesê. Narîn wê neyê jibîrkirin. Ew ken wê neyê jibîrkirin. Yên ew qetil kirine, çêkera sîstema ku ew qetil kirî wê neyê jibîrkirin. Çima hate qetilkirin? Ev jî girîng helbet. Kî ew qetil kir? Hîna tam zelal nebûye. Li Tirkiyeyê ku îdîa dike ku di şopandina sîber de gelekî pêşketî ye, pispor e, di otopsiyê de pêşketî ye, nêzî meheke hîn jî rastî aşkere nekiriye. Ev jî rastî rewşeke bi nakoke ku divê were lêpirsîn.
Hin rewşên ku asteng dikin hene. Yan derxist holê. Li Tirkiyeyê çikes nizane ku çima evqas di demeke kurt de nehate aşkerekirin. Têkildarî vê yekê gumana her kesê heye. Ev guman jî di cih de ne. Ewqas dane jî derketin holê. Piştî cezaneyê wê hate dîtin, îtîraf çêbûn. Tevî vê yekê jî hîna, nizanim eve, ewe? Çima hatiye kuştin, evane derneketin holê. Bi rastî jî girîng e. Ji ber kîjan sedemê?
Fermandarê cendirme gotibû, “em ê sax bibînin”…
Belê, ew jî balkêş e. Gotin, em ê sax bibînin, me jî fikirî ku herhal şopek dîtin. Yanî wê bibînin. Wî çima wisa got, ew jî nehatiye fêmkirin. Wisa yanî? Polîsên tirk, cendmirmeyên tirk teqez wê bibînin! Tiştekî wiha ye yan mijûlkirina civakê ye?
Desthilatdariya AKP’ê ev yek xirab bi kar anî. Meheke hemû derd, sûcên AKP’ê, tengasiyên aborî, her cure zext û pêkanînên li Kurdistanê bi rastî jî hemû hatin jibîrkirin. Rojev veguherî vê yekê. Lê belê bi rastî jî di nava civakê de hestiyariyek derket holê. Yan wê bihata girtin. Dibe ew cenaze jî nehatiba dîtin. Wê weke Narîna winda derbasî dîrokê biba.
Tê bîra min, Di salên 1960’an de Aylayek winda hebû, nehate dîtin. Ew jî li Tirkiyeyê pir bûbû rojev. Herhal eger raya giştî hestiyar nebûba, evqasê bi ser de neçûba Narîn jî wê wisa winda biba. Li wir wê di bin avê de rizaba. Jixwe di ewa destpêkê de gotin; hatiye revandin. Hetta îşaret bi PKK’ê kirin. PKK zarokan direvîne! Ji bo nixumandina wê, propaganda hate kirin. Di rastiyê de yên ew komkujî kirine jî, eleqeya wan bi komkujiyê heye. Çima yeser PKK wê zaroka 8 salî birevîne û nizanim bibe çiyê… Ev, encex hevkarên sûc in yanî.
Ji îhmalê zêdetir, di rastiyê de parastinek heye. Nêzîkatiyeke welê ye ku çawa bidin jibîrkirin. Lê belê ev ne cînayeteke wiha ye. Ev ne bûyereke wiha loqal e. Erê, parastinek heye. Jixwe ma Galîp Ensarîoglû negot; ‘malbat dostê me ye’. Ensarîoglû niha li Amedê bi dewletê re dixebite, zilamê dewletê ye. Berdevkê şerê taybet ê li Amedê. Eger nehatiba parastin, wê aşkere biba. Lê divê rast bê nirxandin. Çima nehate aşkerekirin? Çima bi rehetî cînayet hate kirin? Çima bi rehetî ev cînayet tê nixumandin? Sedemê vê ev e. Li Kurdistanê malbatên ku wiha têkîliya wan bi dewleta tirk re heyî, hene; gund hene, cerdevan hene û têkîliyên cuda hene. Evane her cure sûcê dikin. Qeçaxçitiya tiryakê dikin, ya çekan dikin, jinan direvînin, destdirêjiyê dikin, mirovan dikujin. Ev beşên girêdayî dewletê, xakan jî desteser dikin. Malbat dibe, cerdevan dibe, gund û qebîle dibe. Di parastina dewletê de taybetmendiyeke van a wiha heye. Niha dewlet ji bo li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bike, êrîş bike pêdivî bi derdorên wiha dibîne. Ew derdor jî malbat in, gund in, cerdevanan in; bi hêsanî sûc dikin. Dibêjin, em ê sûc bikin, veşêrin, em ê xaka kesekê desteser bikin, ti kes nikare dengê xwe derxîne. Niha civakên wiha girêdayî dewletê hene. Civakeke dewletê jî heye. Evane bi rehetî her cure sûcê dikin. Pişta xwe spartine dewletê. Pêwîstiya dewletê jî bi wan heye. Li ser esasê wan, bi têkîliya bi wan re dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bikin. Ma gelo ne diyare ka Hîzbûlkontra çiye? Ma bi hezaran cînayet nehatine kirin? Em rewşa wê ya niha jî dizanin. Suleyman Soylû çigot? Got, “Hûn ê qedrê vê jî piştre bizanin.”
Li vî gundî têkiliyên pir cidî hene…
Erê, erê. Yanî em bibêjin li wir notirvan û li vir malbateke din. Li hemû bajar û navçeyan beşeke ku dewlet xwe dispêrê heye. Ew gund e, bajarok e û êşîrek e. Bo nimûne li Şirnexê kesên bi paşnavê Tatar hene, her wiha Kamîl Atak û nizanim li cihekî din tiştekî din heye. Beşên ku wiha xwe dispêrin dewletê hene. divê ev yek were lêpirsîn.
Bi wesîleya vê cinayetê divê polîtîkayên dewletê werin lêpirsin. Li Kurdistanê jirêderxistineke ku di bin navê feodalbûn û kevneşopiyan de tê kirin, heye.Divê ev polîtîkaya dewletê were lêpirsîn. Ev gund jî civakeke wisa ye. Ev malbat jî malbateke wisa ye. Xwe spartiye dewletê û bê ka êdî çi dike? Li dû kijan pereyê qirêj e û bi vî rengî dewlemend dibe? Ev gund li nêzî Amed û navçeya Rezanê ye. Rezan taxa herî welatparêz a Amedê ye; diyar e ev gund di êrîşên li dijî Rezan û Amedê de weke navendekê tê bikaranîn. Gundekî wisa ye ku dewletê xwe spartiyê. Helbet hin malbatên din jî hene lê belê malbata bihêz ev e. Yanî ev malbata ku paşnavê wan Guran e. Em bibêjin ku ew di vê kuştinê de çawa ku di nava xwe de li hev kirine, wisa jî li gorî xwe îfadeyan didin. A rastî malbatên din jî ditirsin. Dema hemû gundan xwe bêdeng kir, dizanin ku wê çi were bi serê wan. Çimkî dizanin ku wê malbatê xwe çawa spartiye dewletê û hêzeke çawa ye.
Divê ev dewlet were lêpirsîn. Ev bûyer ne tenê cinayetek e! Beriya niha jî heman cinayet pêk anîne. Notirvan êrîş dikin, dikujin, destdirêjiyê dikin û jinan direvînin. Ma ne wisa ye. Ma ev yek li gelek cihan pêk nehat? Dewlet jî wisa ye. Çawişên pispor jî xwe dispêrin dewletê û destdirêjiyê dikin, êrîşê li jinan dikin. Li Kurdistanê civakeke dewletê ya bi vî rengî jî heye. Lê belê li Kurdistanê şoreşa demokratîk pêk hat. Li Kurdistanê civakeke demokratîk heye. Malbatên demokratîk yên xwe dispêrin jina azad hene. Lê belê dewletê li hemberî vê şoreşa demokratîk polîtîkayên tasfîyekirina azadiya li Kurdistanê û zextê hene. Divê ev rastî were dîtin. A niha li Kurdistanê civaka demokratîk heye. Civaka demokratîk ya ku li Tirkiyeyê tune ye, li Kurdistanê heye. Sekna jina azad heye. Nirxên demokratîk û mirovî hene.
Civaka dewletê jî heye. Em nikarin bi tenê wan esas bigirin û Kurdistanê binirxînin. Divê dewlet were lêpirsîn. Ger kesên dijber hebin, bila lêpirsîna dewletê bikin. Em zêde lê dinêrin ku polîtîkayên dewletê nayên lêpirsin. Çima lêpirsîna dewletê nakin? Esas ya ku divê were lêpirsîn polîtîkayên dewletê ne. Bûyerên li Kurdistanê encamên vê yekê ne.
Erê, li Kurdistanê têkoşînek heye. Şoreşeke demokratîk heye. Her wiha beşeke ku dewletê li dijî wê pêk anî, heye. Ew naguherin. Ew civakên dewletê ne. Ya ku ew afirandiye dewlet e. Dewlet li pêşiya demokratîkbûnê asteng e. Li pêşiya jina azad pêşketina malbata demokratîk de asteng e. Dewlet eşîran hemûyan bi xwe ve girê dide û bi awayekî paşverû li ser piyan digire wan. Çimkî ger şoreşa demokratîk a li Kurdistanê sirayetî li wan bike, wê demê nikare li hemberî têkoşîna azadiyê tiştekî bike.
Ya din jî bi taybet ev kesên kemalîst in… Ji berê ve ye dibêjin ku ‘jixwe Kurdistan bi paş de maye û Kurdistan wisa ye. Ji xwe sedema seferên ji bo Kurdistanê ew in. Yanî ji bo birina şaristaniyê!’ Nêzîkatiyên bi vî rengî jî hatin dîtin. Li şûna ku dewletê rexne bikin dibêjin ku ‘Vaye li wir feodalîzm û paşdemayîn heye.’ Wê her kes şoreşa demokratîk ya Kurdistanê bibîne.
Divê lîteratura wê jî rast were bikaranîn. Li hemberî kevneşopiyê êrîş hene. Kevneşopî ne tiştekî xirab e. Civaka exlaqî ya polîtîk heye. Civak ji berê heya niha bi saya wan nirxên civaka exlaqî li ser piyan mane. Wisa ku em bibêjin bûye civakeke koleparêz û civaka din bi temamî tune bûye. Temam dewlet pêk hatiye lê belê heya kapîtalîzm hema bibêje xwe negihandiye ji sedî heştêyî civakê. Civakeke dewletê pêk nehatiye. Rastiyeke civakî ya xwedî nirxên kevneşopî,exlaqî, polîtîk û wijdanî heye. Şaş e ku ev yek di bin navê kevneşopiyê de bi awayekî nebaş were nîşandan. Di nava dîrokê de pêk hatiye. Bi taybet jî zîhniyeta serweriya mêran pêk hatiye lê belê nabe ku kevneşopî hemû nebaş were nîşandan. Em çawa hatine roja îroyîn? Bi kijan nirxan re hatin? Ev exlaq, wijdan û çand çawa pêş ketin? Nabe ku hemû nebaş were nîşandan ku ew dibe nêrîneke civakî ya şaş. Ji bo ku rast fêm bikin, bila Rêbertî bixwînin.
Di civaka feodal de civak hebû. Kapîtalîzmê civak jî vekir. Kapîtalîzmê hemû civak vekir. Yek ji girîngtirîn nirxandike Rosa Luxemburgê ew e ku digot; ji bo ku kapîtalîzm xwe li ser piyan bigire, divê civakê ji hev parçe bike. Mezintirîn xirabiya kapîtalîzmê, jihevbelavkirina civak û nirxên wê ye. Ma ev nirxên cikakî xirab bûn? Nirxên mirovahiyê bûn. Polîtîka exlaqî di nava civakê de hebû Însanan pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Berê dewlet nebûn.
Ya ku tiştên feodal li ser piyan digire, dewlet bi xwe ye. Wê lêpirsîna dewletê bikin. Li Kurdistanê şoreşa demokratîk pêk hatiye. Şoreşa demokratîk hêmanên weke reîsê eşîr û şêxê terîqatan bi paş de hiştin. Kesayetên azad û civaka demokratîk derketin holê. Lê belê dewlet li hin deveran wan ji bo xwe li ser piyan digire.
Malbata demokratîk heye. Jinên azad hene. malbatên demokratîk yên ku xwe dispêrin jinên azad pêş dikevin. Nexwe ji ber ku malbata berbehs girêdayî dewletê ye, hewl dide ku cinayetê veşêre. Jixwe dema ku Erdogan qala malbatê dike, qala malbata ku jin têde cih nagire, dike. Mêr serwer e. Yanî tu dibêjî malbat lê belê jin di nav de tune ye. Di malbata ku Erdogan qala wê dike de jin tune ye, mêr her tişt e.Demokratîkbûna malbatan, bi têkoşîna jina azad pêş dikeve. Ew li Kurdistanê pêş ket. Ji ber wê yekê ger li paşdemayînê bigerin, bila li Tirkiyeyê lê bigerin.
Çend rojan beriya niha li bajarê Ordûyê dapîrek zarokekê digire û ji bo ku bikuje ji şaneşînê diavêje. Li Tekîragê nizanim çi çêdibe. Dewlet pêş naêxe. Dibe asteng. Li cihê ku ev qasî dimintiya kurdan heye, ma wê çawa çanda demokratîk pêş bikeve? Dibêjin; ‘Li Tirkiyeyê feraseta tundiyê heye.’ Li dijî gelê kurd dijmin e ku ev hezar sal e li rex gelê kurd dijîn. Ger bibîne wê lêbixe û bikuje. Ma li dijî civaka ku hezar salan e li rex dijî wisa be, wê li wir wijdan bimîne? Exlaq bimîne? Çima evqasî zêde tundî heye? Ev polîtîkayên dewletê ne. Encama zîhniyeta otorîter û dijmintiya gelê kurd e. Heya ku hûn li dijî vê polîtîkayê dernekevin, hûn nikarin çareser bikin. Her kes li dijî hev serî li tundiyê dide. Civaka me ketiye vê rewşê. Bila pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk hebe û dev ji vê nêzîkatiya li dijî gelê kurd were berdan; wê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin.
Galîp Ensarîoglû got ku ji ber ku em malbatê dizanin, em nabêjin. Ma piştî ev qas dane û agahiyan ma nayê peydakirin… Her wiha ji bo ku malbatê biparêzin, dibe ku bûyerê biavêjin stûyê kesekî. Çimkî ger malbatê ji vê bûyerê rizgar bikin, wê malbat zêdetir girêdayî dewletê be. Bi guman in û dibêjin ku ger em vê malbatê rizgar nekin, gelo dibe ku hin malbatên din ên girêdayî dewletê bibêjin ku wê heman yekê bînin serê me jî.
Rola dikeve berê hêzên demokratîk çi ye? Divê kakofonî nebe. Her tişt tê nîqaşkirin û tê xumamîkirin. Bi vî awayî dewlet jî û kesên dixwazin vê cinayetê veşêrin jî sûdê ji vê xumamîbûnê werdigirin. Tevgerên jinan û gelê kurd xwedî li Narîna biçûk derketin. Ev yek girîng e. Divê ev yek zindî were girtin. Divê weke wijdana civakî li ser piyan bê girtin. Ev ne etenê ji bo qetilkirina Narînê, ji bo cinayetên din jî divê ev wijdan tevbigere. Dema ku ji aliyê dewletê ve zarokeke kurd hate qetilkirin, divê rabin ser piyan. Li metropolan êrîşî kurdan dikin. Divê ev wijdan rabe ser piyan. Bi min divê hêzên demokratîk û hêzên muxalîf baş werin nirxandin.
Rêbertî tim ev yek anî ziman… Kapîtalîzm civakê belav dike û Rêbertî jî têkildarî vê yekê gotiye; ‘Civak namire. Çimkî ev nirxên civakî bi hezaran salan pêk hatine. Bi deh hezar salan pêk hatine. Însan jixwe hebûneke civakî ye. Ger însan weke hebûneke civakî bimîne, teqez wê li dijî van yekan bertekên xwe nîşan bide. Li Tirkiyeyê jî Erdogan heye ku bi rastî jî li seranserê cîhanê keseke bi qasî Erdogan bêexlaq tune ye. Bêwijdan e. Tu kes bi qasî wî berjewendiyên desthilatdariya xwe nafikire. Got; ‘Her çi zarok jî be jin jî be, em ê ya hewce bikin.’ Vaye zîhniyet ev e. Mela nizanim çi bike, wê cimeet çi bike. Got ku her çi zarok jî be jin jî be em ê bikujin û kuşt. Li Rojava jî kuşt, li Kurdistanê jî kuşt û hê jî dikuje. Ji ber vê yekê ev desthilatdariya AKP’ê desthilatdariye bê wijdan e û divê zêdetir bêexlaqiya wan were aşkerekirin.