Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û xurt hatin kirin. Li ser van tespîtan biryar hatin girtin. Ji bo ev biryar têkevin meriyetê divê rêbazên rêxistinkirinê dewlemend bikin. Hem DBP û hem jî rêxistinên civakî ku tev li pêvajoya rêxistinê bibe divê bi awayekî kolektif û bi dîsîplîn vê bername û plansaziyê têxin meriyetê. Berî her tiştî kesên pêşengiya vê xebatê bikin divê di serî de xwe baş perwerde bikin û li ser vê xebatê rê û rêbazan zêde bikin.

Di aliyê tespîtan de zêde pirsgirêk tune. Ji xwe Rêber Abdullah Ocalan di aliyê girîngî û wateya rêxistin û rexistinkirinê de ji dema avakirina PKK’ê heta niha bi sedan caran nirxandin kirine û fikrên xwe parve kirine. Rêber Abdullah Ocalan di nîşeyên hevdîtinê yên 2007’an de, gelek caran kurd û rêxistinên kurdan hişyar kir û xwest xwe bi rêxistin bikin. Bal kişand  ser lîstik û polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kurdan û rêxistinên kurdan. Xwest kurd û gelên ku mafê wan tê xwarin bi her awayî di bin sîwanekê de kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Rêber Abdullah Ocalan di 2007’an de gotibû “AKP hemû derfetên dewletê bikar tîne û xwe bi rêxistin dike. Dê bi ser kurdan de biçin. Nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî şaredariyên DTP’ê diyar e. Eger DTP di aliyê siyasetê de cîddî nêzik nebe, AKP dê wê derbas bike. Siyaset hunera dîtina dûr e. Berê jî min xwest rêxistina demokratîk a gel pêş bixin. Bi hezaran rêxistinên civakî gel bi rêxistin bikin. Ez dîsa dibêjim. Hûn vê dorpêçê dikarin bi rêxistinbûnê derbas bikin. Li pişt AKP’ê DYA û hêzên navdewletî hene. Divê DTP di nava gel de xwe bi rêxistin bike. AKP diçe nava ge. Divê DTP hezar qat bi qasî AKP’ê bixebite. Divê li gorî hewcedariya Civaka Demokratîk gund bi gund, tax bi tax heta kolan bi kolan xwe bi rêxistin bike. Divê di her alî de xwe rêxistina demokratîk pêş bixe.”

Di ser van hişyariyê Rêber Abdullah Ocalan re 17 sal borîn. Îro em dibînin ku AKP di van salan de çawa nêzî gelê kurd û rêxistinên civakî û demokratîk bûn. Em dibînin ku bi rastî çawa dewletê ji bo berjewendiyên xwe wekî amûr bikar tîne. Em dibînin ku AKP bi van kiryarên xwe çiqas xizmeta MHP’ê dike. Her roj polîtîkayên înkar, îmha û tunekirinê pêş dixe. Li kîder kurdê bi rêxistin hebe û kurdên li doza xwe û mafê xwe xwedî derdikeve dike hedefa xwe. Rêber Ocalan berê jî gotibû “Yên xwe bi rêxistin nekin, dê di nava vê pergalê de parçe bibin û piştre tune bibin.” Bi rastî jî em dibînin pergal ji bo kurdan tune bike û her roj ziman, çand û nirxên pîroz qedexe dike. Gund, çiya û zozanan qedexe dike. Definkirina cenazeyan qedexe dike. Çalakiyên demokratîk û zagonî qedexe dike. Govend, dawet û şahiyên kurdan qedexe dike. Hem şîna kurdan û hem şahiyên kurdan qedexe dike.

Ev qedexe û zextên li ser kurdan hemû sedema xweristinkirinê ye. Eger 20 sal berê ango 17 sal berê partî û rêxistinên kurdan, saziyên sivîl û demokratîk guh dabûna Rêber Abdullah Ocalan û xwe di nava gel de bi rêxistin kiribûna, AKP îro ew qas xwe bi hêz nedikir. AKP’ê îro şerê bi SÎHA’yan li ser gelê kurd nedimeşand. Em dibînin ku kurd li Mexmûrê be jî, li Şengalê be jî, Li Silêmaniyê be jî eger nasname kurd be, ji bo dewleta tirk sedema êrîşê ye. AKP li dijî nasnameya gelê kurd sînoran nas nake û bi SÎHA’yan êrîş dike.

Dema êrîşên li ser kurdan sînoran nas neke, divê kurd jî di rêxistinbûnê de êdî sînoran nas nekin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê komxebata li ser rêxistinbûyînê pêk hat gelek erênîe û di cih de ye. Her çend dereng mabe jî ya girîng, pratîk e. Divê bi lez van biryaran têxin meriyetê. Ev biryar ji bo hemû sazî û dezgehên kurdan derbasdar e. Divê her endamekî sazî û rêxistinên kurdan vê hişyarî û peyvirê li ser xwe ferz bibîne û berî her tiştî xwe bi rêxistin bike. Heta kesek xwe bi rêxistin neke, dê nikaribe civakê jî rêxistin bike. Divê em ji bîr nekin em kesên pêşengiya civakê dikin, em çiqas bi rêxistin û dîsîplîn bin, em ê ew qas karibin bêtir civakê û gel bi rêxistin bikin. Em çiqas bi rêxistin û plan bin, em çiqas bi biryar û bawerî bin, em ê li gorî wê ew qas karibin gel bi rêxistin bikin. Em çiqas gel bi rêxistin bikin, em ê ew qas hêz, moral jê bistînin. Em ê ew qas karibin ruh û kelecanek nû ava bikin. Ew hêz, potansiyel û baweriya me heye. Lê divê em van biryarên xwe taloq nekin. Divê em baş zanibin ku em çiqas taloq dikin, ew qas valahî çêdibin. Çiqas valahî çêbibin, pergal feraset û hişê xwe têde bi cih dike. Ev feraset û hişê pergalê di bedena me de nexweşiyê çêdike. Divê em destûrê nedin ku pergal nexweşiya xwe di hiş û bedena me de belav bike.

Em çiqas zû hiş û feraseta pergalê ji bedena xwe paqij bikin û xwe bi rêxistin bikin em ê ew qas karibin gel û civakê jî bi rêxistdin bikin û biparêzin. Em çiqas gel û civakê bi rêxistin bikin, gel û civak jî dê ew qas li me xwedî derkeve û rêxistinbûnê biparêze. Em bi gel, gel jî bi rêxistinbûnê xurt e.

Nûçeyên Têkildar