Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rojnamevana Tunisî: Jin, Jiyan, Azadî bûye cîhanî

Rojnamevana ji Tunisê Zihûr El Meşreqî destnîşan kir ku Jin, jiyan, azadî" ji bo azadiya jinan li seranserî cîhanê bûye dirûşma berxwedanê û anî ziman ku divê jin bi hev re li hember zihniyeta baviksalariyê li ber xwe bidin.

Bi boneya salvegera duyemîn a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku li rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ve îlona 2022’yan dest pê kiriye, çalakvan û rojnamevana tunisî Zihûr El Meşreqî peyameke piştgiriyê ji jinan li Îranê re şand.

Zihûr destpêkê tevahî jin silav kirin û got: “Ji Tunisê, ji dergûşa şoreşên ereban, ez jinan li Îranê, Sûriye û Iraqê û seranserî cîhanê yên ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin, silav dikim.”

Zihûr îşaret bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” kir û diyar kir ku ev dirûşm bûye cîhanî û got: “Ev dirûşm bi azadiya jinan bi ser ket û ji hîcabê bi zorê re got na. Ji bo azadiya jinan li seranserî cîhanê û berxwedana li hember zilm û zordestiyê bû dirûşm û sembol.”

Zihûr destnîşan kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li Îranê li Sûriye, Iraq, Tirkiye, Asya, Hindistanê û heta Afrîkayê deng vedaye û dengên jinan bi dirûşma “Ji azadiyê re erê ji jiyanê re erê û ji vînê re erê” û “Ji bikaranîn cinsî, aborî û siyasî re” bilind bû.

Zihûr bal kişand ser kuştina Jîna Emînî û wiha axivî: “Ne tenê Jîna hate kuştin lê jinên azadîxwaz û demokrat ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hatin kuştin. Ji ber hîcabê Jîna hate kuştin û li Rojhilata Navîn jî jin ji ber hîcanê hatin kuştin.”

Zihûr di dawiyê de wiha anî ziman: “Divê jin bi hev re li hember zihniyeta baviksalariyê li ber xwe bidin. Ji mafê me ye, em dawa mafên xwe yên giştî bikin, di qada siyasî de çalak bin, em ti wesiyekî naxwazin. Em îro bi yekrêzî li hember zihniyeta baviksalariyê tê dikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar