Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gerîlayên azadiyê 9 dagirkerên tirk ceza kirin

HPG'ê dauyand ku hêzên gerîla li herêma Zapê li dijî dagirkerên dewleta tirk a dagirker çalakiyên xurt kirine û di encamê de herî kêm 9 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li hemberî dagirkerên tirk daxuyanî da. Daxuyanî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

17’ê îlonê saet di 16:17’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyên qedexekirî bombeyan li tunelên me yên şer bibarînin, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di encama çalakiyê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18’ê Îlonê saet di 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên şer, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin 2 dagirker hatin cezakirin.

17’ê îlonê saet di 17:35’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

18’ê Îlonê saet di 15:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer, bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

18’ê îlonê saet di 17:50 û 18:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

18’ê îlonê saet di 20:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me bi çekên nîv otomatîk li tankekê xistin ku hewl dida bombeyan li tunelên me yên şer bibarîne. Piştî vê destwerdanê tank neçar ma xwe vekişîne.

17’ê îlonê saet di 11:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kepçeyeke dagirkeran bi çalakiya bi çekên nîv otomatîk hate rawestandin.

17’ê îlonê saet di 15:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi teknîkeke taybet li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, bombeavêjeke bi zincîr û cebilxaneyeke dagirkeran hate teqandin û îmhakirin.

Li Herêma Metînayê;

18’ê îlonê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyeke bombebarkirî ya dagirkeran bi sûîqestê hate xistin.

18’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan li pêşberî tunelên me yên şer bi cih bibin. Piştî destwerdana hêzên me dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

18’ê Îlonê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

17 û 18’ê îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Goşînê, Kendekola, Sinînê û Berbizinê 11 caran, li Herêma Garê qadên Dêrîk, Bilindbazê, Kanîsarkê, Xêrê û Sêdarê 9 caran, li Herêm Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Qendîlê qadên Bêpala, Girê Şehîd Hîwa 6 caran; bi giştî 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17 û 18’ê îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 2 caran; bi giştî 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar