Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

KCK: Konseya Wezîran a KE’yê sûcên dewleta tirk rewa dike

KCK’ê diyar kir ku biryara Komîteya Wezîran a KE’yê sûcên binpêkirina mafan a dewleta tirk rewa dike û wiha got: “Nêzîkatiya li hember Rêber Apo, ancax bi pênasekirina sûcê li dijî mirovahiyê dikare bê ravekirin. Em bang dikin ku li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletiya dîrokî helwesteke xurt nîşan bidin û li ser vê bingehê bikevin nava tevgerê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxuyanî da. KCK’ê diyar kir ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin sîstema êşkence û qirkirinê de tê ragirtin û got ku ev 4 sal in hemû têkiliyên wî ya bi cîhana derve re di bin navê tecrîda mutleq de hatine qutkirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarê mijarê bi vî rengî ye:

Ji 20’ê îlona 2024’an û vir ve helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li hemberî hiqûqa mafê hêviyê di nava rojeva raya giştî de cih girt. Li gorî çapemeniyê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku dewleta tirk hiqûqa Mafê Hêviyê bicih neaniye weke binpêkirina maf nirxandiye û ji Tirkiyeyê xwestiye, gav biavêje. Ji bo vê jî salek dem da Tirkiyeyê. Lê belê dewleta tirk bi rengekî vekirî pêşî li Rêber Apo digire ku ji vê qanûnê sûdê negire û diyar dike ku dê vê helwesta xwe jî bidomîne. Ji bo ku Rêber Apo sûdê negire, serlêdanên girtiyên din jî tên redkirin û pêşî li sûdwergirtina ji vê qanûnê digirin. Tevî ku helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê yê faşîst, nijadperest û êşkencekar bi vî rengiye, negirtina biryarên pêwîst ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û dem dane Tirkiyeyê paradokseke cidî ye û nêzîkatiyeke nayê qebûlkirine. Nêzîkatiyên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê li holê ne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên qirkirina kurdan bi cih tîne û ti rêgezên qanûn, exlaq û hiqûqê li ber çavan nagire. Nêzîkatiya wî ya li hember Rêber Apo jî di nav vê çarçoveyê de ye. Hem nehiştine ku Rêber Apo ji qanûna “Mafê Hêviyê” sûdê werbigire û hem jî li Îmraliyê sîstemeke tam a êşkence û qirkirinê tê meşandin. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin sîstema êşkence û qirkirinê de tê ragirtin. Ev 4 sal in hemû têkiliyên wî ya bi cîhana derve re di bin navê tecrîda mutleq de hatine qutkirin. Ligel ku rastî ev e, dem dayîna dewleta tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ku bi pergala Îmraliyê re sûcê herî giran ê mirovahiyê pêk tîne, di cewhera xwe de telorekirin û rewakirina wê ye. Bendewariya ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew bû ku, bêyî dem daba dewleta tirk, bixwesta ku gav bavêje. Bi nekirina vê re û dem dayînê re encameke helwesteke nediyar derxist holê.

Dewleta tirk heta roja îro bi desteka ku ji hêzên derve wergirtiye, bi taybetî DYA’yê û dewletên Ewropayê qirkirina Kurdan pêk aniye. Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hat kirin jî bi desteka van hêzan hat kirin. Niha jî, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi desteka DYA’yê, Îsraîl, NATO û dewletên Ewropayê polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan didomîne. Saziyên Ewropayê jî heta roja îro li gorî berpirsyarî û mîsyonên xwe tevnegerîne. Hem ji bo bicihanîna her du xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî ji bo pêkanîna hiqûqa gerdûnî helwesteke pêwîst nîşan nedan. Di mijara kurdan û Rêber Apo de, her çend bi awayekî aşkere dewleta tirk maf binpêkiriye û sûcên giran pêk aniye jî an bêdeng mane yan jî qels tevgeriyane. Beriya niha jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku Rêber Apo bi awayekî adîl nehatiye darizandin û ji ber vê yekê divê ji nû ve bê darizandin, ji aliyê dewleta Tirk ve bi cih nehat anîn. Lê belê li hemberî vê yekê tiştek nehatiye kirin. Dîsa CPT’yê ji bo ji holê rakirina sûcên zelal û binpêkirinên hiqûqê ku bi xwe tesbîtkiribû ti gav neavêt, her carê bi dem dayîna Tirkiyeyê re li hemberî xwe kete nava nakokiyan û binpêkirin rewa kir. Niha jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nêzîkatiyeke bi heman rengî esas girtiye û dem daye Tirkiyeyê. Lê belê li hemberî binpêkirina mafan ên ku bi awayekî eşkere tê pêkanîn û tecrîda mutleq ku bi ti awayî nayê ravekirin û qebûlkirin, diviyabû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tavilê gav biavêta. Diviyabû helwesta wan di vî alî de baya. Di vê wateyê de helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê qelse û binpêkirina mafan a ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, rewa kir.

Dewleta tirk a qirker-mêtinger û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi dagirkirina Kurdistanê û êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê û gerîlayê azadiyê re, dixwazin komploya navneteweyî bi tecrîda mutleq a li Îmraliyê bidomînin û qirkirina Kurdan li ser vê bingehê pêk bînin.Bi desteka ku ji derve werdigire, mîna ku heta niha kiriye, hewl dide vê bike. Li hemberî sûcên herî mezin ên dîrokê ku dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê di çarçoveya polîtîkayên qirkirina Kurdan de kirine, divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Saziyên Ewropayê bi taybetî Konseya Ewropayê û hemû saziyên xwedî berpirsyarî divê bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji ber xespkirina giran a mafan û sûcên li dijî mirovahiyê, divê helwestek ne dem bide Tirkiyeyê, berovajî gavê pê bide avêtin were pêşxistin.

Em ji vê derê bang li hemû sazî û kesayetên mafên mirovan diparêzin bi taybetî li hiqûqnasan dikin: nêzîkatiya li hember Rêber Apo, ancax bi pênasekirina sûcê li dijî mirovahiyê dikare bê ravekirin. Nêzîkatiya dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hember gelê kurd û Rêber Apo di esasê xwe de êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em bang dikin ku li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletiya dîrokî helwesteke xurt nîşan bidin û li ser vê bingehê bikevin nava tevgerê.

Gelek biryarên ku heta roja îro ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatin girtin, nîşan dide ku dewleta tirk maf, hiqûq, edalet, wijdan û exlaqê binpêkiriye. Biryara binpêkirinê ya ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve hate girtin jî, ev karakterê dewleta tirk û rastbûna têkoşîna li dijî wê careke din îspat kiriye. Ji vî alî ve her kesên tevlî Pêngava Azadiyê dibin û destekê didin, bi taybetî jî gelê Kurdistanê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewamkirin û xurtkirina vê têkoşînê gelekî girînge. Li ser vê bingehê divê hemû gel, bi taybetî gelê Kurdistanê, jin, ciwan, hêzên şoreşger-demokratîk-azadîparêz li dijî vê êrîşkarî, dagirkerî, tecrîd û qirkirinê têkoşîna azadiyê ya cîhanî xurt bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar