PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Meşa ciwanan a ji bo azadiya Rêber Apo bi dawî

Meşa Dirêj a ciwanên kurd û enternasyonal ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Duisburgê bi dawî bû.

Ciwanên kurd û ciwanên enternasyonal bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 15’ê Îlonê de li bajarê Bîelefeldê yê Almanyayê hatibû destpêkirin. Meşa Dirêj a ciwanan tevî provokasyonan jî li Duisburgê bi dawî bû.

Ciwan di saetên sibehê de li kolana Marxloh-Pollmanê hatin ba hev, daxuyanî dan çapemeniyê û bi coşeke mezin di roja dawî de meşa xwe pêk anîn.

Meş di bin dorpêçeke giran a polîsan de pêk hat û di dawiya meşê de polîsan êrîşê çalakvanan kir. Gava ku polîsên Elman hewl dan di nava çalakvanan de ciwanekî binçav bikin, ciwanan bi dirûşmên “Bijî berxwedan Îmraliyê” û “Bijî Serok Apo” xelekek ji mirovan ava kirin. Li hemberî helwesta ciwanan polîsan paşve gav avêt.

Dema meşa Dirêj li pêşiya HBF a Duisburgê bi dawî bû, polîsan dîsa ciwanên ku govend digerandin dorpêç kirin. Lê belê dema li vê derê jî heman helwest hat raberkirin, polîsan ev dorpêç rakir.

Danê êvarê jî ji bo şeva kêfxweşiyê bê lidar xistin ciwan derbasî salonê bûn.

Ciwan, wê ji bo 32’yemîn Festîvala Çandê ya Kurd a Navneteweyî ku li bajarê Frankfûrtê bê lidarxistin derkevin rê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar