Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

KCK: Wê pêngava azadiyê ya gerdûnî bi ser bikeve

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku têkoşîna me têkoşîna hebûn û azadiyê ye, berxwedan û têkoşîna çandê ye û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku gel û dostên me wê pêngava azadiyê ya gerdûnî bênavber bimeşînin û bigihîjin serkeftinê.”

32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a ku bi temaya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, em Rêber Apo azad bikin” dewam dike, bi xwendina peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê berdewam kir. Peyama KCK’ê ji aliyê Siyasetmedar Necdet Atalay ve hat xwendin.

Di peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hat gotin, “Berî her tiştî, em 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd silav dikin. Em gelên xwe û dostên xwe yên ku beşdarî vê festîvalê bûne, bi dilekî germ silav dikin, hurmetên xwe diyar dikin.”

Weke gel û Tevger, em di têkoşîna xwe de di pêvajoyeke dijwar û krîtîk re derbas dibin, ku dê çarenûsa gel jî diyar bike. Tê zanîn ku rejîma faşîst a dagirker û qirker a AKP-MHP’ê li dijî Tevger û têkoşîna me, bi taybetî bi ‘plana çokdanînê’ ya di deh salên dawî de şerekî dijwar dimeşîne, lewra Tevgera me ji bo xwe weke pirsgirêkeke man û nemanê dibîne. Lêbelê, wan heta niha nekariye encama ku dixwestin bi dest bixin. Ji ber ku stratejiyên wan ê şer xwe dispartin teknîkê û ev jî ji aliyê gerîlla ve hatin pûçkirin, krîza civakî ya giran a aborî ya ku ji ber şer hatiye afirandin, gihîştiye asta bêtehemûlbûnê û dawiya desthilatdariya şerê qirêj li Tirkiyeyê nêzîktir kiriye. Bêguman her çi qas berdêlên wê giran bin jî, têkoşîna me ev desthilaa faşîst aniye vê derê. Beriya her tiştî berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, bandora Pêngava Azadiyê ya global, têkoşîna bênavber a gelê me û îradeya Gerîllayê Azadiyê ya li hember her cure teknîk û çekên kîmyevî yên dijmin li ber xwe dide ev pêk anî. Her wiha zîrektiya gerîlla ya di warê gihiştina asta teknîk û amûrên teknîka dijmin a pir pê bawer bû pûç dike; dîsa di taktîk û teknîkê de xwe nûkirina gerîla, hilweşîna faşîzmê bileztir kiriye.

Ji ber ku hêviyên hêzên qirker ên faşîst ên AKP-MHP’ê hatine şikandin û fêhmkirin ku nekarîn bi serê xwe encamên dixwazin bidest bixin; li ser bingeha tifaqa li dijî Kurdan û Tevgera me, li herêmê, ti tawîz nîne ku nede. Erdoganê ku heta duh li dijî rejîma Esad dijminatiyek mezin dikir, di encama dijminatiya Kurdan de hate asteke ku bi israr li ser hevdîtina Esad û têkoşîna hevpar a li dijî Kurdan biperpitê. Dîsa li Iraqê û li Başûr, her cure hevkarî û dijminatiya PDK’ê ya li hemberî PKK’ê bi Komara Tirk re ji destpêkê ve hebû, lê têra wan nekir, ji ber wê bi şantaj û israrek mezin xwestin Iraqê jî bikişînin nav vê hevkariyê. Di encamê de ji rewşa Iraqê ya lawaz û bêhêz jî sûd wergirtin û ew jî kişandin nav vê tifaqê. Di vê pêvajoyê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide konsepteke herêmî ya ku konsepta navneteweyî ya li dijî Tevgera me temam bike, pêş bixe. Dewleta qirker û mêtinkar a Tirkiyeyê, dijminê hemû Kurdan e. Berê jî dewletên ku li beşên din ên Kurdistanê serdest bûn, her tim di polîtîkayên li dijî Kurdan de dagirkeriya Tirkiyê ji xwe re wek mînak digirtin û siyasetên xwe diyar dikirin. Di halê heyî de dewleta dagirker û qirker a Tirkiyê îro li deverên din ên Kurdistanê de jî bi Kurdan re şer dike. Dixwaze bigihêje sînorên Mîsaka Mîllî. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava bi armanca pêkanîna vê planê ne.

Weke gelê kurd em hêzeke têkoşînê ya wisa ne ku ev nîv sedsal e bênavber di nav berxwedanê de ne. Em di pêvajoyekê wisa de ne ku rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn şênbertir bûye, her kes li gorî vê yekê amadekariyan dike û li gorî wê têkilî û hevsengî pêş dikevin. Di pêvajoyek weha de, hêz û bandora me ya têkbirina lîstikên ku dê li dijî hêzek şerker a wekî me pêş bikevin jî têne dîtin û zanîn. Bêguman di dîroka Kurdan de gelek berxwedanên demkurt pêş ketine, lê bi tundûtûjiyê û komkujiyan hatine tepisandin û xistine rewşeke qirkirinê ya ji berê girantir. Di qonaxa ku îro em gihîştinê de nehêsan e ku pêşî li Têkoşîna Azadiya gelê me ya ku nîv sedsalê dom dike were girtin û destkeftiyên wê were têkbirin. Di dîroka Kurdan de cara ewil e Têkoşîna Azadiyê bi pêşengtî û rêxistineke bi vî rengî hatiye pêşxistin û nirxên azadiyê yên mayînde hatine afirandin. Têkoşîna me berhemên civakî yên girîng, hişmendiya azadiyê ya jêneveger û helwesta berxwedanê derxistiye holê. Şoreşa Vejîna Neteweyî ya ku veqetîna civaka Kurd a ji sîstema dagirker îfade dike, pêk hatiye.

Gelê me yê hêja,

Di têkoşîna gelekî de pêşengtiya şoreşgerî, bêguman girîng û diyarker e. Lê belê karektera têkoşînê ya serdema me nîşan daye ku têkoşînek tenê li ser hêzên şoreşger an jî gerîlla be, nikare serkeftina dawî û teqez pêk bîne. Ji bo wê, Rêber Apo, stratejiya têkoşînê ya pêvajoya nû weke Şerê Gel ê Şoreşgerî yê di bin pêşengtiya gerîla de diyar kir. Ev nayê wê wateyê ku hemû gel wek pêşeng û gerîlayan di nava têkoşîneke germ de be; lê ev tê wê maneyê ku divê gelê me hemû qadên jiyana xwe li gorî rastiya têkoşînê birêxistin bike û bi awayekî aktîf beşdarî şoreşê bibe. Lazim e gelê me qadên xwe yê jiyanê û têkiliyên xwe yên civakî, siyasî, aborî, çandî û dîplomatîk li gorî rastiya têkoşînê birêxistin bike û bibe beşek ji têkoşînê. Rêber Apo, ji bo gelê wisa dijî û birêxistin dibe got, “Rastiya gelê şerker”. Tu hêz nikare li hemberî tekoşîna mafdar a hêzeke gel a bi vî rengî bisekine.

Qada Ewropa ya ku hûn tê de ne, dibe deng û penceraya têkoşîna me ya ku li cîhanê tê bihîstin û xuyakirin. Ev qad di heman demê de cîhê ku Peymana Lozanê ya ku qirkirina Kurdan pejirand, lê hatiye mohrkirin e. Rola Ewropa ya di komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd de jî tê zanîn. Di Pêngava me ya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir de, roleke navendî ji qada Ewropayê re hat diyarkirin. Bi hevgirtina bi civakên Ewropî re, bibîrxistina berpirsiyariyên dewletên serwer û saziyên navneteweyî yên li Ewropayê û li ser wan sepandina çareseriyê girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku gel û dostên me wê pêngava azadiyê ya gerdûnî bênavber bimeşînin û bigihîjin serkeftinê.

Birêxistinbûna gelê me yê li Ewropayê 40 sal zêdetir li pey xwe hişt. Rêber Apo, nêzî 20 salan ji nêz ve bi rêxistina gel a li Ewropayê re eleqedar bû. Bi xebat û pêşengtiya rasterast a Rêber Apo re, rêxistineke civakî ya ku li Ewropayê tu tevgerê nikare ava bike, pêk hat. Gelê me yê li Ewropayê ji destpêka têkoşînê ve piştgirî û beşdariyeke girîng di Têkoşîna Azadiyê de pêk anî û roleke pir girîng lîstiye. Li gel ku gelê me yê li Ewropayê di her qonaxa têkoşîna me de rolek pir girîng lîstiye û rola rabirdûyê heta radeyek mezin pêk aniye jî, îro jî rol û berpirsyartiyên gelê me zêdetir û girîngtir bûne.

Ewropa, ji bo avakirina yekitiya neteweyî xwedî bingehek girîng e, ji ber ku gelê me yê ji çar beşên Kurdistanê li hev dicivîne. Li ser bingeha yekitiya neteweyî, ji bo pêşxistina rastiya me ya civakî, ku ji aliyê mêtingeriyê ve hatiye perçiqandin, derfetan pêşkêş dike. Bi taybetî di van salên dawî de, Ewropa ji ber polîtîkayên koçberiyê yên hêzên mêtinger li çar beşên Kurdistanê, gihîştiye nifûseke Kurd a zêde û hêja. Pir girîng e ku em gelê xwe yên ku neçar mane koçî Ewropayê bikin û ciwanên xwe li ber çerxên modernîteya kapîtalîst nehêlin, biparêzin. Dîsa bi derbaskirina nêzîkatiyên teng, perçebûyî û herêmî, ji her alî û beşan ve xwe gihaştina hemû gelê xwe; girîngtirîn xebata neteweyî ye. Li Ewropayê birêxistinkirina civaka Kurd, pêşxistina sîstema neteweyî ya demokratîk û saziyên wê, xebateke bingehîn û peywireke welatparêziyê ye.

Tevî ku têkoşîna me Şoreşa Vejîna Neteweyî heta radeyek girîng pêk anî jî, nirx û çanda me ya neteweyî di bin xetere û zextek mezin a dewletên dagirkerên Kurdistanê de ye. Bi taybetî jî dagirkeriya dewleta Tirk destkeftiyên Kurd, nirx û çanda Kurdî qebûl nake. Weke ku di demên dawî de hat jiyîn, rejîma faşîst êrîşî zimanê Kurdî û govendê jî dike. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi zextên li ser çand, ziman û nirxên me yên civakî û neteweyî re sînordar namîne. Ji bo ku gelê Kurd bixe rewşeke ku li dijî nirxên xwe yên civakî, têkoşîn û azadiyê ye, bi tundî her pîvan û rêbazên şerê taybet bi kar tîne. Îro gelê me yê li Kurdistanê bi hezar rêbazan tê şantajkirin, bi tehdîdan dikin sîxur. Kiryarên şerê taybet ên wekî ciwanên me di nav tofana madeyên tiryakê û fuhûşê de hiştin, li Kurdistanê bûye rûtîniya dewleta dagirker. Weke gelê Kurd divê em çand û nirxên xwe yên civakî, li hember van êrîşên şerê taybet ên dijmin biparêzîn û pêş bixin. Qada ku em ê şerê taybet ê li ser tevahiya civaka me, bi taybetî jî ciwan û jinên Kurd vala derxin û bersivê bidine şerê taybet, qada çand û hunerê ye.

Li Ewropayê bingeh û derfetên pêşxistina çand û zimanê Kurdî hene. Lêbelê, bi qasî ku tê fêmkirin weke gel, me ev derfetan têra xwe nenirxandin e. Li Ewropayê zexteke wekê yê dewletên mêtinger û dagirkerên Kurdistanê tune ye. Lê belê tê gotin ku di gera lîberalîzmê ya li Ewropayê de zarok û ciwanên me ji civakbûn, nirx û çanda me dûr ketine û nikarin bi zimanê xwe jî biaxivin. Weke ku tê gotin, encama ku hêzên mêtinger û dagirker nekarîn bi siyaset û êrîşên xwe yên tinekirin û înkarê di sed salî de pêk bînin, bi dilxwazî pêk tê. Ev ji têkoşîna me ya ji bo hebûn û azadiyê paşmayîn e.

Weke gel em hîn jî di bin qirkirina civakî, xwezayî û çandî de ne. Di serdemek ku tê îdiakirin ku nirxên hevpar ên mirovahiyê zêde bûne de, mixabin em di berxwedanekê de ne ku çand û zimanê xwe zindî bihêlin. Weke Kurd, divê em bi çand, ziman û nirxên xwe yên civakî pêşî bibin em, xwebûna xwe pêk bînin da ku em bikaribin bi nirxên hevpar ên mirovî re jî bicivin.

Di vê wateyê de erk û berpirsiyariya bingehîn a welatparêziyê ya hemû welatparêz û gelên me yên li Ewropayê dijîn ew e ku çanda xwe zindî bihêlin, bijîn e. Axaftina bi kurdî, di malbat û saziyên me de di hemû têkiliyên me de divê wek nêzîkatiyeke prensîb pêş bikeve. Ji hewldanek takekesî bigirin heya pêkhateyên me yên sazî û birêxistinkirî, ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî li ser her zemînê, pêwîst e em di nav hewildanek xurt de bin. Ev helwest bi wateyeke teng ne Kurdperestî ye, helwesta azadiyê ye, helwesta mirovahiyê ye. Em weke Tevger, li ser esasên pirçandî û pirzimanî, li ser bingeha têgihîştina Neteweya Demokratîk û armanca pêk ve jiyana azad a gelan têdikoşin. Lê ji bo vê jî diyar e ku divê her gel, bi taybetî jî gelê Kurd, destpêkê bibin yê xwe û bi çand û nirxên xwe hebin. Ev festîvala ku li Ewropayê bûye kevneşopiyek û gelek festîval û xebatên din divê pêşî xizmeta pêşxistin û danasîna çandê bikin. Hunermendên me yê Kurd divê di serî de bi Kurdî muzîkê çêbikin; divê wêjevanên me bi Kurdî hîs bikin û bi Kurdî binivîsin. Rewşenbîrên me divê bi Kurdî bifikirin û gelê xwe bi Kurdî ronî bikin. Lukseke rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Kurdan a cudabûnê tine ye. Ji ber ku hunermend û rewşenbîrê gelê ku li dijî qetlîama çandî li ber xwe dide ne, divê li hemberî vê qirkirinê helwestên berxwedan û azadiyê pêş bixin.
Dînamîk a sereke ye ku gel dike gel, civakê ava dike û girêdayî vê yekê mirov dike mirov, çand e. Di serî de ziman, ji bo me mijara hebûn û azadiyê ye ku em hemû nirxên çandê yên ku di civakbûn û mirovatiyê de hatine avakirin, biparêzin. Têkoşîna me têkoşîna hebûn û azadiyê ye, berxwedan û têkoşîna çandê ye.
Ji bo gelê me yê Ewropa helwesta welatparêzî û berxwedanê ya bingehîn, parastina çand, ziman û nirxên civakî yên têkoşîna me; li ser esasên jiyanîkirin, parastin û pêşxistina çanda xwe ye. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku gelê me dê di mijara hebûn û azadî xwe de, parastin û pêşxistina çanda xwe de ji her demê hestiyartir be û dê wan zindî bihêle. Em di têkoşîna we de serkeftinê dixwazin.

Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bersiv da peyama KCK’ê.

Di dema ku peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hate xwendin, Meşa Dirêj a bi pêşengiya ciwanan 6 rojan dewam kir, li qada festîvalê bi dawî bû. Piştî ku ciwan hatin qadê, polîsên Elman nehiştin ciwan bi tişortên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kiribûn bikevin qada dikê. Lê di encama muzakereyên komîteya amadekar a festîvalê ya bi polîsan re, ciwan derbasî qada dikê bûn.

Ciwan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” ketin qadê û ji aliyê girseyê ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Çalakvanên Meşa Dirêj derketin ser dikê û girse silav kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar