Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Stêrk Gulo: Şehîd Seyîd stûnek çapameniya azad bû

Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku şehîd Seyîd Evran stûnek ji çapemeniya azad bû û wiha got: “ Bi hezaran şagirtên heval Seyîd ava bûn. Heval Seyîd gelek nifşên nû ava kir. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di beşa rojnamevaniyê de hevalê Seyîd wek xetekê dibînin. Çêkirina nûçeyekê heya kişandina wêneyekê bi şêwaza heval Seyîd Evran dikşînin.”

Rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû, zêdeyî 30 salan di xebatên Çapemeniya Azad de bi awayekî çalak cih girt. Evran di 22’yê îlona 2023’yan ji ber nexweşiya dil li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû. Rojnamevan û hevala wî ya têkoşînê Stêrk Gulo bi wesîleya salvegera şehadeta rojnamevan Seyîd Evran nerînê xwe anî ziman.

Rojnamevan Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîd Seyîd Evran û wiha got: “Demeke dirêj bû ku me heval Seyîd Evran nas dikir. Malbata wî di serhildanên Kurdistanê de, berxwedaniyek mezin meşandiye. Wî bi rihê welatparêzî yekîtiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî. Hem wek şoreşgerekî, hem jî wekî rojnamevanekî çapameniya azad xwe gihandibû lûtkeyeke mezin. Di derheqê serhildanên Kurdistanê de xwedî agahiyek mezin bû. Heval Seyîd hewl dida ku rastiya Kurdistanê derxîne rûyê erdê û bibe dengê rastiyê.”

Stêrk Gulo anî ziman ku Seyîd Evran kesayetek pir herikbar û bi tevger bû û wiha domand: “Jiyan tu cara li gel heval Seyîd nedisekinî û pir jêhatî bû. Ew bîra civakê bû. Di Çapemeniya Azad de xwedî bîr û bawerî bû. Dijmin hewl dide ku bîr û mejiyê gelê kurd vala bike û qir bike. Hevalê Seyîd li hemberî wê berxwedaniyeke mezin karê rojnamevaniyê dida meşandin. Her tim dixwest ku dîrokê nas bike û bide naskirin jî. Ji ber wê diçû kîjan herêmê bi erdnigariya wir û gelê wir re dijiya. Bi berfirehî lêkolîn dikir û dinivîsand. Heval Seyîd fedekar bû û ji hevalên xwe hez dikir, xwe nêzî dilê mirovan dikir. Hevaltiya wî pir paqij û xwezayî bû. Heval Seyîd zarokê şoreşê bû û bi xwe wek kesayet şoreş bû.”

Di dewama axaftina xwe de Stêrk Gulo ev tişt anî ziman: “Hevalê Seyîd Evran pişta xwe spartibû çiyayên azad. Li her girê ku şopa gerîlayên azadiyê tê de berxwedanî pêşxistibe, pênûsa xwe têhiştîbû. Hevalê Seyîd ne tenê rojnamevan û şoreşger mamosteyê jiyanê bû. Heval Seyîd rastî di rûyê gerîla de dît. Heval Seyîd pir hewl da ku Çapemeniya Azad pêş bikeve. Di damizerandina rojnameya Ozgur Ulkeyê de cih girt. Pîşeya heval Seyîd endazyarî bû, lê xwestek û pêşketina wî hemû kar û xebatê jiyanê de xwe dida pêş. Heval Seyîd kesayetek ku her tim xwe zindî dikir. Tevgera hevalê Seyîd a fizîkî derbas dikir. Enerjiya wî ya rih û fikrê wî bû. Her tim hest û fikrên azad dijiya. Li her 4 parçeyên Kurdistanê xebat meşand. Başûrê Kurdistanê herêm bi herêm malbat bi malbat nas dikir. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bû pêşengekek şoreşê. Hevalê Seyîd ji gel hez dikir, li wan guhdar dikir û nîqaş dikir. Heval Seyîd stûnek ji çapemeniya azad bû. Hezaran şagirtên heval Seyîd bi kesayeta xwe û bi kar û xebatê xwe da avakirin.”

Rojnamevan Stêrk Gulo biranînek xwe û şehîd Seyîd Evran dema bûyerek dişopandin wiha vegot: “Me bi hev re wek rojnamevan Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo dişopand. Baran dibarî û kameraya heval şil dibû. Kamera ji ber baranê diparast û digot; ‘pêwiste ev kêliyên niha ev şervan û milîtanên Rêber Apo dijîn, em bi hemû detayên wê bi cîhanê bidin guhdarkirin’. Hewl dida hovitî û terora DAIŞ’ê zindî derxîne pêşiya hemû cîhanê. Pir qetliamên çeteyên kujer ên DAIŞ’ê bi wênekeş û kamerayê kişand û bi temaşevanan da pêşandan. Hevalekî wêrek bû û her tim dengê rastî û heqîqetê bû. Hevalê Seyîd hemû erdngariya Rojavayê Kurdistanê geriya û nas kir. Her gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê geriya û gel re nîqaş dikir. Zarokê 7 salî û heya kalê 70’ê salî heval Seyîd nas dikirin û jê hez dikirin. Heval Seyîd her tim li hemberî neheqiyê têdikoşiya.”

Stêrk Gulo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heval Seyîd stûnek ji çapemeniya azad bû. Bi hezaran şagirtên heval Seyîd ava bûn. Heval Seyîd gelek nifşên nû ava kir. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di beşa rojnamevaniyê de hevalê Seyîd wek xetekê dibînin. Çêkirina nûçeyekê heya kişandina wêneyekê bi şêwaza heval Seyîd Evran dikşînin. Endamên Ragihandina Azad, ji Dêrikê heya Efrînê li ser şopa Seyîd Evran, Gulistan Tara, Rizgar Adamiş û hwd. dimeşin. Heval Seyîd her tim digot; ‘Ez şagirtê Gurbetellî Ersoz im.’ Kêlî bi kêlî rihê şehîdan re dijiya û ji bo pêşxistina şoreşê her tim di nava liv û tevgerê de bû. Em ti cara nahêlin ku pênûs û kamereya heval Seyîd û hevalên ji bo pêşxistina Ragihandina Azad şehîd bûne li erdê bimîne. Em hêz digirin ku em bi hevalên wek hevalê Seyîd Evran re jiyane. Bi mebesta salvegera şehadeta sala yekemîn de em wek hevrêyên wî yê Ragihandina Azad û têkoşînê, bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar