Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Başûr û Rojhilat di festîvala Payîzê de hatin cem hev

Her sal li navçeya Kelar a Germiyanê Festîvala Payîzê tê lidarxistin. Gelê Başûr û Rojhilat û 50 firoşkar bi berhemên xwe yên destan beşdarî festîvala îsal bûn. Firoşkaran xwestin buhayê standan di festîvalê de bên kêmkirin û gotin: “Festîvalên bi vî rengî giringin daku em şarezayê karên hev bibin.”

Li başûrê Kurdistanê her sal di demsala Payîzê de bi dehan festîvalên cûda tên lidarxistin. Yek ji van festîvalan jî Festîvala Payîzê ye. Li navçeya Kelar a Germiyanê bi beşdarbûna 50 firoşkarên ji deverên cûda yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala Payîzê di roja 21’ê îlonê de dest pê kir. Wê festîval heft rojan bidome. Beşdarvanên festîvalê karên xwe yên dest û xwarinên kurdewarî nîşan didin. Ji beşdarvanên festîvalê Gulnaz Ercûmen a xelkê Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê û Îsa Ehmed ê xelkê Kelarê ne li ser festîvalê û giringiya wê axivîn.

Gulnaz Ercûmen diyarkir ku ev çar sal in li başûrê Kursdistanê tevlî gelek festîvalan bûye û got: “Ev festîval ji bo jinan gelek başin daku bikarin ji malê derkevin û bikarên xwe yên dest tevli festîvalan bibin. Tiştek din a girîng ew e ku di van festîvalan de mirov hev nas dike û li karên din jî şareza dibe. Ez hêviya serkeftinê ji jinên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re dixwazim. Hêvîdar im jin hertim baweriyê bi xwe bînin.”

Di dewamê de Gulnaz Ercûmen aşkere kir ku wê salên berê bi ‘Şirîniya Kirmaşanê’ tevlî festîvalê dibû, lê îsal ji ber zêdebûna pleyên germahiyê wê ‘Şirîniya Suhan’ ku ji genim, ceh, gulberoj, gûz, fisteq, behîv û hingvên tê çêkirin, tevlî festîvalê bûye. Gulnaz got: “Ev şirînahî ji bo tendirustiyê gelek başe, şirîniyek bê ziyane, yek ji şirînahiyên herî xweş ên rojhilatê Kurdistanê ye.”

Îsa Ehmed jî têkildarî festîvalê wiha axivî: “Yekemîn care tevlî festîvalê dibim. Min bi xwarinên Kurdewarî tevlîbûna xwe ji festîvalê re kiriye. Ev çend sal in ez xwarinên urdewarî çêdikim. Ez bi berhemên wek hêjîrên hişk kirî, Hingîv, Doşava tûyê, doşava hinarê, çeres û gelek berhemên din tevlî festîvalê bûme.”

Di dewamê de Îsa Ehmed îşaret bi giraniya nirxê standên di festîvalan de jî kir û got: “Nirxê standên ku em digrin girane, ji bo du kolikan em 400 hezar dînar ji bo hefteyekê didin. Em daxwaz dikin nirxê van standan werin kêmkirin. Ger were kêmkirin, baştire û we ji bo me jî bibe alîkariyek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar