Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Hevseroka KNK’ê Zeyneb: Kurd xwedî paradîgma û berxwedana Rêber Apo ne

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku kurdên îro xwedî felsefe, paradîgma û berxwedana li Îmraliyê ye ku ji hêla Rêber Apo ve tê dayîne û wiha got:"Gelê me ji Bakur, ji Rojhilat, ji Başûr û ji Rojava dibêjin ‘Azadî bo Ocalan, azadî bo Kurdistanê’ yanî gihîştine vê baweriyê û hêviya wan ew e ku birêz Abdullah Ocalan bi zûtirîn demê azad be."


Dewleta tirk a dagirker ji 17’ê nîsana 2022’yan ve bi hevkarî û xayintiya PDK’ê êrîşên dagirkerinê li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Piştî “peymana ewlehiyê” 15’ê tebaxê ya di navbera Enqere û Bexdayê de hat îmzekirin, êrîşên li ser herêmê zêde bûn. Li gorî daneyên hin saziyên mafên mirovan ji serê salê heta meha Hezîrana 2024’an artêşa tirk 833 êrîş û bomberdûman li ser xaka başûrê Kurdistanê pêk aniye. Ji ber êrîşên dagirkeriyê zêdetirî 500 gundên herêmê hatine valakirin û bi dehan welatî hatine qetilkirin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad der barê geşedanên ku li herêmê diqewimin axivî. Zeyneb Mûrad diyar kir ku xaka Kurdistanê di roja îro de di qonaxeke taybet re derbas dibe, ji her hêlê ve êrîş hene û wiha axivî: “Dijminên gelê me, bi şeklê fizîkî, bi şeklê çandî êrîşî hemû nirxên gelê me dikin. Di kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan de, bi wê tecrîda ku li ser Îmraliyê dimeşînin, dixwazin vîna gelê kurd bişikînin. Bi wan êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê dixwazin vîna gelê kurd bişikînin. Dewleteke tirk a bi zinhiyeta faşîst tehemûlî wê yekê nake ku ciwanekî kurd bi zimanê kurdî, bi cil û bergên kurdî li qadan be yan straneke kurdî bibêje. Îran, Sûriye û Iraq jî li hember gelê kurd bi heman awayî ne. Lê hêza ku serkêşiya vê yekê dike û dixwaze sûdê ji vê qonaxa heyî ya cîhanê wergire, dewleta tirk e. Dixwaze temenê xwe dirêj bike, ji ber ku tevî ku ew qas sal e ku çek û teqemeniyên NATO’yê bi kar tîne, bi awayekî dirindane êrîş dike, nekariye bigihîje encamê. Çima? Ji ber ku gelê kurd xwedî vîn e. Kurdên îro ne wek kurdên sed sal berî niha ne. Kurdên îro xwedî felsefe ye, xwedî paradîgma ye, xwedî wê berxwedana li Îmraliyê ye ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve tê dayîn. Lewma şikandina vê vînê xeyalek e pûç e.”

Zeyneb Mûrad anî ziman ku ji mihrîcana dîrokî ya Frankfurtê kurdan, peyamek bihêz da û wiha pêde çû: “Ji ber ku em dibînin, gelê me ji Bakur, ji Rojhilat, ji Başûr û ji Rojava hatin qada mihrîcanê û bi dengê xwe bang dikin û dibêjin ‘Azadî bo Ocalan, azadî bo Kurdistanê’ yanî gihîştine vê baweriyê. Ne tenê gelê me, her wiha em dibînin li Ewropayê dostên gelê kurd ji gelê Kurd zêdetir bi coş in û hêviya wan ew e ku birêz Abdullah Ocalan bi zûtirîn demê azad be. Ji ber ku dizanin, bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pirsgirêka kurd û ew pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî çareser dibin. Lewma peyama me wek KNK, gelê me xwedî wê helwestê ye, gelê me li qadê ye, daxwaz dike, erk û berpirsyariyê dixe ser alî û partiyên siyasî da ku em bi yekîtiya neteweyî vê qonaxa hestyar derbas bikin. Xwedîderketina li nirxên neteweyî, li ax û niştiman ne erkeke partiyekê ye, ne erka aliyekî ye. Divê her kes xwedî li vê erkê derkeve. Hemû beşên civakê, jin, mêr, ciwan, pîr, kal hemû divê xwedî li vê erkê derkevin. Bangewaziya me zêdetir ji bo alî û partiyên siyasî ye. Ji ber ku erk û berpirsyarî dikeve ser wan. Çawa dikare xaka Kurdistanê bikeve bin pûtînên cendirmeyên tirk, bê dagirkirin lê helwest tune be? Bi rastî ev yek şermezariyeke pir mezin e.”

Zeyneb Mûrad bal kişand bi ser êrîşên li ser rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanan ên li başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Ji ber wê bêdengî û bêhelwestbûnê, dewleta tirk cesaret dike ku hemwelatiyekî kurd li ser axa Kurdistanê qetil bike. Ev yek zincîreyek e, dest pê kiriye lê ranewestiyaye. Wekî her kes dizane, van dawiyan, du rojnamevanên jin, dema ku karê xwe dikin, rastî êrîşekê tên û tên qetilkirin. Endamê KNK’yê, li ofîsa KNK’yê ya li Hewlêrê, şehîd Denîz Cewdet ku mamosteyekî zimanê kurdî bû, tekane xewna wî ew bû ku yekîtiya neteweyî pêk bê, bi rêya zimanê kurdî nasnameya kurd biparêze, em dibînin dibe armanca qatilekî ku ji hêla MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin. Em daxwazê ji hemû aliyan dikin, êdî bes e bêdengî li hember wan binpêkirinên ku li dijî gelê me tên kirin.

Karesateke pir mezin e ku zarokên kurd li ser axa Kurdistanê bêne qetilkirin. Rast e, gelê me heta radeyekê li hember vê yekê xwedî helwest e, lê têrê nake. Divê em bi ruhekî giştî bikarin van êrişan rawestînin û nehêlin ku careke din zarokekî kurd li ser axa Kurdistanê bê qetilkirin.Erk û berpirsyariya mezin dikeve ser hikûmetê li Herêma Kurdistanê. Tevî wan hemû binpêkirinên li başûrê Kurdistanê û li Iraqê, bêhelwestiyek heye. Em dibînin bi awayekî fermî li hember vê yekê tu helwestek tune ye. Ev yek cihê şermezariyê ye û ev yek wisa dike ku dewleta Tirk zêdetir pêşve biçe. Em hemû dizanin, armanca dewleta tirk jinavbirina hemû destkeftên gelê Kurd e, di destpêkê de jî sîstema federalî ya başûrê Kurdistanê ye. Armanca wê ew e, çi destkefteke gelê kurd hebe, divê nemîne. Divê her kes vê rastiyê bizane, lê mixabin em dibîni bêhelwestiyek heye. Bi fikra min ev yek metirsiyeke pir mezin e ji bo başûrê Kurdistanê bi xwe jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar