Xeleka 3’yemîn û ya dawî ji bernameya Destên Tarî li ser ekranên Ronahî TV hate weşandin. Di xeleka dawî de 3 sîxûrên din û mikûrhatinên wan tên weşandin. Her wiha hin mikûrhatinên sîxûrekî ku di beşa yekê de hatibû danasîn, di vê xelekê de cih digrin.
Di vê xelekê de tê destnîşankirin ku çawa li Kampa Berdereşê ya başûrê Kurdistanê, destdirêjî li jinên kurd hatiye kirin. Her wiha madeyên hişbir anîne Rojava û Ofîsên ENKS’ê, bûne cihê xelasiya sîxuran… Careke din nav, suret, cih û agahiyên leşkerî ji bo Parastin û MÎT’ê re hatine şandin.
Di xelekê de pêwendiya xurt û bi koordîne ya di navbera sîxur, balafir û madeyên hişbir de tê aşkerekirin. Girêkên wan, bi destê Parastin, ENKS’ê û MÎT’ê tên girêdan.
Di xeleka dawî de, rûyên 4 sîxuran derdikevin. Mihemed Ebas Seyda; sala 2020’an reviyaye başûrê Kurdistanê, lê li wir ji hêla Parastinê ve tê zeftkirin û dibe sîxurê MÎT û Parastinê. Keça xala wî, Bêrîvan Remedan Mihemed ji Rojava dernakeve, lê belê bi destê kurmeta xwe Mihemed bûye sîxur. Esed Merwan Hesen, nave Barzanî li xwe kiriye û sala 2015’an çûye başûrê Kurdistan bûye sîxur. Pismamê wî Burhan Ridwan Hesen ku ew di xeleka yekem de hatibû nîşandan, pê re kar dike. Herçar jî bi rêya xizmên xwe yên li başûrê Kurdistanê ketine xefka sîxurtiyê.
Sîxûrê bi navê Mihemed Ebas Seyda bi rêka apê xwe yê bi navê Ednan, derbasî başûrê Kurdistanê dibe û di nava istixbarata Parastinê de cihê xwe digire. Piştî derbasî Başûr dibe û sîxûrtiyê dike, ew jî têkliyan bi hin kesan li Rojava re saz dike û tê de, kesên bi navê Riweyda, Amir, Mihemed û Bêrîvan dike çavkaniyên xwe. Di nava wan de ya sereke jî Bêrîvan e û Bêrîvan jî hatiye girtin û karên qirêj ên kirine li xwe mikûr tê.
Sîxûrê bi navê Esed Merwan Hesen ku pişt re navê Barzanî li xwe kiriye, ji sala 2015’an ve ango 9 salin sîxurtiyê dike. Li derdora 20 saziyan geriyaye û agahiyek nemaye û nedaye Parastin û MÎT’ê. Ew û sîxurê bi navê Burhan Ridwan Hesen pismamê hev in û bi rêya apekî xwe ketine nava karê sîxûrtiyê. Apê herdu sîxuran Mihemed Xêr e. Ew wekî xuya dike, cihê xwe di nava koma bi navê Pêşmergeyên Roj de digire, lê di heman wextê de, ew di nava îstixbarata Parastinê de kar dike. Ew bi xwe, Esed, Burhan û Orhan dikişîne başûrê Kurdistanê û dike sîxur.
Wexta derbasî navenda Sêmêlê dibin, nexşeyeke rojavayê Kurdistanê li pêş wan datînin. Cihên sazî, navend, deverên xizmetê û tunelan nîşan dikin. Li tenişta wê, hejmara şervanên HSD’ê, zaniyarên li ser fermadar û pêşengan ji wan dixwazin. Ew destnîşan dikin ku agahiyên ku wan didan Parastinê, her demeke ji aliyê endamekî MÎT’ê yê bi navê Ferhat ku bi çend parazvanên rû girtî pê re ne ve dihatin birin. Qala hatina hin endamên din yên MÎT’ê li navenda Sêmêlê ya Parastinê jî dikin.
Agahiyeke sereke ji mikûrhatinên sîxûra bi navê Berîvan derdikeve holê ku Parastinê gelek caran cih û agahiyên di derbarê rêveberiya asayişê Dijwar Qamişlo xwestine û wan agahiya wî şandine. Herî dawiyê jî 3’yê îlona 2024’an bi êrişeke dagirkeriya Tirkiyeyê li taxa Um El-Fursan a Qamişloyê Dijwar Qamişlo şehîd bû.
Her wiha di mikûrhatinên van sîxûran de gelek caran hate eşkerekirin ku karekî sereke ya van sîxûran reşkirin û xirab nîşandayina Rêveberiya Xweser e. Van sîxuran bi kordîneya MÎT, ENKS û Parastinê karên qirêj dikin. Ji bilî karê ENKS’ê yê reşkirina Rojava û danîna zemîna sîxurtiyê, roleke diyar a ofîsên ENKS’ê yên li hundirê rojavayê Kurdistanê, di mikurhatinên sîxuran de aşkere dibe. Erka ku Parastinê daye van ofîsan xelaskirina sîxuran e. Sîxurê bi navê Mihemed aşkere dike ku eger metirsî li ser wan çêbibin, dê berî bidin navendên ENKS’ê. Lewma bi fermana parastinê dê deriyên wan vekirî bin û wan ji Hêzên Ewlekariyê biparêzin. Dîsa destnîşan dike ku di perwerdeyê de parastinê ji wan re gotiye, “hûn ê bidin dû mirovan, li civatan rûnên. Navê Rojava li ber çav û dilê wan reş bikin…Tim behsa tunebûnê bikin û rêya koçberiyê hêsan bikin…” Lewre aşkere dibe ku pêl bi pêl mirovan ji axa wan direvînin û davêjin çala sîxurtiyê.
Ji mikurhatinên wan diyar dibe ku sîxur ne tenê agahiyên ewlehiyê didin, lê belê bo mijarên civakî jî hatine erkdarkirin. Mînak, şebekeya Orhan, Bûrhan û Elî, di hindirê Kampa Berdereşê de, piştî ku bi destê Parastinê fêrî madeyên hişbir dibin, ew jî belav dikin. Bi vî rengî, didin dû ciwanên Rojava yên di hindirê kampê de û wan dixin xefka sîxurtiyê. Di vê mijarê de, sîxûrê bi navê Esed jî di heman eniyê de dixebite. Parastin fermanê dide wan ku van madeyan derbasî Rojava jî bikin qene karibin mirovan ji rê bibin û têxin dafika xwe.
Rêbaza destdirêjiya li ser jinan weke xelekên destpêkê di xeleka seyemîn de jî derdikeve holê. Her wekî di Kampa Berderşê ya ku xwedêgiravî ji bo pêşwaziya koçberên Rojava hatiye avakirin, îro bi roj di bin konan de destdirêjî li jinên kurd tê kirin. Sîxurê bi navê Burhan li xwe mikurtê ku li vê kampê şebekeyeke sîxûrên parastinê heye û êvaran li ser konan de digrin. Û mikur tên ku tenê sîxurên bi navê Burhan û Elî, destdirêjî li 2 jinên kurd kirine.
Xeleka 3’yemîn, weke beşa dawî ya Destên Tarî hate weşandin. Di dawiya xeleka seyemîn de, weke kurte û encama hersê xelekan tê destnîşankirin. Di van hersê xelekan de gelek planên xeternak yên Parastin, MÎT û ENKS’ê hatin eşkere kirin. Rûyên 13 sîxuran hatin naskirin û di mikurhatinên wan de, gelek armanc û rêbazên qirêj yên li dijî Şoreşa Rojava derketin holê. Her wiha gelek navend û cihên hişbir, destdirêjî û sîxurkirinê hatin eşkerekirin. Gelek bûyer, an jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêmê bi çi rengî hatine pêş xistin tên kişifkirin. Dîsa li pey polîtîkayên reşkirin, koçberkirin û xistina civakê de kîjan hêz hene bi belgeyên wê li ber çavan tê raxistin.
Tiştê herî girîng jî derket holê ku çavê hêzên ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser van planan û sîxûrên wan vekirî ye. Piraniya van sîxûran hatine girtin û ev armancên MÎT, ENKS û Parastinê hatine têkbirin.
Di dawiya bernameyê de jî, bangawazî ji bo jin, ciwan û civakê heye ku li hemberî hemû rêbaz û armancên dagirker û xiyanetkaran şiyar bin. Ji hemû temaşevanan tê xwestin ku “di dilê zarokên xwe de hezkirina welat biçînin.” Da ku li dijî van planan nebin pariyekî hêsan. Tê destnîşankirin ku têkiliyên mirovî û civakî, yekîtiya neteweyî ya kurd û hevgirtina gelan bersiva hemû sîxur, plan û êrîşan e.