Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Divê gelê Başûr xwe ji xeta xiyaneta PDK’ê azad bike’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku li pêşiya gelê Başûr du rê hene. Yan wê li hemberî vê xeta xiyanetê raperîna navxweyî bike. Yan jî li ser esasê demokratîkbûnê vê xeta xiyanetê ya ku xwe li ser dewleta tirk dimeşîne were hilweşandin. Di vê hilbijartinê de ev derfet heye ku gelê Başûr xwe ji vê xeta xiyanetê xwe azad bike.”

Dewleta tirk a dagirker bi hevkarî û sîxurtiya malbata Barzanî û çeteyan wan li başûrê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kirine û êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê bêyî navber didomîne. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewletan tirk a dagirker û xeta xiyanetê ya PDK’ê axivî.

Bayindir diyar kir ku dewleta tirk dixwaze statuya başûrê Kurdistanê bi dest bixe û anî ziman ku ev yek armanca dewleta tirk a stratejîk. Bayindir destnîşan kir ku PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk re li hemberî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd damareke xiyanetê pêş xistiye û wiha axivî: “Ev damara xiyanetê dixwaze xwe bi rengên cuda cuda serdestiya xwe li ser têkoşîna gelê Kurd bike. Dixwaze bi hevkariya xwe ya dewleta tirk re Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd a ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide bifetisîne. Bi her awayî êrîşên qirêj û hevkariyeke tarî li başûrê Kurdistanê dimeşe. Ne tenê li başûrê Kurdistanê, ji rojhilatê Kurdistanê heta bakurê Kurdistanê dixwaze bi şer desthilatdariya xwe bidomîne.”

Bayindir anî ziman ku dewleta tirk a dagirker bi her awayî çekên kîmyewî yên qedexekirî û yên sûcên dermirovahiyê di şerê li hemberî gelê Kurd de bi kar tîne û wiha pê de çû: “Cîhan li hemberî vî şerî polîtîkayeke durûtî dimeşîne. Îro dewleta tirk sûcê dermirovahî ya qirêj, li başûrê Kurdistanê li ser Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dimeşîne. Li başûrê Kurdistanê jin û ciwanên kurd bi êrîşên hewayî û sûîqestan tên qetilkirin. Ji Rojava bigirin heta Şengalê gelê kurd bi rêbazên sûîqestan û êrîşên hewayî di bin êrîşan de ne. Lê em dizanin bê kî rê dide van êrîşan? Ev êrîş çawa li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe? Divê êdî em nav li vê bikin û nîşan bikin. Ev jî rêxistina PDK’ê ye. PDK hebûn û destkeftiyên xwe li ser têkbirina Tevgera Azadiyê dibîne û dixwaze ji vê sûd wergire. Ji ber vê hevkariyeke mezin bi dewleta Tirk re dike. Têkiliyên wan li ser leşkerî, bazirganî û îstixbaratê ye. Ev têkilî li ser binpêkirina statuya gelê kurd e.”

Di dewama axaftina xwe de Bayindir li ser girîngiya yekîtiya gelê kurd rawestiya û wiha domand: “Divê êdî em vê yekê bi aşkere bibêjin. Îro pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya navxweyî heye. Em dikarin bibêjin ji bilî PDK’ê û xeta wê ya hevkariyê, yekitiyê ava bikin. Heke yekîtî ava bibe ev yekîtî wê li dijî xeta xiyaneta PDK’ê be. Ji ber vê yekê divê di nava gelê Kurd de hewlestek li hemberî vê xeta xiyanetê û dagirkeriyê bê nîşandan. Li bakurê Kurdistanê ji Silopiya bigre heta Serheda jorîn hemû gel li hemberî vê xeta xiyanetê û şer xwedî bi biryar e û bertek jî nîşan dide. Lê berpirsyarî û bar dikeve ser milê gelê me yê Başûrê Kudistanê.

Li pêşiya me li başûrê Kurdistanê hilbijartinek heye. Îro li pêşiya gelê me yê Başûr du rê hene. Yan wê li hemberî vê xeta xiyanetê raperîna navxweyî bike. Yan jî li ser esasê demokratîkbûnê vê xeta xiyanetê ya ku xwe li ser dewleta tirk dimeşîne were hilweşandin. Di vê hilbijartinê de ev derfet heye ku gelê Başûr xwe ji vê xeta xiyanetê xwe azad bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar