PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hakî Armanc: Dewleta tirk derbên giran ji gerîlayan dixwe

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc diyar kir ku li bakur û başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê berxwedeneke mezin nîşan didin û wiha got. “Gerîlayên azadiyê derbên giran li dewleta tirk a dagirker dixe. Her ku diçe şer kûrtir dibe. Dewleta tirk ji ber derbên ku ji gerîlayan dixwe, car caran bi rêya medyaya xwe agahiyên şaş û derew belav dike.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc li ser rewşa Bakur, êrîşên dewleta tirk û berxwedana gerîlayan nirxandinên girîng kir.
Hakî Armanc diyar kir ku di serî de Herêmên Parastinê Medyayê, dewleta tirk li hemû qadên Kurdistanê êrîşan pêk tîne û gerîlayên ku xwedî tecrûbeyên salan e jî ji bo ku derbên girantir li dijmin bixin û encamê bistînin amade ne. Hakî Armanc anî ziman ku artêşa tirk ji bo ku têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayan veşêre dixwaze bi rêya medyaya şerî peyama ku li Bakur gerîla nemane bide raya giştî û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Gerîla dikare li hemberî hemû hêza dewleta tirk a teknîkî xwe biparêze û gerîla çi dema dixwaze, dikare çalakiyan pêk bîne. Dewleta tirk van operasyonên xwe bi pêşengtiya notirvanên xayîn-hevkar pêk tîne.  Dîsa operasyon girêdayî hin agahiyên ku kesên îxanetkar didin, pêk tên. Ji destpêka têkoşîna çekdarî heya niha dijminî serî li rêbazên bi vî rengî daye.  Nexwe ne pêkan e ku artêşa tirk tevî hemû derfetên xwe jî li çiyayên Kurdistanê wiha bi awayekî bênavber operasyonan pêk bîne. Mixabin ku di van operasyonan de destê îxanetkar û hevkaran heye.’’
Nirxandinên ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc bi vî rengî ye:
Êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan têkoşîneke mezin tê meşnadin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê rewşa dawî çi ye?
Di destpêkê de ez Rêber Apo û hemû girtiyên di zindanan de silav dikim. Herî dawiyê li eyaleta Amedê şehadet pêk hatin, hevrêyên me Hebûn Pîro û Botan Osyan tevlî karwanê şehîdan bûn.  Di şexsê Heval Hebûn û Botan de ez hemû şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û dilsoziya xwe ji bo bîranînên wan dubare dikin.
A niha şerê mezin û têkoşîn bi tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nayê meşandin, tevgera me, gelê me û dostên me li her derê li dijî faşîzma dewleta tirk di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne. Têkoşîna mezin ji aliyê Rêber Apo li Îmraliyê tê meşandin. Gelê me û dostên me li çar perçe Kurdistanê û li seranserê cîhanê li hemberî êrîşên li ser destkeftî û hebûna gelê Kurd, têkoşîneke mezin didin meşandin. Bi taybetî jî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo gelê kurd û dostên wan di mehên dawîn de gelek mitîng, meş û çalakî pêk anîn û hê jî berdewam dikin. Çimkî azadiya fîzîkî ya  Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên herêmê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê li hemû qadan hemû kesên xwedî wijdan û nirxên azadî, mirovahî û wekheviyê diparêzin, piştgiriyê didin vê têkoşînê. Girêdayî vê yekê em dikarin diyar bikin ku li hemû qadan têkoşîneke mezin têmeşandin. Sekna Rêber Apo jî têkoşînê mezintir û xurttir dike.
Têkoşîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî perçeyeke têkoşîna giştî ye. Rast e; êrîşên dagirkeran yên li ser Başûr her roj zêde dibin. Dijmin armanc dike ku dagirkeriya li Başûr mayînde bike.  Li hemberî vê yekê gerîlayên azadiya Kurdistanê jî di nava têkoşîneke mezin de ne. Piştî mehên biharê li Metîna, eyaleta Şehîd Delîl û Xakûrkê dijminî xwest ku qada xwe berfireh bike, lê belê bi têkoşîneke mezintir rû bi rû ma. Di demên dawîn de ji Heftanînê heya Xakûrkê têkoşîneke mezin heye û çalakî jî bi awayekî bênavber dewam dikin. Têkoşîna ku li Zap, Xakûrk, Metîna û Heftanînê mezin dibe, derbên giran li dewleta tirk a dagirker dixe. Her ku diçe şer kûrtir dibe. Dewleta tirk ji ber derbên ku ji gerîlayan dixwe, car caran bi rêya medyaya xwe agahiyên şaş û derew belav dike. Çend rojan carekê daxuyaniyan didin medyaya şerê taybet. Dibêjin ku me ev qas êrîş pêk anîn û ev qasî gerîla kuştin. Gelekî ji êrîşên hewayî yên nîşan didin, li qadên valakirî ne û gerîla ne lê ne. Êrîşê li hemû qadan dikin.
Dijmin ji bo ku bandora berxwedaniya li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre û derbên ji gerîlayan dixe veşêre serî li propagandaya reş dide. Ev rêbaza dewleta tirk a şerê taybet e ku bi salan e vê yekê dike. Li gorî berê ev rêbaz zêdetir kirine.  Lê belê her ku diçe têkoşîna me mezintir dibe û wê mezintir jî bibe. Em bi taktîkên bandortir û dewlemendtir çalakiyan pêk tînin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê êdî pispor in. Gelek şehîdên me yên weke Şehîd Dogan Zinar û Axîn Mûş bi çalakiyên xwe yên tîmên bitevger, hem ji hewayî û hem jî ji bejahî derbên giran li dijminî xistin. Jixwe rewşa artêşa dijmin li ber çavan e. Hewl dide ku bi balafirên keşfê û êrîşên hewayî moralê bide leşkerên xwe. Sedema daxuyaniyên ku demên dawîn didin medyaya şerî jî ev e. Bi dewleta Iraqê re li hev kirin, disa ji îxaneta PDK’ê sûdê werdigirin û dixwazin êrîşeke hevpar pêş bixin. Gerîlayan li hemberî van yekan hemûyan tedbîrên xwe standine û xwedî tecrûbeyên bi salan e. Xwe tim ji bo ku derbên girantir li dijmin bixin û encamê bistînin amade dikin.
Dema dawî hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li bakurê Kurdistanê gerîla şehîd bûn. Herî dawî hate ragihandin ku fermandar Alan Milazgîr, Berwar Dersim û Serhat Patnos şehîd bûne. Hûn dikarin qala sekn û jiyana van fermandarên hêja bikin?
Li hemberî dijminê dagirker heta niha berxwedaneke mezin tê nîşandan û em berdêlên giran jî didin. Herî dawî hevalên Hebûn û Botan li Amedê şehîd bûn. Van hevrêyên me ji bo azadiya gelê me bi salan ked û têkoşîneke mezin dan. Hevalê Hebûn fermandarekî ciwan bû, li gelek qadan karekî serketî kir. Li her qada ku lê ma kedeke mezin da. Li hemberî deleta tirk a dagirker li bakurê Kurdistanê dixwest çalakiyên serketî bike. Ji xwe bi wê bawerî û biryardariyê derbasî qada Bakur bû. Hevalê Botan ê pê re şehîd bû ciwanekî ji Botanê bû. Bi salan li eyaleta Amedê ma, xwe bi xwe perwerde kir, li ser bingeha felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş ve bir û da ser şopa lehengên Kurdistanê. Ev herdu hevrêyên me bi berxwedaneke mezin şehîd bûn. Di heman demê de derbên giran li dijmin ê dagirker xistin. Hem derb li artêşa Tirk hem jî li xayinên tevlî operasyonê bûn û dan pêşiya dijmin xistin. Heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.
Heval Alan Milazgîr ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hevalekî kevn bû, li gelek qadan têkoşiya bû. Ji salên 1997-98’an û vir ve me hevalê Alan nas dikir. Ji Botanê tevlî kar bûbû. Li Gabar, Mawayê gelekî mabû. Kedeke mezin dabû, tevlî gelek çalakiyan bûbû, tevlî êrîşên li dijî dijmin bû, derbên giran li artêşa tirk xist. Hîn di ciwantiya xwe de tevlî karên cuda bû. Li ku derê çalakî hebûya tevlî dibû, ciwanekî li pêş bû. Salên dûr û dirêj li qada Dersimê ma. Li wir têkoşîneke mezin meşand, kedeke mezin da. Bi salan li Dersimê gerîlatî kir, fermandarî kir. Her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê demeke dirêj tevlî perwerdeyê bû. Piştre fermandarî ji eyaleta Zapê re kir. Herî dawî Fermandariya Îdare û Sewkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû. Li her qadê bi rola pêşengiyê radibû. Hevalê Alan weke fermandarekî ciwan li qada şer wezîfe kir. Li her qadê bîranînên xwe hebû. Herî dawî li tunelên şer ên Sîda Şehîd Dogan ên li herêma Zapê li dijî dijmin pêşengî ji berxwedaneke dîrokî re kir. Heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin ê dagirker şer kir û bi lehengî şehîd bû.Heval Berwar Dêrsim ku li herêma Gilîdaxê şehîd bû, di serî de Dersim li gelek qadan bi salên dûr û dirêj wezîfe kir û têkoşiya. Endama Hêzên Taybet bû, kesayeteke fedaî bû. Fermandarek bû ku bi sedan heval bi rê ve dibir. Hem di nava hevalên jin hem jî di nava hevalên mêr de bi vî rengî dihate naskirin. Di nava şert û mercên herî giran de jî hevrêyên xwe dixist nava liv û tevgerê, koordîne dikir û fermandareke şer bû. Li ser vê bingehê bi salan ked da. Salên dawî wezîfeya Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê bi cih dianî. Hevala Berwar di gelek raporên xwe, gelek bîranîn û nivîsên xwe hene. Hevala Berwar li ser taktîk, teknolojî, rê û rêbaza dijmin gelekî kûr dibû, têkoşîna li hemberî vê yekê lêkolîn dikir. Hem ji aliyê rêxistinî hem jî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve gelekî zane bû. Ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk, taktîkên dema nû û rêbaza şerê tîm ê pispor bi serketî bi cih bîne, tîmî xwe bi pêş ve dibir. Lewma em ê hevala Berwar ti carî ji bîr nekin.
Min hevrê Serhat Patnos jî demeke dirêj nas dikir. Pratîka xwe bi giranî li Botanê meşand. Hem şervan bû, hem jî salên dûr û dirêj wezîfeya fermandariya eyaletê kir. Li Xakurkê demeke dirêj ma, fermandarî kir. Lê belê herî zêde li Botanê ked da. Beşdarî gelek çalakiyan bû. Ji malbat û çandeke welatparêz bû, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û xeta azadiyê re diyar û kûr bû. Ji Botanê çend caran rapor ji rêveberiyê re nivîsî ku çalakiya fedaî bike. Di nava şert û mercên herî giran de dixwest li ser eta Zîlan çalakiyê bike. Li hemberî dijmin xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Ji xwe ji bo derbên giran li dijmin bixe derbasî herêma Botanê bûbû. Hem heval Alan, hem heval Berwar hem jî heval Serhat ji Serhedê bûn. Ji çandeke berxwedêr bûn, li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê tevlî perwerdeyê bûn û bi salan pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.
Şêxmû Milazgir jî li Serhedê şehîd bû. Heval Bêrîtan Nûrhak li herêma Kerboranê şehîd bû. Heval Herekol Gever, Axîn Gabar jî şehîd bûn. Van hevrêyên me bi berxwedan, sekna xwe şopên dewlemend ji me re hiştin. Weke hevrêyên wan em ê bidin ser şopa wan, azadiya kurd û Kurdistanê timî ji xwe re bikin armanc. Bi vî rengî em ê bibin hevrêyên wan. Em careke din di şexsê van ehvrêyan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku dilsozê wan bin.
Weke ku tê zanîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur bênavber dewam dikin. Li eyaleta Bakurê Kurdistanê rewş bi giştî çawa ye û hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Li temamiya eyaletên bakurê Kurdistanê bênavber operasyon hene. Herî dawî beriya 2 mehan li Amedê, bi taybetî li qada Botanê, Besta, Kato, Herekolê operasyonan destpê kirin û dewam dikin. Ji xwe dem bi dem di medya erê taybet de tê ragihandin ku li hin herêman qedexe hatiye ragihandin. Ji Dersimê heta Amed, Mêrdîn, Garzan û Serhedê li hemû eyaletan operasyon hene. Dijmin hewl dide bi rêya van operasyonan liv û tevgera gerîla rawestîne. Ji ber ku dijmin ji gerîlayên bakurê Kurdistanê ditirse. Ji ber vê jî bênavber operasyonan dike. Di şer de hin hevrêyên me şehîd bûn, dijmin çiqasî veşêre jî derbên gelekî giran xwar. Qet qala çalakiyên gerîla nake, zanin ku di şer de gelek windahiyên wan hene. Lê belê mîna ku qet çalakî nebûye, windahiyên xwe bi rengê qeza û rêbazên cuda eşkere dike.
Dixwaze hem ji raya giştî hem jî ji gelê kurd re bibêje li Bakur gerîla nema ye û bi vê yekê bide bawerkirin. Lê belê dem bi dem xwe bi xwe jî derew derdixîne. Madem gerîla nîne li hemû eyaletan çima operasyon bênavber têne kirin. Li hemberî van operasyonan gerîlayên bakurê Kurdistanê sekneke berxwedêr nîşan dide. Gerîla li hemberî hêza teknîkê ya dewleta tirk dikare xwe biparêze û dema dixwaze jî çalakiyan dike. Dewleta tirk van operasyonan bi serkêşiya cerdevanên xayin-noker dike. Berê jî rewş bi heman rengî bû. Ji destpêka têkoşîna çekdarî û vir ve dijmin serî li van rêbazan dide. Naxwe artêşa tirk li gel derfetên xwe hemûyan jî nikare li çiyayên Kurdistanê bi vî rengî operasyonên bênavber bimeşîne. Mixabin rola xiyanetkar û nokeran di operasyonan de heye. Di operasyonên dawî yên li Amedê de jî bi xwe gotin, hin cerdevan birîndar bûn.
Dema ku heval Hebûn û Botan ketin şer, dijmin windahiyên mezin da. Dijmin noker, xayinan bi kar tîne. Xayinên ku bi vî rengî xiyanetê li welat, gel, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikin wê cezayê xwe bibînin. Dijmin di van operasyonan de hem hêza xwe ya teknîkê hem jî sîxurên xwe bi kar tîne. Mehên Payîzê jî wê operasyon dewam bikin. Armanca wan ew e ku nehêlin gerîla amadekariyên bikin. Lê belê di şer de şehadetên me hebin jî dema ku mirov şer bi rengekî giştî dinirxînin, dibînin ku artêşa Tirk bi van operasyonan negihîştiye armanca xwe. Gerîlayên bakurê Kurdistanê wê ne tenê xwe biparêzin, di heman demê de li dijî dijminê dagirker wê çalakiyan jî bikin. Demsal jî li gorî vê yekê guncaw e. Em di wê baweriyê de ne ku gerîlayên Bakurê Kurdistanê wê li ser vê bingehê wezîfeyên xwe bi cih bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar