Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî. Ziman çanda milletekî ye. Nasnameya miletekî ye. Îro çawa tirk nikarin bêyî tirkî bijîn kurd jî nikarin bêyî kurdî bijîn. Çawa ku zimanê tirkî zimanê perwerdehiyê ye û li hemû dibistan, zanîngehan ders bi tirkî tên dayîn, kurd jî xwedî maf in bi zimanê xwe perwerde bibin. Lê tişta balkêş dewlet ne derfet dide ku kurd dibistanên kurdî ava bike û ne jî destûr dide. Dema kurd dibistanekê jî vedike wekî kelem û mîxekî dikeve çavê hikûmetê û bi ser dibistan û saziyên kurdî de digirin. Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiyê ya 2022’an li Tirkiyeyê 56 hezar û 200 dibistanên fermî hene. Dîsa 14 hezar û 179 dibistanên taybet hene. Bi giştî 70 hezar û 379 dibistan hene. Di hemû dibistanên fermî de perwerdehî bi tirkî tê dayîn. Lê dema em li nifûsa Tirkiyeyê binêrin, di nava milletên laz, çerkez, gurcî, kurd, ereb, rûm, ermen, pomak, boşnak, abaz, suryanî de, miletê tirk xwedî nifûsa herî kêm in. Lê li Tirkiyeyê tenê bi zimanê Tirkî perwerde fermî tê dayîn. Li Tirkiyeyê tenê zimanê tirkî fermî ye. Zimanên din hemû qedexe ne. Miletên din hemû nikarin bi zimanê xwe bi axivin. Kurd nikarin dibistanên xwe vekin. Dema vedikin jî tên astengkirin.
Serokkomar Erdogan radibe dibêje li Tirkiyeyê qedexe tune. Her tişt serbest e. Baş e eger qedexe tune be û her tişt serbest be, çima her sal bi milyonan kurd dixwazin bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn, lê ev daxwaza kurdan nayê qebûlkirin? Çima dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerdehiyê didin zarokên kurdan tên girtin? Mînaka herî dawî jî di 24’ê Îlonê de çima polîsan bi ser saziyên zimanê kurdî MED-DER’ê û ANKA’yê de girtin. Çima 25 kesên xizmeta kurdî dikin binçav kirin.
Dewlet û rayedarên dewletê aşkere kurdî û di şexsê zimanê kurdî de kurdan înkar dikin. Dewleta tirk û rayedarên hikûmetê di şexsê ziman de li çavê kurdan dinêrin û kurdan tune dihesibînin. Kesên ku xizmeta zimanê xwe dikin, kesên xizmeta siyaseta demokratîk û azad dikin binçav dikin û digirin. Kesên rojnamegeriya azad dikin li Başûr be jî li Bakur be jî qetil dikin.
Ev nêzîkatiya dewletê nêzîkatiyeke polîtîk û îdeolojîk e. Eger nêzîkatiya dewletê polîtîk be, bi taybetî divê kurd jî polîtîk û bîrdozî nêzî zimanê kurdî bibin û parastina ziman wekî meseleya bîrdozî û polîtîk bibînin. Divê em hebûna xwe di zimanê xwe de bibînin. Ez çiqas zêde bi tirkî biaxivim ez nabim kurd. Ez çiqas bi kurdî zêde biaxivim ez dibim kurd. Ji ber vê yekê jî bi taybetî siyasetmedar û nûnerên saziyên kurdî divê êdî ji bo xwe biryarê bidin. An dê bêjin em van polîtîkayên dewletê rewa nabînin û red dikin û bi kurdî biaxivin. An jî dê axaftina bi tirkî berdewam bikin û êrîşa dewletê ya li dijî ziman rewa bikin. Ji vê saetê û şûnde eger siyasetmedarên kurd, pêşengên kurd her dem û li her derê bi kurdî neaxivin, van êrîşên dewletê rewa dikin.
Eger dewlet her tim bi polîtikaya înkar û îmhayê nêzî kurdî dibin, wê demê divê her mirovên ku dibêjin “Ez kurd im û ez doza kurdî û nasnameya kurdî dikim” divê êdî li her derê û her dem bi kurdî biaxive. Eger em dibêjin em hene û em li dijî înkarê ne, wê demê divê em êrîşên li ser zimanê kurdî rewa nekin. Divê em girtina xizmetkarên kurdî rewa nekin. Eger em bêdeng bimînin û em dîsa bi zimanê tirkî biaxivin, wê demê gotinên me yên li dijî êrîşan vala ne.
Saziya kurdî ya Cizîrê Birca Belek bi taybetî bang li hemû gelê kurd, partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz, zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan kir. Xwest bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî.
Destnîşan kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e.
Bi rastî jî eger em her tişt bi hev ve girêdayî ye. Ewil tecrîda li ser Rêberê gelê kurd pêş dixin, piştre jî êrîşan pêş dixin. Divê êdî kurd ne tecrîdê û ne jî êrîşên li ser ziman qebûl bikin. Di esasê xwe de armanca tecrîdê jî armanca qedexeya ziman jî înkar û îmhaya gelê kurd e. Em destûrê nedin vê yekê.