2’yemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê îlonê de li eywana Serdem a li Hesekê hat lidarxistin. Di konferansa ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.
Ji bo konferansê sê mehan amadekarî hatin kirin û di konferansê de sernavên “Di pergala akademiyan de peywirên entelektuel”, “Rêbaza Jineolojiyê (metodolojî)”, “Di pêkhatina Şoreşa Jinan de rola jineolojiyê”, “Armanc û rêbazên perwerdekarên Jineolojiyê”, “Gerdûnîbûna jineolojiyê û pêşketina wê ya di Rojhilata Navîn de” hatin nîqaşkirin. Ji bo her pênc mijarên ku hatin diyarkirin, komên xebatê hatin avakirin û van koman, xebatên lêkolîn, anket û atolyeyan kirin. Li ser hemû derên ku xebatên jineolojiyê yên tenê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi sînor nemaye, atolyeyên çavdêrî, analîz û nîqaşan hatin lidarxistin. Piştî wê her komek ji bo zanîn û nêrîneke hevpar dest bi pêvajoya nivîskî kirin. Belgeya xebata kolektîf a nivîskî ji bo pêşkêşkirina konferansê hat amadekirin.
Di konferansa ku di formata zanistê de bû, li ser asta jineolojiyê, rêbazên ji bo zanîn û zanistbûnê yên zanista jinan hat rawestîn û hedef ew bû ku nêrîna estetîk a jinan a dîrokî û civakî were nîşandan. Dijberî konferansên zanista pozîtîvîst a klasîk, bi tesbîta “jiyan zanist e, zanist jî jiyan e” rengê jinan, ziman û pêşeroja wan jî bi zimanê çand û hunerê hat nîşandan.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman ji ewil axivî û jinên pêşeng bi bîr anî. Qehreman, wiha got: “Krîza ku civak dijî, pevçûnên li pey hev û derdorên kaosê, îro jiyana mirovan gihandiye qonaxa tinebûn û hilweşîna civakî, ji ber ku ji rejîmên merkezî yên otorîter ên ku bi sedsalan e li ser bingeha zîhniyetên zayendperest, olî û netewe-dewletparêz derketine holê. Ev rewşa ku dibe sedem jin di warê civakî, siyasî û aborî de bê çewisandin û têkiliyên civakî û çandî yên di navbera jin û mêr de xera bibe, herî zêde di krîzên modernîteya kapîtalîst û pergala wî ya îdeolojîk de xwe dide der. Kapîtalîzmê bi awayekî ku jin ji holê rabike, ferqek di navbera pêger û kirde çêkiriye, kiriye parçeyek ji zilamên ku bi fizîkî rolên xwe qalibandiye û bi sîstematîk sepandina mekanîzma û amûrên çewisandinê veguhestiye hemû şaneyên civakê. Zilm û zordariya di civakan de bûye helwêsteke ku jinan mehkûmî asta koletiyê dike, li hemberî her cure rêbazên tirsandin û biçûkxistinê mexdûr dike. Ev hemû ji bo rawestandina têkoşîna jinê û berovajîkirina rastiya jinên ji bo azadiyê têdikoşin hatin kirin. Lê jin di her qonaxên dîrokê de ranewestiya û berdewam kir. Dîroka dewletparêziya hiyerarşîk a 5 hezar salî di heman demê de dîroka derbe, şer, qirkirin û felaketên ekolojîk e.”
Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyona ku ji perspektîfên li ser jineolojî û azadiya jinan Rêberê Gelan Abdullah Ocalani bi kurdî û erebî hatibû amadekirin hat temaşekirin. Dûre jî peyamên Koordînasyona KJK’ê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) û yên ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatibûn şandin hatin xwendin.
Di rûniştina yekem a roja pêşîn de mamosteya beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed bi sernavê “Di rûniştina pergala akademiyê de peywirên entelektuel” pêşkêşiyek kir. Evîn Ehmed, di pêşkêşiya xwe de wiha got: “Di pergala konfederalîzma demokratîk de akademî, ji bo civakê xebatên entelektuel, ramanî, perwerdeyî û zanebûnê dimeşînin.
Civaka demokratîk, azad; bi şoreşa çandî, entelektuel û zanistî temam dibe, bi şoreşa zihniyetê ya xwe dispêre senteza nirxên exlaqî, estetîk û polîtîk mumkun e. Cîhana zihniyeta azad, bi rêxistinbûna hemû aliyên têkildarî jiyana civakî, bi perwerdeya li akademiyan tê dîtin û zanînê bi pêş dikeve. Îradeya azad, bi temambûna îrade, raman û pratîkê bi pêş dikeve. Ji bo vê yekê peywira bingehîn a akademiyan ew e ku kadroyên civakê perwerde û zana bikin bigihîjînin. Bi qasî şoreşa Kurdistanê, divê xwedî asoya ku şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê bibîne be. Di xebatên akademî û perwerdeyê de, di warê bandora li ser guherîna kesayetî, guherîn û veguherîna civakî de zehmetî tên kişandin.”
Di rûniştina duyemîn de jî endama Navenda Jineolojiyê ya Hesekê Alya Osman, bi sernavê ‘Rêbaza Jineolojiyê (metodolojî)’ pêşkêşiyek kir. Alya Osman bi gotinên; “Ji bo pirsên Metodolojî çi ye? Çima em vê mijarê digrin rojeva xwe? Rêbaza Jineolojiyê çi ye? Em ê di çarçoveya vê pêşkêşiyê de hewl bidin bersiv bidin” axaftina xwe wiha domand:
“Metodolojî bi gotineke din zanista rêbazê ye lê bi serê xwe weke beşeke zanistî bi sazî nebûye. Weke qadeke felsefeyê, lêkolînan li ser qadên rêbazên qadên cuda yên zanistê dike. Ger em riya herî kurt û encamgirtî ya gihîştina heqîqetê weke rêbaz pênase bikin, zanista rêbazê pergala tevahî ya van hewldanan e. Em dikarin nîqaşên li ser rêbaza zanistê, bibin heta serdemên berê yên ku mirov di lêgerîna heqîqetê de bûn û hewl didan wate bidin jiyanê.”
Alya Osman diyar kir ku ji bo pirsgirêkên ji ber rêbaza zanistî ya heyî cudakariya kirde û obje were derbaskirin divê perçebûna zanistê were derbaskirin. Bi vê yekê mirov dikare bigihîje hemû awayên heqîqetê, aliyê metafizîk ê mirov were watedarkirin û sernavên cudakirina mijarên weke metafizîka baş-metafizîka xirab girtine dest.
Pêşkêşiyên ku hatin kirin, bi pirs û nîqaşan bi dawî bûn, roja yekem a konferansê bi stranên zarokên ji temenên cuda û dengbêjên jin bi dawî bû.
Di rûniştina yekem a roja duyemîn de perdevka Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Zerîban Hisen, bi sernavê “Armanc û rêbazên perwerdeyên Jineolojiyê” pêşkêşiyek kir. Zerîban Hisên got ku perwerdeyên jineolojiyê yên di akademiyan de tên dayîn, ji bo bilindkirina pîvanên exlaqî û polîtîk bûne zemînek girîng û bi van gotinan behsa girîngiya perwerdeyê kir: “Perwerde bi aliyekî xwe zanist, bi aliyekî xwe yê din jî dikare weke disîplîneke bi zanistê re di nava tekiliyeke sîbiyotîk de were şîrovekirin. Ji bo ku em bizanibin perwerde zanist e yan na, rêbaza herî baş ew e ku em ji dayika yekem ji xwezayê dest pê bikin, ji tecrube, çavkanî û pênaseyên cur be cur sûdê bigrin, şîrove bikin. Di tevahiya dîrokê de perwerde û zanist, bi hev re bûne, hev temam kirine. Heta ku mamosteya yekem, şagirda xwezayê ya herî baş jina ku hînî civakê kir, nayê nasîn, perwerde nikare were dayîn lewre ji bo zanist were kirin, zêdetirî agahiyên sîstematîk ên pêwîst, bi riya perwerdeyê tên dayîn.
Bi heman awayî zanist nebe perwerde jî zehmet dibe. Perwerde ji bo agahiyên nû berhemdar bin, ango di avakirina rêbaza zanîn û zanînê de şertê yekem e. Van her du têgehên ku weke koka dîrokê ne, hema bibêje, bi qasî dîroka mirovahiyê kevn in, ji hev nayên veqetdandin, di jiyana civakê de her dem cihê xwe girtine. Li ser vê esasê, her zanist, tezên xwe yên zanistî bi pêş dixe û wan tezên xwe bi riya perwerdeyê, nîqaş dike, diceribîne û têkûz dike. Perwerde bi cewhera xwe, dikare weke mîrasa civakî ya çavdêrî, hînbûn, zanîn, zanabûn û çanda ku tê berdewamkirin were dîtin.”
Di rûniştina duyemîn a roja duyem de ji mamosteyên beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed, bi sernavê “Di avakirina şoreşa jinan de rola Jineolojiyê” pêşkêşiya xwe kir. Zozan Mihemed got “Em Jineolojiyi weke zanista şoreşa jinan dibînin” û wiha domand: “Jineolojî zanista civakî ya ku dê bingeha şoreşa jinan ava bike û xizmetê ji armancên wê re bike ye. Berê divê em cudahiya di navbera zanist û şoreşê de, ango cudahiya di navbera zanist û bîrdoziyê de zelal bikin. Di sedsala 21’ê de şoreşeke ku xwe nespêre bingehên zanistî, nikare peywirên xwe bi cih bîne. Rêber Abdullah Ocalan, dema ku dibêje mesafeya di navbera bîrdozî û civaknasiyê de kêm bûye, analîzeke nû ji bo bihevrebûna zanist û bîrdoziyê jî tîne ziman. Bi kurtasî bîrdozî îdeala em dixwazin bijîn, civaknasî jî rastiya tiştên em dijîn diyar dike. Ji ber wê, çend wateyên mesafeya di navbera bîrdozî û civaknasiyê de hene.”
Di rûniştina dawî de endama Akademiya Jineolojiyê ya beşa xebatên Rojhilata Navîn Zahîde Memo, bi sernavê “Asta gerdûnîbûn û belavbûna li Rojhilata Navîn a Jineolojiyê” peşkêşiyek kir. Zahîde Memo, bal kişand ser perwerde, panel û xebatên ku li welatên Rojhilata Navîn bi jinan re hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka azadiya jinan û têkoşîna wan, hem di warê kurewî, hem herêmî hem jî dîrokî de bi qasî jiyanê girîng e. Em dizanin qirkirina li dijî jinan li welatekî, ji bo hemû jinan gef û li dijî rûmeta jinan e. Ji ber wê destkeftiyên têkoşîna azadiyê yên li welatekî, ji bo jinên li welatên din jî di têkoşîna azadiyê de rê nîşan dide. Pêdiviya me ew e ku em jinên li herêmên cuda yên cîhanê, li dijî pergalên êriş û qirkirina li ser jin, xweza û civakê, werin ba hev, bi tecrubeyên xwe çareseriyek kurewî bibînin. Zanîn û çanda jinên Rojhilata Navîn ji vê aliyê ve girîng e. Bi qasî ku rastiyên şoreşên dîrokî û nûjen in, ewqas jî zulum û êşên giran di nava xwe de dihewînin. Li ser vê bingehê, peywir û rêbaza Jineolojiyê ew e ku rastiya jinan ku cehwerên civakê ne û aloziyên pergalan ên li herêmû û kurewî analîz bike, li ser vê bingehê derfetên çareseriyên mayînde û azadiyê bi bêş bixe.”
Piştî pêşkêşiyan, li sînevîzyonek ku behsa qad û xebatên Jineolojiyê dikir û saetek domiya hat temaşekirin.Di sînevîzyona ku behsa rêwîtiya 14 salan a Jineolojiyê dihat kirin de, xebatên ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başur, Mexmûr, Şengal, Ewropa, Emerîkaya Başûr, Rojhilata Navîn û Jinwar, Ramana Jin, Şîfa Jin, pirtûkên ku Weşanxaneya Jingeh weşandine, Kovara Jineolojiyê hebûn. Piştî sînevîzyonê pêşniyar û nirxandinên beşdaran hatin nirxandin û encamname hat amadekirin.
Konferans, bi lîstika “Şanoya Sî” ya ji aliyê beşdarên enternasyonal ên di Enstîtuya Andrea Wolf de cih digrin û behsa şoreşa jinan dikir hat lîstin. Dû re jî bi reqsa neteweyî ya Koma Meclisa Jinên Ermen domiya.
Konferansa ku du roj bi coş berdewam kir, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û çepikên bi dawî bû.