Jin dema ku bi kêliyên jiyanê re lihevhatî, di nava tevgerê de be weke ava zelal diherike. Dema ku ji qalib û qalikên bêhêzî, bêîradebûn, nezanî, bênasnamebûnê derdikeve, xwe digihîjîne xwebûnê, tê hezkirin. Weke stêrka gelawêjê şewq dide. Şoreşa jinan weke rojê di tarîtiya hezaran salan de diteyîse, şewq û tîna wê ji bo mirovahî û jîngehê mizgîniya jiyana azad e. Rêberê azadiyê Rêber Apo, bi fikir û felsefeya jiyana azad wan tovan avdan û şitlên wê niha digihîjin hemû cîhanê. Berhema wê di têkoşîn û şerê ku dide meşandin de her wiha di avakirina jiyana hewpar de, di xwe birêxistinkirin, yekitiya me ya cîhanê de bi rengekî şênber derdikeve holê.
Dema ku ala şoreşê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” cara yekem li Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat formulekirin, jinên kurd xwe di wê de dîtin û heta roja îro bêrawestan di wê şoreşê de cih girtine. Bûne pêşengên şerê li hemberî faşîzma mêrsalarî, fermandarên şerê li dijî dagirkeriyê, siyasetmedarên ku lîstikan aşkere dikin. Her wiha fedayên jiyana azad, lêgerînerên heqîqetê, civaknasên adil, xwedî baweriya gerdûnî. Êdî jinên ku bi destên mêrên serdest tên kolekirin, dibin metaya reklam û sermaye, makîneya anîna artêşa koleyan.
Narîna Amedê
Li bakurê Kurdistanê bi derketina tevgera Apoyî re jinan bi gerîlatiyê xwe bi tevger kirin, li hemberî hişmendiya baviksalarî û milkiyetê şer û têkoşîn meşandin. Lê dewlet û malbata bi dewletê ve girêdayî her dem xwestin urf û adetên mêr, bi ser jinan ve biçin. Her cure komên çeteyan, polîs û olperestên girêdayî diyanetên wan, bi rêya têkiliyên di nav navê hezkirinê de destdirêjî kirin. Herî dawiyê bi kuştina Narîna biçûk derket holê ku Hîzbulkontra çiqas di hişmendiya malbat û civakê de xwe bi rêxistin kiriye. Ew rêxistin ji bo xistina civaka kurd û bi taybetî jî jinên kurd dixebite. Kuştina Narîn di televîzyonên xwe de bi teşhîrkirina dayika wê êrîşên li ser jinan berdewam dikin.
Çalakiyên jinan ên ji bo mijarê hatin lidarxistin, pir baş bûn lê têrê nakin, Narîn hem Kurdistan e, hem jî nasnameya jin û civakê ye.
Êrîşên li ser jinan
Ew rewş li rojhilatê Kurdistan û Îranê jî pir cuda nîne, bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re êrîşên li ser jinan pir zêde dibin. Pergala ku li ser tunekirina jinan xwe ava kiribe, elbet wê mehkumî rûxandina mezin bibe. Ji bo ku hilneweşe jî her cure êrîş û wehşetê bi pêş dixe. Li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî guhertin di asta malbat û mêr de jî xwe diteyîsîne, ew jî rê li ber xwe lêpirsînkirina civakê û bi taybetî jî mêr vedike. Dema ku jin û mêr mil didin hev û di refên têkoşînê de cih digrin, wê rastiyê pênase dikin, jiyana ku li derdora jinên azad dikare bi wate û azad bibe, êdî ji her kesê re îsbat bûye. Ew guhertin ji aliye dewletê ve weke metirsiyek cidî tê dîtin, ji bo wê jî bi hinek qanûn û quralên hişk dixwazin hakimiyetê ava bikin.
Xwe ji nû ve ava dikin
Di rastiyê de dewlet jî dizane ku êdî tirs tu wateya xwe nîne, ji ber jin qet ji mirin û têkoşîna jiyanê natirsin, di bîra jinan de afirandina jiyanê heye. Jin naxwazin erzan bimrin, ji ber ku mirin bi qasî jiyanê bi wate ye, mirin, jiyan û vejîn pîvanên hebûn û berdewamiyê ne. Dema ku mirin hebe lazim e di cih de be, berovajî ji bo tunekirina jiyanê dibe. Mirina her jinekê ger bi zorê be tê wateya mirina jiyanê. Her mêrek ku dibe sedema kuştina jinek, an jî jinekê dikuje, jiyanê dikuje. Mêrên ku bi şoreşa jinan xwe diguherînin û wê feraseta xwe ya serdest bi felsefeya Jin Jiyan Azadî paqij dikin, xwe ji nû we ava dikin, wê bikaribin nasnameya camêriyê qezenc bikin.
Di wê şoreşê de ya ku herî zede jin dixwazin biguherînin feraseta zewacê û mehrkirina jinan e. Em dibînin ku li Îranê dewlet bi qanûnên ku derdixe di bin navê şerîetê û dîn de, zarokên keç di temenê biçûk de dizewicîne. Li parlamentoya Iraqê jî madeyek nû li qanunê zêde dikin, ew jî di temenê 9 salî de zewaca zarokên keç e. Hinek tevgerên jinan û kesayet li hember derketin lê civakî nebû. Li hemberî wê rewşa xirab pêwîst e şoreşa zihnî li Iraq û başûrê Kurdistanê pêk bê. Şoreşa jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dikare wê feraseta zayendperest û paşverû biguherîne. Xiyaneta ku îro li başûrê Kurdistanê tê kirin, tenê bi şoreşa jinan dikare pêşî lê bê girtin. Ji ber ku mêr li hemberî pergala axayên xwe newêrin derkevin, her yek bi rengekî berjewendiyên xwe tê de dibîne. Lê jin tu berjewendiyên wan nîne ku ji dest bidin, bi şêwazek herî radîkal jin têdikoşin.
‘Heta jin bihêz nebe jiyan rizgar nabe’
Di wê mijarê de Rêber Apo dibêje “Hemû rêxistinên milîtarîst ji sedî sed bi mohra zilam in. Heta ku jin bihêz nebin, jiyan rizgar nabe. Hindek ji bihêzbûna jinan ditirsin. Di rastî de ji jinên bihêz tirs nabe. Berovajî mirov ji jinên lewaz divê bitirse. Ev jî ji serî heta neynûkê rêxistinên zordest in, hêzên dijwariyê ne. Ger bal were kişandin, mekanîzmaya van cihan ku jin lê gelekî kêm in, an jî qet nîn in, pergaleke ku dijwarî, di asta tirsnak de tê pêşxistin e. Ev jî dîtina me piştrast dike. Saziyên ku serdestiya zilam, herî zêde li wan bi tevger e, di serî de dezgehên milîtarîst tên wê wateyê ku amrazên balkêş ên şer in. Ango dijberî aştî û jiyanê ne.”
Du sal in li Îran û rojhilatê Kurdistanê de şoreşa jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî berdewam dike. Gelek guhertin jî hene, ji roja yekem a şoreşê ve heta îro berdewam dikin, jin li kolanan, mal, kar û girtîgehan têkoşîna xwe berdewam dikin. Di heman demê de jî mêrên ku daxwaza wan a azadbûnê heye li kêleka jinan cih digrin. Êdî bi naskirina nasnameya jinan û îradeya wan a azad neçar wek eynikê li xwe mêze dike. Neçar dibe şoreşa kesayeta xwe bide destpêkirin. Ger wê neke wateya welatparêziyê jî namîne. Ji ber ku fêm dike bê jin jiyan û welat azad nabe. Mînaka herî berbiçav başûrê Kurdistanê ye, şoreş hat kirin, bi hezaran şehîd hatin dayîn, jinan pêşengî kirin, hikûmet ava bû; lê azadiya jinan nebû mijara bingehîn a şoreşê heya qet neket rojevê. Qaşo başûrê Kurdistanê herêmek serbixwe ye lê dagirkirî ye û xiyanet heta qirikê hatiye û tê de difetise. Tişta ku bi destên mêr were birêvebirin wê encam jî ev be. Ma qey em dikarin behsa welat û azadiyê li Başûrê welat bikin? Ya ku lazim e em li Îran û Rojhilat bikin wê tecrubeya başûrê Kurdistanê be, em ê wê jî bibînin û li gorî wê tev bigerin.
Şoreşê bi kuştina Şilêr Resûlî dest pê kiribû
Me wê rastiyê bi caran tecrube kir ku li Kurdistanê her tişt bi plan tê kirin. Qedera jinan û civaka me bi hev ve girêdayî ye, ya ku wê rizgar jî bike jin e. Jin di şoreşê de xwe bi rêxistin nekin, pergala parastina xwe ava nekin, nebin xwedî nasnameya siyasî, wê dîsa bê maf bin, welat jî wê bi destên faşîzma mêrtî bê dagirkirin. Ji ber wê jî li her derê temînata azadiya civakan bi azadiya jinan ve girêdayî ye, ew jî bi şoreşa jinan pêkan e. Şoreşa ku li Îran û Rojhilat heye hinek alî weke şoreşa Jîna bi nav dikin, dibe ku kuştina Jînayê şoreşê gur kiribe lê di rastiyê de bi Şilêr Resûlî dest pê kiribû. Şoreş, şoreşa jinan e, ew jî tê wateya ku dibe mirov wê mijarê jî nehêle naveroka wê bê valakirin. Jin bûn sedem û şoreşê jî jinan didomînin. Dema ku em li tabloyê mêze dikin, li her derê Kurdistanê qirkirina jinan û giştî jîngehê dibînin. Her wiha hemû kurd, bi temamî hatine armancgirtin. Wê jî li ser Rêber Apo û tevgera azadî dikin, ji ber ku parêzvanên gel û jinan, civak û jîngehê ne, bi kurtî ji bo heqîqetê şerê sîstema qatil dikin; ew jî dike ku eniya herî mezin bê dîtin û bi hemû hêza xwe êrîş bikin. Divê ku vê şoreşê li her derê bê mezinkirin û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bê birêxistinkirin.
Welatparêzî parastina zimanê dayikê ye
Di wê mijarê de xala welatparêzî ku di bîrdoziya rizgariya jinan de Rêbertî tîne zima pir girîng e. Welatparêzî hezkirina ji welat e, ji nîştiman e. Hest û refleksên ji zimanê dayikê parastin û pêşxistinê bigre heta xwedîderketina li çanda dayiyê, hemû nirxên dîrokî, civakî û tiştên ku hatine afirandin xwedîderketin û parastin e. Welatê xwe, zimanê xwe, parastina çanda xwe jiyana bi wan re ye. Divê welatparêziya jinan, hezkirina ji welat re em bi îdeolojiyên olî re nekin yek. Welatparêzî ne netewperestî ye. Jin dema ji welatê xwe hez dikin, zimanê xwe, mafê xwe yê çandî diparêzin, rêzê nîşanî welat, ziman û çandên din didin û weke dewlemendiya malbata mirovahiyê dibînin. Ew bi xwe jî sûdê ji vê dewlemendiya çandî digrin.
Bersiv şoreşa jinan e
Ji aliyê din ve bi bandora kapîtalîzm, endustriyalîzm û mêtingeriyê ve talankirina axa welat, rewşa qirêjkirin û mijokdariya av, ax, hewa û dewlemendiya sererd û binerd, tunekirina cureyên zindiyan, zêdebûna nufûsa însanan û hwd. qeyrana ekolojiyê aniya asteke pir cidî. Di vê wateyê de jin dil, ziman û parêzvanên ax, hewa, av, zindî û xwezaya me ya yekemîn in. Lewma li dijî pirsgirêkên polîtîkayên koçberî, dagirkerî, mêtingerî, asîmîlasyon-qirkirina fizîkî û çandî û qeyrana ekolojîk, bersiv û alternatîf têkoşîn û şoreşa jinan e.