Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rêvebera Arsîsa: Bi axaftina kurdî wê êrîş bên beralîkirin

Rêvebera Arsîsa Evîndar Akbulut diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet yê desthilatdariyê her roj bi awayên cuda xwe didomînin û wiha got: “Wek gel peywira dikeve ser milê me divê em pêk bînin, her tim li her derê kurdî biaxivin û jiyana xwe bi kurdî bidomînin. Bi axaftina kurdî wê êrîş bên beralîkirin.”

Dewleta tirk a dagirker û qirker bi sedan sal in li ser gelê kurdan polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dimeşîne. Desthilatdariya bi yek zihniyet û yek zimanî tevdigere ji bo tunekirina zimanê kurd serî li hemû rêbazên dermirovahiyê dide. Di 24’ê îlonê de li Amedê li hember Komeleya Ziman û Çandê ya Mezoptamyayê (MED-DER) Payîz Pirtûk û Koperatîfa Pewerdehiya Ziman û Hunerê ya Anka serdegirtin pêk hat û 30 kes hatin binçabvkirin. 29 kes piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û nivîskarê Rojnameya Welat û hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî hat girtin.

Rêvebera Navenda Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa ya Wanê Evîndar Akbulut der barê êrîşan de axivî. Evîndar Akbulut diyar kir ku êrîşên li ser çand û zimanê kurdî parçeyek polîtîkaya asîmîlasyonê ye û wiha axivî: “Bi salane hewl didin çand, ziman û gelê kurd tune bikin. Lê berwedana gelê kurd roj bi roj xurt dibe û gel dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Ji ber dixwazin vê berxwedanê biqedînin êrîşê saziyên me dikin. Bi van êrîşan dixwazin kurdî biqedînin.”

Evîndar Akbulut destnîşan kir ku êrîşên tên kirin parçeyek polîtîkayê şerê taybet ê ku desthilatdarî didomîne ye û ev tişt bi lêv kir: “Demek nêz de nivîsa ji bo derbasbûna peyayan ya ‘pêşî peya’ hatibûn paqijkirin.Piştre êrîşê ciwanên ku govend gerandibûn. Dixwazin çanda me tune bikin. lê em ê li dijî van êrîşan serî netewînin û berxwe bidin. Çawa ku bi sedsalane em berxwe didin em ê ji vir şûnde jî li ber xwe didin. Peywira dikeve ser milê me ew e ku em li her derê her tim bi kurdî biaxivin. Divê em xebatên xwe li her derê bidin meşandin. Em li her qada jiyanê kurdî biaxivin û bidin jiyîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar