Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

’Çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê di destê jinan de ye’

Jinên sûriyeyî diyar kirin ku sererastkirina civaka Sûriye û avakirina nifşeke nû bi keda jinan pêkan e û anîn ziman ku her xebatek ku cihê jinan tê de nebe dê bê encam be û aloziya li Sûriyeyê kûrtir bike.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê piştî şoreşa Rojava jin bûn xwedî hêz û di her qadên civakî û jiyanê xwe pêşengiyê dikin. Jinên sûriyeyî girîniya beşdarkirina jinan di rêvebirina pêvajoya aştiyê li Sûriyeyê û dîtina çareseriyê de diyar kirin. Jinan got, bi dûrxistina jinan wê çareserî pêk neyê û dê temenê aloziyê dirêjtir bibe.

Mamoste Xedîce El Hemdan bi bîr xist ku gelek civîn qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin lidarxistin û got: “Lê ev di van civînan de taybetmendiyên jinan û girîngiya beşdarbûna wan di diyarkirina rêya çareseriyê de di ber çavan re nehatin girtin. Di encamê de ev civîn şeklî û bê encam man.”

Xedîce diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê di fêmkirina armanc û zimanê jin de dibe alîkar û got: “Em wekî jin vê dixwazin û hêvî dikin. Di 12 salên aloziya Sûriyeyê de em li mafên xwe yên ji ber şer winda bûne digerin. Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo jinên sûriyeyî bigihîne hev, ji bo rûniştina li ser maseya diyalogan û nîqaşkirina pirsgirêkên jinan dixebite.”

Endazyara çandiniyê Lîza El Asî diyar kir ku berpirsyariyên dikevin ser milê jinan gelekî girîng in û wiha domand: “Divê asta zanebûnê li gel jinan were xurtkirin da ku nişfeke were avakirin ku xwedî îradeyeke mezin û bi israr be.”

Lîza da zanîn ku divê jin li ser formeke hevbeş li hev bikin da ku bi awayekî çalaktir cihê xwe di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bigire ku mafên jinan misoger bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar