Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Desthilatiya Başûr di destê zilaman de ye’

Çalakvanên jin ên Silêmaniyê diyarkirin ku li Başûr desthilatdarî di destê zilaman de ye û ev tişt anîn ziman: “Di proseya siyasî û hilbijartinan de zilm li jinan tê kirin. Ger jin ser bikevin jî weke kota tên hejmartin û ev jî ziyanê dide. Ji bo rêjeya jinan li parlamentoyê were zêdekirin, pêwîstî bi têkoşînek bi bandor heye.”

Di 20’ê cotmehê wê li başûrê Kurdistanê hilbijartina giştî ya parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk were. Divê hilbijartinê de ji hezar û 191 namzetan, 368 jê jinin. Ev rêje jî ji nîvî namzetan kêmtire û rê nade ku jin li Herêma Kurdistanê tevlî proseya siyasî bibin. Derbarê mijarê de aktivîstên jin nerînên xwe anîn ziman.

Çalakvana bi navê Hana Şiwan ku di heman demê namzeta YNK’ê ya li herêma Silêmaniyê ye da zanîn ku rêjeya herî kêm ya tevlî hilbijartinê tê kirin, jinin û wiha pêde çû; “Li ser vê mijarê bêxemî heye, lê ev bê xemî yek ji astengiyên li beramberî pêşketina jinane û nimûneyek xirab ji bo jinên ciwan ên bixwazin berê xwe bidin siyasetê, dide avakirin. Aliyên siyasî hewl didin astengiyên li beramberî jinan kêm bikin, lê di çarçoveya baweriyê de, baweriya wan bi hêza jinan nîne.”

Hana Şiwan di dewamê got ku dema jin dibin parlamenter jî weke kota li wan tê temaşekirin û got; “Ji bo ku jin biçin parlamentoyê û bikevin qada siyasî, pêwîstiya me bi xebat û têkoşînek dewam heye.”

Çalakvana bi navê Behar Munzîr jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman û got; “Li Başûr desthilat ketiye destê zilaman de, li gorî salên borî rêjeya tevlîbûna jinan ya di hilbijartinan de gelek kêm kiriye û ev jî ji bê bawerîbûna bi jinan dide avakirin. Herwiha di bingeha siyasî de zêdetirî xwe zilam desthilatê girtine dest xwe de û sal bi sal baweriya bi jinan kêm dikin.”

Behar di dewamê de da zanîn ku hizbên siyasî tenê jinan ji bo bernameya xwe ya siyasî didin pêş û got; “Ev yek bandorê li ser jinan çêdike û dibe sedem ku hebûna jinan ya di navendên biryardayîn û saziyên hikumetê de kêm be û lewaz bimînin. Dema jin di nava hizbekê de bixwazin bikevin nava qada siyasî û kar bikin, beramberî gelek astengî û pirsgirêkan tên. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hizbên siyasî zêdetirî xwe di çarçoveya bernameya hizbê de kar dikin û ev jî we dike ku hilbijartin bi awayek dadperwerane pêkneyê, yanî di hilbijartinê de her tişt destpêkê hatiye diyarkirin û lihevkirin.”

Di dawiyê de jî Behar dibêje; “Ji bo ku li Kurdistanê rêjeya jinan zêde bibe, pêwîstî bi xebat û têkoşînek bandor heye û bikarin guhertinan çêbikin û çanda zilamslariyê nehêlin. Bi vê re jî divê jin tevlîbûnek rast di mijara siyasî û navendên siyasî de bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar