Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina sekreterê Hizbulah Hesen Nesrelah dest pê kir û zêde bû. Li Lubnanê niha artêş wekî sazî hîne hebe jî, lê ew bûye welatekî bê xwedî di wateya siyasî de. Welatekî di warê civakî de bûye çend parçe û di warê aborî de riziyaye ku milet nikare xwe li ser piyan bigre.

Her çiqasî Îsraîlê ragihand ku ew ê operasyona wan bi sînor be, lê ne xuyaye wê çiqasî ev şer dirêj bike û wê heta ku biçe. Ji ber di nava van geşedanan de ne tenê Lubnan, lê Sûriye, Iraq û Îran jî tevlîhev dibe. Her wiha ka wê li ser erdê çi biqewime ku bi salaye tevgera Hizbûlah li wir heye û hazirtiyan ji bo şer dike. Kesên rewşê dişopînin tînin ziman ku bi kuştina Hesen Nesrelah re tevgera wan belawela bûye û hin kesên din jî diyar dikin ku ew ê şer dirêj bike, ji ber tevgerên weke Hizbûlah bi nebûna serkêşan bandor dibe lê carekê de naqede û endamên wê dikarin şer bikin û li dijî Îsraîlê çalakiyên berfireh pêkbînin.

Lê ev şer ji bo kurdan çi bi xwe re tîne û ew dikarin çawa xwe biparêzin. Em qale kurdên li Lubnanê dikin ku bi hezara malbat bi dehên salan in li vî welatî ne û gelek ji wan xwedî nasnameyên lubnanî ne. 2023’yan ez li Lubnanê bûm û min gelek malbat dîtin. Ji xwe wê demê jî alozî hebû û pirsa ku dihat kirin ka divê çi bikin ger şerekî derket û qewimî? Dema em qale kurdên li Lubnanê dikin, ne qale komekê dikin li ku alozî an şer derket wê xwe rakin û herin cihekî din, lê belê em qale hêjmarekê dikin ku hebûna wan bûye beşek ji vî welatî. Divê pêşengiyek ji wan re were kirin ku di nava xwe de xwe rêxistin bikin û li gorî mercên heyî tedbîr werin girtin.

Ji bo ewlehiya kurdên ji Rojava, Rêveberiya Xweser ragihand ku deriyê wan vekiriye û ew ê wan pêşwazî bikin, lê ev nabe çare ji ber kurd li Lubnanê êdî bûne beşek ji civaka wir û kombûna wan çê bûye. Gelek ji wan xwedî milk û malin, xwedî kar û peywendiyên civakî ne. Heta hin cara bi Kurdên Lubnanê tên bi nav kirin. Her wiha kombûna Tevgera Azadiyê û mana Rêber Ocalan li ser vê axê di salên 80 de, girêdana kurdan bi vê erdîngariyê re hîn zêde kir. Lewma divê destek were dayîn ku hebûna kurdan li vê deverê parastî bimîne. Belkî demkî ji ber şer ji herêmên aloz dur bikevin, lê ew ê ji Lubnanê qut nebin.

Li gorî çavdêriya min, kurdên li Lubnanê bi qasî dixwazin kombûneke wan a xurt li wir çêbibe û zêdetir hevgirtî bimînin, naxwazin zû bi zû ji cihê ku zêdetirî 20 sal in xwe lê ava dikin derbikevin û her tiştê xwe li dû xwe bihêlin. Rêveberiya Xweser dikare di vê mijarê de bi riya Nûnertiya xwe pêşengiyeke baştir bike û bihêlê milet li hev xwedî derkeve. Di warê madî de jî di van şert û mercan de maldarên kurd ên li Lubnanê heyî dikarin alîkarê bikin da pêwistiyên milet bi cih bînin heta ku rewş hinekî aram dibe. Di vê demê de hevgirtina civakî dikare kurdan li cihên aloz parastî bihêle.

Her wiha ev şer li ser erdê berfireh dibe û heta niha ti destwerdaneke navdewletî nehatiye kirin ku pêşî li aloziyê were girtin. Heta berî ku rewş bighêje vî astê, Îranê digot em ê bersiva her êrişê bidin lê niha deng jê dernakeve. Dewleta tirk xwe li hember Îsraîlê di ragihandinê de radikşand, lê dema mesele bû rastî, rûyê wê jî derket holê û her alî li berjiwendiya xwe ya aborî û siyasî digere. Yên şerê bi destê Hemasê di cotmeha 2023’yan pê xist û gur kir, dewleta tirk, Îran û Qeter bûn. Gutinke pêşiya heye dibêje; “şer li meydanê ye lê elo û welo naxuyên”. Lê kurd di vê herêmê de li aştiyê digerin û dixwazin dûrî şer bimînin. Bi her awayî divê kesên ji destê wan tê, xwe bighînin wan û destekê bidin.

Nûçeyên Têkildar