Akademiya Jineolojî ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê 2’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma “Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” di navbera 25-26’ê îlonê de li bajarê Hesekê ya kantona Cizîre li dar xist. Endama Navenda Jîneolojî Orîvan Ebdî derbarê konfaransê de nirxadin kir û got: “Jineolojî bi taybet ji ber zanistek nûye û jin hilgirê vê zansitêne giringiyek mezin di hilgire. Rêber Ocalan di pirtuka xwe ya Sosoyolojiya Azadiyê ya di 2008’an de derxistî, nivîsand ku divê dîroka jinê ji nû ve were nivîsandin, rastiya veşartî a jinan derbixin holê. Divê em jî dîroka jinê û rola wê ya jiyanê derbixin holê, divê em vê di civaka xwe de nû bixin tevgerê û ji bo em mafê ku ji jinê hatiye girtin, cardin bigirin tişta ji destê me were em ê bikin.”
Orîvan Ebdî bal kişand ku bernameya perwerdê amûrek giring e û wiha got: “Perwerde yek ji xebatên herî giring ya zayenda civakê ye. Divê wateyê de em giringiyek mezin didin perwerdê. Di perwerdeyên me de em bi sernavên gelek mijarên zayenda civakê, jiyana wekhev û azad, dîroka jin û hwd perwerdeyên xwe berdewam dikin. Bi perwerdeyê em hedef dikin hemû jinan bi hêz bikin. Nasîna jinan bi xwezaya xwe ya rast re wê guherînek ya civakî bi xwe re bîne. Di heman demê de bi guherîna zîhnyeta mêr jin û mêr wê bi hev re bikarin jiyane azad berdewam bikin. Em hedef dikin ku li ser zayenda civakê têkiliyek bi hêz ava bikin. Yek ji destkeftiyên şoreşa jinê zanista zayenda civakê û pêkanîna vê di qadê de ye.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman da zanîn ku çêkerên zanistî ji rastiyan dûrin û çêkerên ku otorîterê ava kirin e û got: “Li beramberî rêbaza zanista pozîtîv ku di destpêka sedsala bûrî de destpêkirî rexneyek mutlak heye. Em ferz nakin ku em ê rêbazek nû ya lêkolînê bibînin, berevajî em ê ji mîrasa zanistî bawer bikin. Em dixwazin li ser dîroka Rojhilata Navîn, dîroka jin û zanistê, ji ceribandinên jinan sûd bigrin. Dihat fikirin ku zanista jinê ji derveyî zanistê ye, ji ber vê ji vê metodolojiyê û vê fikrê cardin aşkere bikin dîrokê ji nû ve dinivîsîn.”
Alya Osman derbarê giringiya derbazkirina kirde-bireser de wiha got: “Yek ji pirsgirêkên metodolojîk ji cûdahiya kirde-biresere, yanî her mirov xwe weke kirde, hemû tiştên li dora xwe jî weke madeya bireser dibîne. Ev nêzîkatî ji têkiliya di navbera zayend, heta têkiliya xwezayê, ji têkiliya civakê heta aqlê pratik mirovê ku xwe weke ‘ez’ îlan kiriye heta têkiliya bi xwere ketiye hemû çêkerên civakê yên entelektuel. Lê vê derê parçebûna ku ketiya nava hemû hebûnan, di têgîna tune bûyî de, di heman demê de çêkerên otoriter ku bi nirxandinên bireser ve girêdayî, em dibînin ku di avakirinê wê de wê bi bandor be. Ji bo jêbirina nasnameyê ji bo vî gelî û wê rê li ber rewşa di wateya exlaqê mirovî de ji azadiyê bêpar hêlan vedike.”
Alya Osman derbarê xetaya di metodolojiya ku zanistan cûda dike de nirxandin kir û got: “Hemû cîhan rû bi rûyî ber nêrîna bi parçe ya pirsgirêkan e. Bêyî ku li pirsgirêkên mayî meyze bike, çareserkirina pirsgirêkekê ne gengaz e. Rêbaza Jineolojiyê xwe dispêre nirxandina bûyeran bi hemû aliyan ve. Tu mijaran bi yek alî na nirxîne û bêje ev raste, ji ber di her mijara ku em dixwazin bigihin heqîqetê pêwîstî bi nirxandinê heye û divê ji her alî ve lê were temaşekirin.”
Alya Osman anî ziman ku ji fikrê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Jinên Kurd sûd girtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rêbazên nûjen de, çîrokên jinan de heta di nixandina dîrokî de em dibînin li ser civakê çiqas nakokî û xapandin tê meşandin. Rêbazê me yên têgihiştinê çiqas dewlemendbin em ê bibînin ku vedigerin rastiya wê rêbazê. Ên ku li rastiyê digerin û rastiya civaka exlaqî pêşdixin jin in. Zanista ku li ser vê heskirinê hatî avakirin, wê li her derê cîhanê riya jinan ronî bike. Hedefa me ya belavkirina felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi vê gengaz e.”