Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Mexdûrên şer xwe spartin bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Gelek lubnanî yên ji ber şerê Îsraîlê ji cih û warên xwe bûn ji bo ewlehiyê berê xwe dan herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Welatiyan ji ber deriyê xwe ji wna re vekirin û alîkariya wan kirin spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Piştî Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir, bi sed hezaran lubnanî koçber bûn. Gelek ji wan piştî ku sînorên Sûriyeyê derbas kirin, ji ber ewlehî û aramiyê tercîh kirin bên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Nemaze ku nûnertiya Rêveberiya Xweseriya a Lubnanê kar û barên kesên dixwazin bên herêmê, hêsan kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo girtina tedbîrên pêwîst û hêsankirina kar û barên sûriyeyiyên vedigerin herêmê, maseya krîzê ava kiribû.

Mehmûd El Ehmed ê ji Reqayê ku piştî êrîşa Îsraîlê ji Lubnanê vegeriya herêmê got: “Ji ber moşekan em ji mal derketin û heta çend rojan li bin daran man.”

El Ehmed ku 8 sal li herêma Bîqa ya Lubnanê maye, spasiya Rêveberiya Xweser kir û wiha domand: “Qerebalix li ber deriyê Tebqayê pir e lê dîsa jî em pir li bendê neman, tedbîrên ketina herêmê hêsan û bi lez bûn.

Lîna Mihemed a nasnameya lubnanî wergirtiye, wiha behsa rêwîtiya koçberiyê kir: “Ez û malbata xwe li Beyrûtê bûn. Bi êrişên li dijî başûrê Lubnanê re em derketin. Yekser em çûn ser sînorên Sûriye -Lubnanê. 3 roj li wir man. Piştî 25 saetan em derbasî Sûriyeyê bûn. Dema em gihaştin geracê em yekser hatin herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.”

Lîna ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi eslê xwe em ji Tebqayê ne. Ji ber ku Tebqa di bin kontrola Rêveberiyê de ye û li Sûriyeyê ya herî ewle ye, me xwest bên vir.”

Lîna jî spasiya saziyên Rêveberiya Xweser kir ku li ser deriyê Tebqayê alîkariya wan kir.

Ehmed Îsmaîl ê bi eslê xwe ji Helebê ye û ji Lubnanê reviyaye û hatiye herêmê ev tişt anî ziman: “Ez li başûrê Beyrûtê rûniştibûm. Ji şer û moşekan em gelek tirsîn. Ji ber wê em derketin û hatin vir.Ewlehî û aramî li vir heye, ji ber wê dema em ji Lubnanê derketin me yekser berê xwe da vir. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku kar û barên şêniyan hêsan kir û em bê astengî û bi silamtî gihaştin herêmê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar