Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

32 sal in bêwestan li kujerên bavê xwe digere

Eren Baskin ji bo cezakirina kujerên bavê xwe yê di binçavan de hat qetilkirin 32 sal in bênavber û bêwestan têdikoşe. Eren Baskin ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya ji bo edaletê ya xizmên girtiyan daxwazeke mafdar û rewa ye. Em bêhêvî nebûne û em ê dest ji berxwedanê bernedin. Heya aqûbeta windayê me yê dawî diyar bibe em ê ji bo rûmeta mirovahiyê doza edaletê bikin.”

Dewleta tirk a dagirker di salên 90’î de li Kurdistanê sûcên dermirovahî kir ku niha bi destê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dike. Dewleta faşîst bi hezaran kurdistanî revand û winda kir. Abdûlmecît Baskin di 30’yê îlona 1993’yan de li navçeya Altindagê ya Enqereyê gava ji Midûriyeta Nifûsê ya ku midûrê wê bû derket ji aliyê polîsên taybet ve hat binçavkirin. Baskin ê ku binçavkirina wî nehat qbeûlkirin, di 3’yê cotmeha 1993’yan de bi awayekî ku gule lê hatine reşandin û destên wî ji paş de kelemçekirî hat dîtin. Cihê ku cenazeyê bavê 3 zarokan Baskin ê 41 salî lê hat dîtin, avahiyeke terkkirî ya nêzî Navenda Koordînasyona Giştî ya MÎT’ê bû.

Der barê mirina Baskin de lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Îtirafkar Ayhan Çarkin di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya di 26’ê Adara 2011’an de îtiraf kiribû ku wan di sala 1993’yan de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn Abdûlmecît Baskin binçav kirine û Baskin ji aliyê polîsên tevgera taybet Ziya Bandirmalioglu û Ayhan Akça ve hatiye kştin.

Li ser vê yekê der barê 18 kesên ku Baskin û Çarkin diyar kirin di binçavan de hatine qetilkirin de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Di sala 2014’an de der barê 19 kesên ku di nav wan de Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkût Eken jî hebûn bi îdiaya “Kuştina di çarçoveya xebatên rêxistina çekdar a ji bo sûcan hatiye avakirin de” doz hatibû vekirin. Di 13’ê Kanûna 2019’an de di doza bi navê “Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê” de ku li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin, biryar hat dayîn. Dadgehê hemû bersûcan beraat kir.

1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê li ser îtîrazê biryara beraetê betal kir. Di rûniştina dawî ya 26’ê Gulana 2023’yan de hemû bersûc ji sûcê “kuştinê” beraet kirin.

1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê di 3’yê Adara 2024’an de biryarên beraetê erê kir. Her wiha biryar hat dayîn ku der barê Abdulmecît Baskin û Behçet Canturk de ji ber demboriyê biryara betalbûna dozê bide.

Dema bavê wî hat qetilkirin Eren Baskin hê 4 salî bû. Di 5 saliya xwe de tevî xizmên xwe dest bi berxwedana Dayikên Şemiyê kiriye û ji bo cezakirina kiryarên bavê xwe dest bi têkoşînê kir. Navnîşana têkoşîna kur Baskin ne tenê Qada Galatasarayê ye. Di her çalakî û danişînê de cih girt û ji bo bo kujer bên darizandin gelek têkoşiya.

Baskin da zanîn ku gava dest bi têkoşînê kiriye hîn bûye ku aqûbeta bi sedan kesî wekî ya bavê wî ye û ji ber vê hîn bêtir li aqûbeta windayan pirsiye.

Baskin anî ziman ku li Colemêrgê li aqûbeta bavê xwe dipirsin û got: “Ji bo nav û serpêhatiyên windayên me neyên jibîrkirin ez di nava têkoşînê de me. Awayê lêgerîna edaletê ya ji bo mirovên xwe yên winda, yên hatin binçavkirin û qetilkirin û yên di dema bûyerên civakî de di encama gulebarana leşkeran de hatin qetilkirin, îro ji mirovahiyê re mînak e. Ji ber ku em ê tu carî dest ji lêgerînê ya ji bo windayên xwe bernedin. Çalakiya me ya li bajarê me, li Kurdistanê pir girîng e ji bo min.”

Baskin wiha got: “Em îro li kolanan in, ji bo hestiyên windayên me bên dîtin û goreke wan hebe. Yên ku diêşin û xemgîn dibin dikarin werin cem me.”

Baskin anî ziman ku divê hemû beşên civakê di têkoşîna wan de hêzê bidin wan û wiha berdewam kir: “Ez li qadan, li korîdorên edliyeyê û ya herî girîng jî bi Dayikên Şemiyê re ji bo aqûbeta bavê xwe bipirsim û ji bo berpirs bên darizandin, têdikoşim. Wê berxwedan tim bidome. Çend roj berê neviyê bavê min ê 5 salî Ahmet qurnefîl danî Qada Galatasarayê. Ev nîşan dide ku çend sal derbas bibin jî wê ev têkoşîn bidome. Daxwaza me ya ji bo edaletê ya xizmên girtiyan daxwazeke mafdar û rewa ye. Em bêhêvî nebûne û em ê dest ji berxwedanê bernedin. Heya aqûbeta windayê me yê dawî diyar bibe em ê ji bo rûmeta mirovahiyê doza edaletê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar