Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Girtiyê nexweş Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday beriya li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide bi rêya parêzerên xwe di hevpeyvîna xwe ya dawî de gotibû, "Lê helwesta me bersiveke li dijî zilma wan e. Weke ku heta ev zilm bidome wê berxwedana me jî bidome. Em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”


Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê girtîgeh kirine cihê qetilkirina girtiyan. Herî dawî girtiyî nexweş Abdulkadîr Kuday li Girtîgeha Tîpa R’yê ya Metrîsa Stenbolê dihat girtin. Tevî hemû hewldan û serlêdanan jî Kuday nehat berdan û îro li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Kuday beriya jiyana xwe ji dest bide demek kin beriya niha bi rêya parêzerên xwe pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandibû. Kuday û girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du destên wî tune ne, bi hev re bi rêya parêzerên xwe pirsên ajansa me bersivandibûn. Kuday di hevpeyvîna xwe de gotibû, “Hevrêtî me li ser lingan digire. Rewşa me li vir jiyanek hevrêtiyê ye.”

Kuday 8’ê cotmeha 2014’an li navçeya Qosera Mêrdînê bi hinceta tev li çalakiyên Kobanê bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin. Cezayê muebeda girankirî lê tê birîn. Di serî de fitiqa piştê û paşê jî gelek nexweşîn lê peyda bûbûn.

Kuday ji sala 2021’an vir ve li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin û niha daketiye bine 40 kîloyî. Tevî ku nexweşxaneyê ji bo wî rapora berdanê amade kiriye jî lê li ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK), Kuday nayê berdan û berdana wî hat astengkirin.

Hevpeyvîna MA’yê ya li gel Kuday kiribû wiha ye:

Kuday anî ziman ku jiyana li girtîgehê ked û enerjiyeke mezin dixwaze û got ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê dev ji têkoşîna xwe ya bi rûmet bernedin. Kuday qala rojek xwe ya girtîgehê kir û got: “Em her roj saet di 08:00’an de radibin. Li vir di çarçoveya hevaltiyê de em taştêya xwe bi hev re amade dikin. Piştre em radyoya xwe vedikin û 1-2 frekansên muxalîf hene û em bi vî awayî li nûçeyan guhdarî dikin. Piştre em paqijkiyê bi hev re dikin. Paşê em rojname dixwînin. Nîvro du saetên me yhên hewadariyê hene.

Em sohbetê dikin û volta dikin. Em paşê diçin qawîşê. Heke êşên me nebin, em hinek radikevin. Em pirtûkan dixwînin. Em xwarina xwe ya êvarê dixwin. Êvarê jî pirtûkan dixwînin. Heke belgefîlmek ango fîlmek di televîzyonê de hebe em temaşe dikin. Em li nûçeyan temaşe dikin. Em carna bi kişikê dilîzin. Em di rojên girîng de stranan dibêjin û helbestan dixwînin. Saet di dozdehan de em radikevin. Rojên me wisa derbas dibin.”

Kuday anî ziman ku odeyên wan gelekî teng bûn û şert û mercên wan jî zehmet bûne û tevî hemû neyînîyan jî moralê wan bilind e û bi hezkirin dest bi rojê dikin. Kuday bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Dema ez rewşa wan dibînim, hin baştir ji rewşa gelê kurd fêm dikim. Bi rastî di vê rewşa heyî de zilm bêsînor e. Lê helwesta me bersiveke li dijî zilma wan e. Weke ku heta ev zilm bidome wê berxwedana me jî bidome. Em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”

Kuday destnîşan kir ku mirin ji bo her zindiyekî rastiyek e, lê pirsa “Mirinek çawa?” kir û got: “Ev pirs girîng e. Divê hebrêyên min, malbata min, nasên min, hevalên min zanibin ku ez bi salan di zindanan de hînî gelek tiştan bûm. Ez hê jî bi sendyeyê diçim nexweşxaneyê û têm. Ev zilm e û ev zilm hîna jî berdewam dike. Çend roj bere min birin nexweşxaneyê. Piştî ku min birin nexweşxaneyê, ew qas îşkence li min kirin. Ji hevdû re gotin, ‘Ew girtiyê PKK’ê ye. Dema vê gotinê bihîstin ji mirovatiya xwe derketin. Ez çar rojan li wir mam û dilopek av nedan min. Bi wî halê minî perîşan anîn zindanê.”

Kuday diyar kir ku demek berê ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê û got: “Heta niha timî digotin ‘derman ji nexweşiya we re nîne’. Beriya wê jî dema min digot ez nebaş im, digotin, ‘Tiştekî te tune ye’. Lê niha bi zorê min birin nexweşxaneyê. Ez dikarim bi hevalekî xwe re bimînim.”

Kuday wiha domand: “Bila gelê me yekitiya xwe ava bike. Bila ziman û çanda xwe biparêzin. Bila ji hev hez bikin, bar û êşên xwe sivik bikin. Bila di her wateyê de gavan biavêjin. Her wiha wek hûn jî dizanin ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê divê berxwedana mezintir bibe. Min piştî şehadeta kurê xwe xebera şehadeta biraziyê xwe girt. Ez dizanim ku malbata min gelek êş kişandiye, ger ez bimirim bila min li kêleka kurê min Seyîd Riza (Dijwar Baran) û biraziyê min Elîşêr (Şiyar Mazlum) defin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar