Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî gelê kurd komplo pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in di nava çar dîwarên li giraveke bêbinî de dijî. Çima? Ji ber ku mifteya hiş, aqil, zanîn, ilm, felsefe û heqîqetê ji destê hêzên kapîtalist, serdest û sermayeparêz dizî. Ji ber mifteya ku koleyan azad bike û serdestan jî di ronahiyê de bifetisîne dizî. Rêber Ocalan dibêje çawa ku Zeûs, Prometheusê ku agir dizîbû li Çiyayê Qafê li zincîrê xistiye, ew jî li girava Îmraliyê hatiye çarmîx kirin. Dema em li çîroka Prometheûs dinerin, em dibînin ku ji ber agir ji Zeûs diziye, Zeûs wî ceza dike. Li vir agir sembola ronahî, zanîn û azadiyê ye. Bi dizîna agir, kesên koleyên Zeûs bûn, tev rizgar û azad bûne.

26 sal berê, hêzên sermayedar jî Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û xwestin li girava Îmraliyê bêdeng bikin. Ji ber ku serdest bi koletiya mirovan xwe zengîn dikin, bi hêz dikin û li ser hemû mirovan serwerî û hikûmxwariyê pêş dixin. Naxwazin mirov azad bibin. Dema hemû mirov azad bibin, ew ê nikaribin serdestî, hikûmxwarî, patronî û paşatiyê li ser mirovan bikin. Ji ber vê yekê naxwazin kes mifteya qefesa koleyan bidizin.

Berê kral, paşa û hikûmxwaran, dest û lingên koleyan li zincîran dixistin û bi darê zorê di karên giran de didan xebitandin. Bi darê zorê keda sed hezaran mirovan dimêtin û xwe didan jiyandin. Her ku mirovan xwe nas kirin û hişyar bûn, hêzên sermayedar, desthilatdar û serdest jî alav û amûrên koletiyê, rê û rêbazên kolekirinê guhertin. Êdî li şûna fîzîka mirovan zincîr bikin, vê carê zincîr li mejiyên mirovan xistin. Lê Rêber Abdullah Ocalan piştî bi komek hevalên xwe re PKK ava kir û bîrdoziyek pêş xist, hem di aliyê rêxistinî û hem jî di aliyê fikrî de kurdan xwe nas kir, bi rêxistin kir û zane kir. Her ku kurdan xwe bi rêxistin kirin, bêtir xwe nas kirin. Her ku kurdan xwe nas kirin gelên cîran û cîhanê jî bi xwe re ronî kirin.

Hêzên serdest, kapîtalîst û sermayedar ku bi şer û kolekirinê dijîn, piştî ev rastî dîtin li hev kom bûn û xwestin rê li pêş Rêber Ocalan bigirin. Ji ber vê yekê 26 sal berê Rêber Abdullah Ocalan bi komployek navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin.

Îro Rêber Abdullah Ocalan nêzî 44 meh in di tecrîda giran de ye.  Bu tu awayî agahî jê nayê girtin. 25 sal in li Zindana Îmraliyê di hucreya yek kesî te tê girtin. Der barê rewşa wî te bi tu awayî agahê jê nayê girtin. Divê her kurdê azad bi berfirehî li ser sedem û encamên vê rewşê raweste. Divê bibêjin; Çima tecrîd dikin û ev tecrîd dê li ser her kurdî, li ser her mirovî û li ser her zindî bandorek çawa ava bike? Dê ev tecrîd bandorek çawa li ser siberoja me bike? Divê gelek pirsan ji xwe bikin û li bersivên wan ên rast bigerin.

Rêber Abdullah Ocalan di parasnameya xwe de diyar dike ku ya rastî, li giravekê li girtîgeha yek kesî dixwazin di şexsê wî de kurdîtiya azad mehkûm bikin. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dixwazin hemû kurdên azad bikin kole û koleyan bêtir bi xwe ve girê bidin.

Îsraîl, DYA, Îngilistan û Tirkiyeyê 26 sal berê zor li Sûriyeyê kirin û xwestin Rêber Abdullah Ocalan ji axa wan derkeve. Li ser zextên hêzên navdewletî Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û ewil berê xwe da Atînayê. Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bi derketina wî ya ji Sûriyeyê şerê sêyemîn ê cîhanê hatiye destpêkirin. Îro em dinerin ku şerê cîhanê yê sêyemîn ku bi derketina Rêber Abdullah Ocalan re dest pê kir, bi tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî bêtir li Rojhilata Navîn belav dibe. Bi taybetî di mehên dawî de şerê di navbera Îsraîl û Hamasê, Filistin, Lubnan û herî dawî Îranê de her ku diçe belav dibe.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka parastinê ya bi navê Şaristaniyê de diyar dike ku di komployê de rola Îsraîlê rolek sereke ye û wiha dibêje: “Hêza rastî ya ez ji Sûriyeyê derxistime Îsraîl e. Bêguman, rola hêza siyasî ya DYA’yê û zora eskerî ya Tirkiyeyê jî di vê de heye. Divê neyê ji bîrkirin ku Îsraîlê hînê ji salên 1950’î ve bi Tirkiyeyê re peymanên veşartî mohr kirine û di sala 1996’an de jî bi navê ‘dij-terorê’ peymaneke din li vê zêde kiriye û bi vê yekê, hevgirtina dij-PKK a DYA-Îsraîl-Tirkiyeyê temam bûye.”

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku faktora duyemîn jî hekariya PDK, YNK yên bi Îsraîl û DYA’yê dene û wiha lê zêde dike: “Faktoreke din a girîng ku divê em li vê pêvajoyê zêde bikin ew e ku rêveberiyên PDK û YN’Kê yên bi DYA û Îsraîlê re di nava têkiliyê de bûn, bi rêveberî û Meclîsa Federe ya Kurd a di sala 1992’an de hat vakirin bi Komara Tirkiyê re li ser hîmê dij-PKKê hevkarî dikirin. Bêguman, di şert û mercên wê demêde hukûmetên Komara Tirkiyê û Artêşa ya xweser heye.”

Dema em li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ku 15 sal berê kiriye dinerin, em dibînin ku wê demê tespîtên rast kirine û ji me kurdan xwestiye ku em li dijî van plan, politîka û lîstikên serdestan xwe bi rêxistin bikin û ronî bikin.Em îro çiqas xwe bi rêxistin, ronî û azad bikin, em ê bêtir karibin Rêberê xwe jî ji zindana Îmraliyê bi awayekî fizîkî ji tecrîdê jî rizgar bikin. Em îro çiqas fikr û felsefeya Rêber Ocalan bixwînin, fam bikin û têxin meriyetê, em ê bêtir karibin agirê ku ji Zeûs (Îsraîl, DYA, Îngilistan û hêzên hegomon) diziye geş bikin. Em çiqas agir geş bikin komplo û dîlgirtina Rêber Ocalan jî bêwate û pûç bikin.

Eger îro tecrîd pûç bibe û tu wateya girtina li Îmraliyê nemîne, dewlet û hêzên desthilat dê neçar bimînin ku Rêber Ocalan berdin. Eger dixwazin di şexsê Rêber Ocalan de hemû kurdên azad dîl bigirin, wê demê divê her kurd bêtir xwe bi ilmê Rêberê xwe, xwe ronî bike û bi azadiya xwe komployê û tecrîdê pûç bike.

Îro ew roj e ku her kurd xwe û dostên xwe ronî û bi rêxistin bikin. Xwe, cîranên xwe û dijberê xwe nas bikin. Em çiqas xwe bi rêxistin û azad bikin em ê ew qas zû dîwarên tecrîdê jî parçe bikin. Dora me ye.

Nûçeyên Têkildar