Dewleta tirk a qirker ku qirkirina kurdan ji xwe re kir armanca bingehîn û ji bo vê jî serî li her rê û rêbazan da, li hemberî armanca azadiya civakî ya çepgiriyê ya tevgerên rizgariya neteweyî ya kurd, ji salên 1960’î û pê ve bi gelek stratejiyên cuda bersiv da. Bi taybetî piştî salên 1970’î dema ku kevneşopiya çep û sosyalîst a li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi lez bi pêş ket û belav bû, gelek rêxistiniyên kontrgerîla bi rêbaza dij bi şoreşê bi rêxistin kir û xiste nava liv û tevgerê. Ev rêxistiniyên ku bi maskeyên cuda ber bi meydanê ve hatin dehfdan êrîş bir ser bingeha civakî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li çiyê mezin bû, li nava bajaran belav bû û bi sînerjiya afirandî hesreta azadiyê ya bi salan afirand û bandor li milyonan mirovî kir. Ev êrîşên stratejîk ku bi giranî bêencam hatin hiştin, piştî salên 1970’î bi rêxistiniyên bi maskeya Îslamî derbasî asteke nû hatin kirin. Ji aliyekî ve êrîşên îmhayê yên JÎTEM’ê dewam dikirin, li aliyê din jî rêxistiniya Hîzbûlkontra ya ku ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve hate avakirin, ji bo tepisandin, şikandin û teslîmgirtina gelê Kurd ber bi qadê ve hate dehfdan.
Suleyman Soylû piştî hilbijartinên 14-28’ê gulanê, di Haberturkê de gotibû, “Hûn ê bibînin gava Tayîp Erdogan a HUDA-PAR’ê ya ji bo kesên ku li Tirkiyê û li rojhilat û başûrê rojhilatê di nava 20-30 salan de ku ji aliyên polîtîkaya muhafazakâr ve têne mayîn ve û dixwazin vegerin ser kodên xwe, bibe pêngaveke gelekî girîng. Ev gavekî xurt a civaknasiyê ye û aqilekî mezin a dewletê ye.” “Gavek civaknasiyê” yê ku di vê daxuyaniyê de tê çi wate ye? “aqilê dewletê” ji vê gavê çi hêvî dike? Ev pêkhateya tarî ya ku hatibû rakirin çima ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve dubare tê derxistin? Dewleta tirk ji çêbûna xwe heta niha ji bo rastî û rêxistinbûna civakî ya Kurdistanê bigûherîne, xera bike û li wir hinek qadên îxtîlafê veke gelek strateji, plan, bername û polîtîka pêşxist. Mirov dikare daxuyaniya Soylû jî weke yek ji wan pênase bike.
Werin em vê pêkhateya tarî ya ku di salên 1990’î de bi qursên kareteyê hatiye perwerdekirin, bi awayek hovane kurdan qetilkiriye û dema navê wî tê bîra mirov rêbazên qirêdana berazan, kezap, sator û demançeya Takorov aniyê tîne bîra mirov ji nêz nas bikin.
Gelek ji me dema Hîzbûlahê dinirxîne, tenê bi salên 1990’an ve dinirxîne. Pêwîst e çavkaniyên Hizbulahê yên dîrokî baş bê fêmkirin. Ev ne rêxistinek e ku di salên 90’î carekê de derketiyê holê. Avabûna kadroyên wî heta 1978-89’an diçe. Ji ber vê Hizbûlahê bi hewla dîrokî fêmkirina wê pir girîng e. Em dikarin bibêjin ku di asteke girîng de milê cih û perspektîfa topografik ve xebatên Hizbûlahê tên paşguhkirin. Ev pêkhateya ku em dibêjin Hizbulah li ku derket holê, li ku kar kir, tundî li ku derê pêk anî, taybetmendiyên wan cihan ên xweser hene? Mesela li Farqînê heyê, lê çima li Qulp û Licê nîne. An jî çima navenda wî çima ne Hezo ye, Kercews e?
Her wekî din ev tundiya Hizbûlahê -di salên 90’î de li gel tundiya dewlet û JÎTEM’ê tundiya Hizbûlahê herî zêde bîra mirovan de maye- jiyana rojanê çawa çêbû? Hizbûlah di kîjan bingehê de vê pratîka tundiyê afirand ku di bîra mirovan de ewqas ma? Yanî Hizbulah di jiyana rojanê de tundiya mîkro çawa ava kir û ev yek bi çi amûran çêkir û ser xist ev pir girîng e.
Pêwîste ev her sê xal baş bê vekolandin. Heta ku ev her sê xal neye vekolandin û fêmkirin, pêkhateya Hizbulkontrayê fêmkirin û armanca wî ya îro zanîn jî ne pêkan e an go wê kêm bimîne.
Di asta netewî de taybetî jî di çarçoveya Şerê Sar de, bi destê dewlet û NATO’yê, bi riya Daîreya Şerê Taybet, Komaleyên Têkoşîna bi Komunîzmê re û Yekitiya Xwendevanên Tirk a Mîlî (MTTB) fikra dijkomunîst di salên 1970’an de li hemberî têkoşîna çep û dijemperyal hate mezinkirin. Di qada kurd de jî li dijî tevgerên dijmêtinger, Marksîst-Lenînîst û Maoîst, li herêmê nerazîbûnek îslamî-mûhafazakar heye. Ev rewş taybetî jî piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’an û şûnde bi senteza tirk-îslamî re hîn zêdetir xuya kir.
Di asta navnetewî de jî pirtûkên îdeologên rêxistina Birayên Misilman (Hasan el-Benna, Seyyîd Kutub, Saîd Hawwa) hate wergerandin, dagirkirina Rusyayê ya Afganîstanê û “mucahîtên” ku çûn wê derê û di salê 1979’an de bi şoreşa îslamî ya Îranê re tahayûlekê îslamî derket û him li rojavayê Tirkiye him jî li Kurdistanê tevgerek çêbû. Dema em Hizbulahê bifikirin pêwîst e van dînamîkan jî bînîn bîra xwe.
Hizbûlah ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve hat avakirin û Huseyîn Dûrmaz(Velîoglû) anîn serê wê. Velîoglû kurdek ji Kercews a Êlihê bû. Zarokatiya wî li gund derbas dibe.Dema dibistana seretayî xilas dike derbasî Êlihê dibe. Di destpêka salên 1970’yî de ji bo Zanîna Siyasal bixwîne, diçe Enqereyê. Di zarokatiya xwe de perwerdeya Medreseyê girtiye, piştre jî ketiye MTTB’ê, bi tevgera Akinci yê girêdayî partiya Erbakan MSP’ê re jî têkiliya wî çêbûye. Di nav civaka îslamî de têşe girtiye û li Enqere ezmûna Qeymeqamtiyê derbas nekiriye. Dema vegeriyayê Êlihê ji xwe re xetekê nû xêz kiriye û xetekî nû ya siyasî birêxistin kiriye. Velîoglû yê ku di vê pêvajoyê de hatiye sîxûrkirin ji aliyê Daîreya Şerê Taybet vê anîne ser Hizbulahê. Paşnavê wî Dûrmaz li gorî projeya ku jê re hatiye dayîn hatiye guhertin û kirine Velîoglû. Ew êdî ne Huseyîn Dûrmaz e, ji aliyê Daîreya Şerê Taybet û Kontrgerîla ve bi taybet wek Huseyîn Velîoglû hatiye çêkirin.
Salên 1970’an ku Huseyîn Velîoglû vegeriya Êlihê di heman demê de rastî pêvajoyeke têkoşîna ku ji aliyê cihana sêyemîn a dijmêtînger û dijemperyal li Kurdistanê bandor dike, êdî kurd jî dixwazin pêşêroja xwe bi bernameyekê dijmêtîngerî ava bikin tê. Di vê pêvajoyê de xistina tevgerê ya Velîoglû, rastî pêvajoya bi rûpoşa Îslamî li tevahî cihanê tevgerên dijkomunîzmê rêxistinkirinê tê. Huseyîn Velîoglû yê ku ji aliyê MTTB û Komaleyên Têkoşîna bi Komunîzmê re tê sîxurkirin û perwerdekirin û bi erka xwe ya nû re vedigerê Kurdistanê. Bi vî awayî dixwazin pêşiya Tevgera Azadiya Kurd a ku bi lez pêşdikeve û mezin dibe bigirin. Ji bo bingeha wî ya civakî qels bikin, biçewisînin Hîzbûlkontra xistin tevgerê.
Huseyîn Velîoglû dema li MTTB’ê ye pir çalak e. Heta dema 1980’yî li Êlihê di hilbijartinên Sendîkayê Petrol-Îş’ê de weke namzetê MTTB’ê li hemberî namzetê Tevgera Azadiya Kurd dikeve hilbijartinê. Li gel ku ji aliyê hemû rastgiran, saziyên dewletê û piştgiriya hêzên hevkar ên herêmî jî ji aliyê namzeta Tevgera Azadiya Kurd ve tê têkbirin. Di heman salê de di hilbijartinên şaredariyê de jî namzetê Tevgera Azadiya Kurd Edîp Solmaz li hemberî namzeta eşîra Raman ser ket.
Ji ber ku esas cihê xebatê kadroyên Tevgera Azadiya Kurd li Êlihê bû û bi lez bandor kiribûn, pê re du hilbijartin qezenc kiribû rola Velîoglû ya di çavê Daîreya Şerê Taybet zêdetir bûbû. Ji bo li herêmên deştê bingeha Tevgera Azadiya Kurd a ku mezin dibû were çewisandin ji aliyê dewletê ve Hizbûlkontra pir girîng dihate dîtin.
Huseyîn Velîoglû rola ku Daîreya Şerê Taybet dabû wî re di demekê wiha de bi Medreseyan re dikeve peywendiyê. Di sala 1979’an de şoreşa Îranê veguherî Şoreşa Îslamî û di hewayekî wiha de bi Medreseyan re dikeve peywendiyê û di bin navê dewleta Îslamî de dikeve rêxistinkirinê. Ji ber ku senteza tirk-îslam bûye hegemon û çepgir û şoreşger li zindanê ne an jî ji ber koçber bûne îslamger rehetir in. Ev pêkhateyên ku dewlet dixwaze mezin bike û piştgirî dide, taybetî jî li ser mizgeftan, pirtûkxaneyan, organîzasyonê dawatan xwe birêxistin dikin. Cara ewil bingeha rêxistinbûna xwe ava dikin.
Di dawiya salên 1970’yî de di nav kurdan de gelek franksiyonên îslamî hene. Mesela li Amedê tevgerê ku wek Menzîl tê zanîn û rêberê wî Fîdan Gungor ê ku piştre ji aliyê Hizbûlahê hat wendakirin pir xurt e. Fîdan Gungor di heman deme de kesekî ku têkiliyên wî bi rejîma Îranê re pir xurt e.
Li gorî biryara hincetî ya doza esasî Hizbulahê yê Batmanê a ku ji ber 32 kes hatibû kuştin hatiye amadekirin û li gorî îtîrafê îtîrafkaran Huseyîn Velîoglû yê ku avakarê Hizbulahê ye, Abdulazîz Tûnç, Edîp Gumuş, Ahmet Seyîtoglû, Ahsan Yeşîlirmak, Osman Ûslû, Îsa Ay, Hamît Yazgan û Nusrettîn Guzel bi rêyên qaçax derbasî Îranê bûne, li vir perwerdeyê eskerî û siyasî dîtîne û bi vegera Tirkiyeyê re jî bingeha Hizbulahê ava kirine.
Di vê pêvajoyê de navê herî balkêş ê ku derdive pêş Enver Kiliçarslanê ku ji Farqînê ye. Enver Kiliçarslan Endamê Konseya Şûra a Hizbûlahê ye û demekê weke berbirsiyarê Hizbûlahê yê Îranê kar dike. Kiliçarslan ê ku hemû peywendiyên Hizbûlahê bi Îranê re çêdike û perwerdeya kujerên Hizbûlkontra re mijûl dibe 4 salan bi hevjîna xwe Cahîde Kiliçarslan re li bajarê Kûm a Îranê dimîne. Kiliçarslan di dema operasyonên Hizbulahê de bi hevjîna xwe re hat girtin, îtîrafên girîng kirin. Hevjîna wî îfadeya ku di beşa Têkoşîna Li dijî Terorê ya Stenbolê dabû de dibêje ew bi pasaportan bi rêk û pêk ji Amedê diçin û tên û li Kûmê perwerde dîtine. Cahîde Kiliçarslanê ku îtîrafê xwe didomîne dibêje Huseyîn Velîoglû jî diçe Îranê û tê, hatin û çûyîna wî enver Kiliçarslan pêk tîne.
Dewleta Îranê ji bo şoreşa xwe belav bike gelek hewldanên cidî pêş dixist. Velîoglû jî wek Gungor, 1980’an gelek caran diçe Îranê. Balkêş e di dawiya salên 80’î de dema di navbera koma Menzîlê û Îlma Nû de pêvçûn çêdibe, peywendiyên Velîoglû yên bi Îranê re jî qut dibin.
Ya yekemîn, Îran ji Velîoglû zêdetir ji aliyê lojîstîkî ve piştgiriya Gungor dike.Velîoglû dizane ku heta Gungor sax be û koma Menzîl bidome, ew ê nikaribe bi Îranê re peywendiyê ku dixwaze pêk bîne. Sedema duyemîn jî Sunnî û Şafiîtiya Velîoglû ye. Di dawiya salên 80’î de ji bo tasfiyekirina Fîdan Gungor û hevkarên din, ji bo li hemberî PKK’ê şerekî topyekûn bide destpêkirin, Velîoglû pişta xwe Îranê dizivirîne û bi dewleta kûr a Tirk û îstîxbarata Tirk re dikeve têkiliyê.
* Rêxistinbûn û di qada îslamgeriya kurd de hewldanên Hizbûlahê yê tasfiyeyê
Li Amedê koma herî bi bandor Menzîl e. Huseyîn Velîoglû di destpêka salên 80’î de ji Êlihê tê Amedê. Dibînê ku pirtûkxaneya Fîdan Gungor a bi navê Menzîl heye û li derdora wî rêxistinbûneke pir idî heye. Li mizgeftan pir baş xwe birêxistin kirine. Velîoglû jî bi navê Îlîmê pirtûkxaneyekê vedike. Li ser vê derê dest bi rêxistinbûnê dike. Di duyemîn nîvê 80’yî de destpêkê dixwaze rêxistinên Îslamî yên ku ji xwe re raqîp dibîne teslîm bigire û serî li wan bide tewandin. Bi vê armancê di qada Îslamî ya Kurd de dest bi pêvajoya tesfîyeyê dike. Di pêşengiya Velîoglû de bi wan koman re di dawiya salên 80’î de destpêkê dikevin pêvçûnên nîqaşî, piştre tacîz û derbên fîzîkî. Herî dawî jî pêvçûnên bi mirinê encam dibe dest pê dikin. Xoceyên Medreseyên ku Velîoglû destpêkê bi wan re peywendî danîbû ji koma Îlmê vediqetin û komek bi navê Vahdet ava dikin. Ji ber ku ew şewazê Velîoglû hişk dibînin xwe paş de dikşînin.
*Navê Hizbûlahê cara ewil di 1984’an de hate bihîstîn
Hizbulah di salên 1978-79’an de bi navê Cemaeta Ûlemayan Îslamê derdikeve. Navê Hizbûlahê heta destpêka salên 90’î de ji aliyê Hizbulahê ve jî nedihat bikaranîn. Bikaranîna vî navê ku pêkhateya kontra xwedî lê derdikeve digihîje destpêka 1990’îyan. Navê Hizbûlahê destpêkê 1984’an di diziya ku li Şîşliyê hate kirin re hate bihîstîn. Piştî vê diziyê di operasyona ku hate kirin de endamên Hizbulahê hatin binçavkirin. Di nav wan de derhenêrê giştî ya rojnameya Hurîyetê Çetîn Emeç û Îrfan Çagricî yê ku wê ji kuştinên rewşenbîran bihata darizandin jî hebûn. Di vê serdemê de du noqteyên ku Hizbûlah û koma Velîoglû aciz dikin hene. Yekemîn, Fîdan Gungor wê demê li gorî Velîoglû hîn zêdetir xurt e û tê hezkirin. Peywendiyên wî bi Îranê hîn pêş ketiye. Velîoglû dixwaze van franksiyonên Îslamî teslîm bigire û bi riya tundiyê tesfîye bike.
Rîska duyemîn jî hêza PKK’ê ya ku bilind dibe ye. Di milêkî de têkoşîna gerîla pêşketinek cidî çêdike, di milê din de jî serhildanên ku ji vê têkoşînê îlham digirin û di qada bajar de her ku diçe mezin dibe heye.
Êdî bi hezaran gund, navçe û navendên bajaran ketibûn di bin kontrola Tevgera Azadiya Kurd de. Hêza çalakiyê ya Tevgera Azadiya Kurd û rêxistinbûna wê ya civakî êdî ji bo kurdan îfadeya destpêka serdemeke nû bû. Gelê Kurd di dîrokê de cara ewil bi perspektîfa netewî re armanca xwe ya azadiyê dianî ziman û bi hezaran ciwanên kurd berê xwe didan çiyayan û di rêfên azadiyê de tevlî mezinkirina têkoşînê dibûn.
Çavkanî: Cengîz Altûn/Çetîn Ababay -ANF