Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Perşembe - 3 Ekim 2024

Gerîlayên azadiyê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

Gerîla Botan Kato û Rûken Cizîr diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşînê hîn mezin bikin û ev bang kirin: “Gelê kurd bi berxwedana Rêber Apo li ser piyan ma. Ji ber vê jî divê gelê me hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derkeve û divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin.”

Komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat destpêkirin de 26 sal li pey xwe hişt. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li seranserê cihanê çalakî tên lidarxistin. Bi taybetî jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hêza ji Rêber Apo digirin derbên mirinê li dagirkerên Kurdistanê dixin. Gerîayên azadiyê Botan Kato û Rûken Cizîr têkildarî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Botan Kato ev tişt anî ziman: “Destpêkê berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo silav dikim. 26 sal in hêzên serwer komkujiyê li gelê Kurd dikin. Temamiya hêzên serwer di nava komploya navneteweyî de bûn. Rêber Apo 26 sal in li hemberî vê komployê bênavber li ber xwe dide, têdikoşe. Hêzên ku tevlî komploya li hemberî Rêberê me bûne, bi binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê re destketiyên civakê hemû ji bo berjewendiyên xwe, ji bo desthilatdariya xwe bi kar anîn. Ji ber vê jî dixwazin komployê bi tecrîd û êşkenceyê dewam bikin û armanca xwe bi ser bixînin. Gelê me, jin û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Gerîlaya YJA Starê Rûken Cizîr jî wiha axivî: “Dijmin bi rêya komploya navdewletî xwest, di şexsê Rêber Apo de gelê kurd tine bike. Gelê kurd bi berxwedana Rêber Apo li ser piyan ma. Ji ber vê jî divê gelê me hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derkeve û li hemberî komployê bêdeng nemîne. Bêdengî dibe sedem ku sîstema tecrîd û êşkenceyê her roj hîn bêhtir kûr bibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe, jin û gel azad nabe. Weke gerîlayên Kurdistanê em ê li dijî komployê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bigihînin asta herî bilind. Bi taybetî jin û ciwan divê berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar