Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Perşembe - 3 Ekim 2024

‘Ji bo bêdengkirina civakê jinên weke Nagîhan hedef girtin’

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Rûnak Mecîd diyar kir ku armanca şehîdkirina jinên pêşeng ên weke Nagîhan Akarsel bêdengkirina civakê ye û wiha got: “Belavkirina raman û zanista Jîneolojiyê di nava jinan de rê li ber jibîrkirina rê û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsal digire û komploya dijminan a ji bo tinekirina civakê bi qetilkirina ramana azad, pûç dike.”

Lêkolîner, arşîvan û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’an di êrîşa MÎT’ê ya hevkariya PDK’ê li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin. Şehîd Nagîhan ji ber ku hertim ji bo azadiya jinê têkoşiya û teslîmî pergala baviksalarî û kapîtalîst nebû û zanista jineolojiyê ji her kesî re vegot, bû hedefa êrîşan.

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Rûnak Mecîd bi boneya salvegera şehîdxistina jina têkoşer Nagîhan Akarsel (Zîlan) ji Rojnewsê re axivî. Rûnak Mecîd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku qetilkirina Nagîhan Akarsel ne mijarek asayî û tenê hewldanek ya qetilkirina jinekê ye û wiha got: “Armanca şehîdkirina jinên pêşeng ên weke Nagîhan Akarsel bêdengkirina civakê ye. Ji ber ku şehîd Nagîhan her tim hewl dida jin û civakê hişyar bike. Şehîd Nagihan hertim vê pirsê dikir ku çima jin di dîplomasî û hevpeymaniyan de rol naleyîzin? Ji ber vê yekê hewl da ku jinan ji zihniyeta zilamsalar û otorîter ku di nav xwe de pergala kapîtalîst û oldariya siyasî ya îslamî dihewîne ku rola jinê tenê bi çend tiştan sînordar dike, şiyar bike û di encamê de jin û pêşengên azad biafirîne da ku jiyanek azad û hişmend biafirînin. Dijmin jî ji ber ku vê jina pêşeng ji bo desthilat û zihniyeta zilamsalar metirsî dît, hewla qetilkirinê dan.”

Rûnak Mecîd diyar kir ku şehîd Nagihan tenê giringiyê nedida hişyarkirina jinên ji bîr û baweriyên xwe, di heman demê de hemû jinên ku xwedî fikir û ramanên cuda bi vekirina dewreyên perwerdehiyê hewl dida li hev kom bike û tevî cudahiyên xwe têkoşîneke hevpar biafirînin.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Rûnak Mecîd tekezî kir ku raman û zanista Jineolojiyê ya ku Şehîd Nagihan jin li ser perwerde kir, heta astekê bû bingehek ji bo lihevkirin û yekîtiya jinên ji partiyên cuda yên başûrê Kurdistanê. Rûnak Mecîd bi vê ve girêdayî got: “Ji ber vê yekê belavkirina vê fikrê di nava jinan de rê li ber jibîrkirina rê û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsal digire û komploya dijminan a ji bo tinekirina civakê bi qetilkirina ramana azad, pûç dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar