Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi daxwaza ‘Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû tên destpêkirin

Berdevkê KON-MED’a Almanyayê Kerem Gok anî ziman ku ew di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” amadehiya çalakî û xebatên nû dikin.

Tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a girankirî, ji komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an  ber bi îro ve didome. Ev 43 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Kampanyaya 10’ê cotmeha 2024’an bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd wek navneteweyî hatiye destpêkirin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de li bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û xebatên cûr bi cûr tên lidarxistin.

Berdevkê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Kerem Gok, bal kişand ser armanca tecrîdê û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê di şexsê birêz Ocalan de, li dijî gelê kurd bû operasyonekî tolhildanê. Heke îro kurd wek çandî û siyasî, di tevahiya cîhanê de bûbine xwedî hêz, ev yek bi saya paradîgmaya Ocalan e. Paradîgmaya birêz Ocalan bi pêş xistiye, di tevahiya cîhanê de wek şêwazekî nû ya jiyanê tê dîtin û tê nîqaşkirin. Ev paradîgma li dijî yek dewletî û yek neteweyê, îradeya jiyana bi hev re ya nasname, ziman û çandan di nava xwe de dihewîne. Tirkiye bi polîtîkayên tecrîdê vê paradîgmayê hedef digire û xwedîderketina van fikran a gelê kurd jî asteng dike.”

Gok destnîşan kir ku gelê kurd ji sala 1999’an ber bi îro ve li dijî tecrîdê têkoşîna xwe didomîne û diyar kir ku taybetî jî di saleke dawî de ev têkoşîn bêhtir bi awayekî rêxistinkirî dom kir û wiha got: “Ji qadên cuda de xebatekî berfireh tê meşandin. Em bi hevdîtinên gel, çalakiyên rûniştinê, konferansan û bi çalakiyên di rojên taybet li dar dixin, polîtîkayên tecrîdê protesto dikin. Daxuyanî û çalakiyên di vê pêvajoyê de hatine lidarxistin bû sedem ku fikrên birêz Ocalan li cîhanê bêhtir berbelav bûn. Dostên kurdan ên di hêla demokrasî û mafên mirovan de hestiyar in, xwedî li fikrên birêz Ocalan derketin û li dijî tecrîdê bi gelê kurd re têkoşiyan. Em dixwazin bi çalakiyên dawî polîtîkayên tecrîdê teşhîr bikin. Di vê çarçoveyê de êm ê di salvegera pêngavê 10’ê cotmehê de dê di 7 û 27’ê cotmehê de li dijî tecrîdê çalakî û xebatan li dar bixin.”

Gok diyar kir ku têcrîd tê wateya binpêkirina hiqûqa nanneteweyî û Konseya Ewropayî jî di vê hêlê de berpirsyariya xwe pêk naîne. Gok da zanîn ku ew ê li dijî tecrîda wek navneteweyî tê meşandin, bi têkoşînekî navneteweyî bidin meşandin û wiha got: “Ewropa ji bo gelên xwe demokrasî û mafên mirovan diparêze lê belê bêhiqûqiyên li dijî kurdan tên kirin, wek nedîtî nêz dibe. Rakirina tecrîdê û pakanîna azadiya birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên cîhanê wek jiyanî girîng e. Ev rewş dê di rojên paş de rê li ber binpêkirinên mezintir veke. Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn, bi paradîgmaya birêz Ocalan pêş xistiye pêkan e û hêzên navneteweyî vê yekê berçav nagirin. Bi fikrên Ocalan bêyî cihêkariya ol, ziman, netewe, paradîgmayekî jiyanekî aştiyane ji bo hemû gelên cîhanê pêkan e. Lewma em ê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê berbelav bibe û wek navneteweyî deng vede, dê xebatên xwe bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar