Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Salih Muslim: Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin

Salih Muslim pêvajoya komploya li dijî Abdullah Ocalan ê ku li Sûriyeyê ew nas kiriye mirxand û got ku tê xwestin ku Peymana Edeneyê ya ku di sala 1998'an de li dijî destkeftiyên kurdan hat îmzekirin, bê berfirehkirin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku beriya derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î bi demeke nêz çû Sûriyeyê, li vir bi komploya hêzên navneteweyî re rû bi rû ma. Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji ber zextên hêzên global ên bi pêşengiya DYA’yê neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de hat girtin.

Li Sûriyeyê ku komploya li dijî Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di sala 2011’an de şerê navxweyî dest pê kir. Bi destpêkirina şerê navxweyî re kurdan û dostên wan li herêmên bakur dest bi avakirina avahiyeke xweser kirin. Fikirên ku Ocalan bûne çavkaniya jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Kurd û dostên wan li dijî DAIŞ a ku hemû mirovahiyê tehdîd dike, li herêmên ku lê rêxistinbûyî bi ser ketin.

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku yek ji wan kesên ku Ocalan di salên 1982-1983’yan de li Sûriyê pêwendî pê re danî, li ser hatina Ocalan a ji bo Sûriyeyê, pêwendiyên wî, pêvajoya komploya navdewletî û bandora wî axivî.

Muslim bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn ên beriya komploya navneteweyî û wiha got: “Divê em binêrin çima komplo hat destpêkirin. Di destpêka salên 1990’î de şerê Iraq û Îranê bi dawî bû û Iraqê êrişî Quweytê kir. Wê demê DYA’yê, li dijî Seddam koalîsyoneke navneteweyî ava kir. Piştî sala 1992’yan, hêzên iraqî ji Quweytê hatin derxistin, fermandarê hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA’yê, got, ‘Niha me projeyeke nû ya Rojhilata Navîn daye destpêkirin.’ Wekî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) hat binavkirin. Wê demê hindek nexşerê derketin holê. Hin welatên wekî Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran dihatin parçekirin. Ev tişt wê demê hatin gengeşekirin. Piştî 30 salan em lê mêze dikin, derxistina Iraqê ya ji Quweytê starta planekê bû. Ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, destpêka planekê bû. Hêzên hegemonîk ji bo li Rojhilata Navîn sîstemekê li gorî berjewendiyên xwe ava bikin gav avêtin. Di van gavan de ew ê çi û çawa bikin û çawa bigihêjin armancên xwe, li ser hin planan gengeşe kirin. Bi îslama siyasî biryar dan ku li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe netew-dewletan bi rê ve bibin. Wan biryar da ku dîktatorên li dijî vê yekê ji holê rakin. Di vî warî de gav avêtin û hewl dan hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin. Seddam, Qedafî, Esad… Diviyabû serokên Yemen û Misirê ji holê rabûna. Vê yekê pirsgirêkên nû bi xwe re anî. Wan Tirkiye û Birayên Misilman ji bo çareserkirina van pirsgirêkan wekî piyon û wekî cîbicîkarê planên xwe bi kar anîn.”

Muslim diyar kir ku kurd bi Abdullah Ocalan re li Rojhilata Navîn bûne aktoreke girîng û got: “Tirkiyeyê got ‘dijminatiya min bi kurdan re heye’ ûpiyonbûnê qebûl kir û xwest rewşê ber bi xwe ve biguherîne. Kurd, li Rojhilata Navîn aktoreke girîng in. Ev aktor her roj lı dor Abdullah Ocalan lı hev kom dıbün. Piştî sala 1984’an ve ku dest bi têkoşîna çekdarî kir, her çû mezin bû ev tevger. Her kesî daxilî nava hesab kiribûn, lê tevgera kurd a ku her roj mezin dibûn ji bîr kiribûn. Kurdan hesabê wan serobino kir. Ketin nava hin lêgerînan û gotin ew ê çawa ji vê tevgerê rizgar bibin. Ji bo hem ji tevgerê hem jî ji rêberê wê xelas bibin, tevgeriyan. Ji ber ku dizanibûn wê nikaribin 40 milyon kurdî bikujin, rabûn rêberê wan hedef girtin  û xwestin tevgereke kurd a li gor pîvan û berjewendiyên xwe çêbikin.”

Muslim bi bîr xist ku Celal Talebanî û Mesûd Barzanî di sala 1998’an de li Washingtonê bi armanca avakirina tevgerên alternatîf hatine cem hev û diyar kir ku ev hewldan encam negirtiye. Muslim destnîşan kir ku nikaribûne bikin ku kurd dest ji Abdullah Ocalan berdin. Muslim anî ziman ku pişt re tunekirina Abdullah Ocalan ketiye meriyetê û wiha got: “Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê kom bûn û dest bi ggefxwarinê kirin li Sûriyeyê. Di sala 1995’an de Serokê DYA’yê hat Sûriyeyê û 5 saetan bi Hafiz Esad re hevdîtin kir. Sedema vê yekê jî ew bû ku birêz Ocalan li Sûriyeyê bû, ji gelek cihan zext li Sûriyê kirin, ji bo ku birêz Ocalan ji Sûriyê derkeve: Gef mezin bûn. Birêz Ocalan jî got, ‘Ji bo parastina Sûriyeyê derketiye.’ Ger birêz Ocalan derneketa belkî tiştên ku îro li Sûriyeyê qewimîn, di sala 1998an de biqewimiyana.”

Muslim anî ziman ku Abdullah Ocalan komploya li dijî xwe wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase kiriye û destnîşan kir ku tiştên îro diqewimin tespîta wê demê hatiye kirin piştrast dike. Muslim got: “26 sal di ser komployê re derbas bûn û em vê yekê bi zelalî dibînin. Di sala 1998’an de dest bi pevçûnên ku jê re digotin ‘Bihara Ereban’ kirin ku Tûnis, Lîbya, Misir, Sûriye û Yemenê hilweşandin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin û niha bi awayekî herî hovane didome. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de împaratorî hatin rûxandin û li şûna wan netew-dewlet hatin avakirin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî pergala cîhana nû hat avakirin. Êdî enî zelal dibin. Serê eniyekê Îsraîl e. Serê eniyekê jî Îran e. Wê di dawiya Şerê Cîhanê yê Sêyem de çi bibe û wê çi qasî bidome em nizanin. Lê em tiştekî dizanin; hêzek ancax dikare birêxistinbûyînê xwe ji vê aloziyê xelas bike. Ger rêxistinbûyîna te xurt be, tu yê jê derkevî. Niha em jî ji bo parastina xwe xw ebirêxistin dikin. Em xweparastina xwe li gor vê dikin. Gava pergaleke nû ava bibe, em jî dixwazin bi paradîgmaya xwe hebin.”

Muslim diyar kir ku xala hevpar a Tirkiye û Sûriyeyê li ser dijminatiya kurdan e û got ku her du dewlet tenê li ser esasê dijberiya destkeftiyên kurdan hatine cem hev. Muslim got: “Dijminê hevpar ê her duyan kurd bûn. Dema mijar dibe mafên kurdan, du dijminên dîrokî dikarin li ser heman axê werin cem hev. Polîtîkaya ‘kurd dayika xwe nebîne.’ Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Sûriye û Tirkiyeyê bîne cem hev. Dikana cihêzan a Rûsyayê heye û ji bo wan cihêzan bifiroşe dixwaze bi zorê Tirkiye û Sûriyê bi hev re bizewicîne. Ev zewaca bi darê zorê wê nedome. Sirf ji bo firotina cihêzan hûn nikarin du aliyên dijber bînin cem hev. Ger hûn bi zorê bînin cem hev jî wê nediome. Piştî komployê bi 8 rojan Peymana Edeneyê (di 20’ê Cotmeha 1998’an de li dijî destkeftiyên kurdan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hat îmzekirin) hat îmzekirin. Niha dixwazin vê peymanê berfireh bikin. Peymana Edeneyê belgeya teslîmiyetê ye, kes berfirehkirina vê belgeya teslîmiyetê qebûl nake. Ger rejîm qebûl bike, wê gelên Sûriyeyê qebûl nekin. Em bawer nakin siberojeke vê hatina cem hev hebe. Em bawer nakin ku wê Rûsya cihêzên xwe bifiroşe.”

Muslim bal kişand ser bandora ku Abdullah Ocalan li Sûriyeyê hiştiye û got: “Di nava gelê Rojavayê de bû. Îro her kesê ku pêşengiya Şoreşa Rojavayê dike û siyasetê dike xwendekarên birêz Ocalan in. Ji wî fêrî siyasetê bûne. Yek ji wan ez im. Birêz Ocalan gel veguherand hêzekê. Gava dîl hati girtin jî gel ew bi tenê nehişt. Parêznameyên wî bi tena serê xwe dibistanek in. Tenê ne ji bo me, ji bo gelên cîhanê firsendek e. 43 meh in tu agahî jê nayê girtin, lê pêşengiya gelan dike. Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye. Îşkenceyê nikaribûû birêz Ocalan bide jibîrkirin û wê nikaribe jî.”

Muslim destnîşan kir ku gelê kurd bi berxwedana xwe nehiştiye komplo bigihê armanca xwe.

Muslim bal kişand ku 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dewam kir: “Ji ber ku birêz Ocalan bi gotinekê dikare aştiyê û bi gotineke jî dikare şer bide destpêkirin, astengî dan ber axaftina wî. 43 meh in tu agahî tune. Ev biryar ne tenê ne ya Tirkiyeyê, biryara hêzên navneteweyî ye. Serkeftina birêz Ocalan serketina hemû gelan e. Rastiyek heye; berxwedan çi qas mezin bibe wê kesên dixwazin komployê bidomînin jî bitengijin. Lewma divê gel heya dawiyê xwedî li rêberê xwe derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar