Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPJ’ê ragihand ku fermandar Jînda Cûdî şehîd bûye

YPJ’ê ragihand ku yek ji fermandarên YPJ’ê Jînda Cûdî şehîd bûye û got: “Jînda Cûdî di 3’yê Cotmehê de li ser rêka Amûdê-Qamişloyê di êrîşa dewleta tirk a dagirker de şehîd bûye.”

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêya me Jînda Cûdî (Xezal Belge) di sala 1985’an de li Şirnexê, di nava malbateke xwedî çanda welatparêz de ji dayik dibe. Botan di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi serhildan û berxwedanên ku li hemberî dagirkeriyê dane meşandin, navendeke esasî ya xwerêxistinkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Gelê me yê Botanê li hemberî axa, mîr, desthilatdariya Osmanî û Komara Tirk her dem berxwedan esas girtiye. Ev ruhê berxwedêr ê gelê me bi taybet di salên 1990’î de gihaşte asta lûtkeyê û kesayetên wekî Bêrîvan (Binevş Agal) afirandin, di kesayetên wekî Jînda Cûdî de jî ev rûhê serhildanê zîvirî çandeke domdar. Fermandar Jînda ji herêma Botanê ye ku gelek ewladên xwe yên qehreman di nava refên azadiyê de têkoşîn kirine û xwe fedayî doza azadiya gelê xwe kirine.

Malbata hêja ya fermandar Jînda di sala 1989’an de di demên artêşbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê de ya di bin fermandariya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) de beşdarî rêxistinbûna artêşbûna gelê berxwedêr bûn. Malbata Fermandar Jînda di dîroka tekoşîna azadiyê de bûn yek ji malbatên me yên qedirbilind û xwedî kedeke mezin. Tevlêbûnên ji nava malbata hevrê Jînda rastiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku di oxira azadî û serfiraziyê de berdelên ku tên dayîn, daniye holê. Bavê fermandar Jînda, Yûsif Belge di sala 1998’an de dema ku xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê dikirin, tevlî karwanên nemiran bû. Vê yekê ji bo malbata Belge di aliyê herikîna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêvajoyeke nû da destpê kirin. 2 birayên fermandar Jînda jî yên bi navê Fîras û Rizgar jî li botanê di dîrokên cûda de tevlî karwanên nemiran bûn.

Fermandar Jînda jî li ser şopa mîrateya berxwedanê di salên 1999’an de li Bakurê Kurdistanê beşdarî xebatên ciwanan dibe. Fermandar Jînda weke şopdareke sadiq ya nirxên tekoşîna azadiyê di sala 2003’yan de ji bo bi awayekî aktîf beşdarî têkoşîna azadiyê bibe ji Botanê tevlî nava refên azadiya Kurdistanê dibe. Li çiyayê Kurdistanê dest bi tekoşîna azadiya gelan dike, li çiyayên azad weke jineke Botanê di gerîlatiyê de dibe xwedî ezmûnên mezin. Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, wek mîlîtaneke Apoyî ya sozdar li ser esasê bangewaziya Rêber Apo berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Di nava refên YPJ’ê de dibe yek ji jinên wêrek û di pêngavên rizgarkirinê de di eniyên herî pêş de cihê xwe digre. Fermandar Jînda di şerên giran yên weke Cezaa, Rebîaa, Mebrûka, Til Koçer, Serêkaniyê, Pêngava Şehîd Rûbar û Holê de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Di demên herî dijwar ên şerê azadiyê de fermandar Jînda wek jineke têkoşer bi erkên xwe yên mîlîtaniyê rabû. Di pêngavên rizgarkirinê de rûxmî birîndariyên xwe jî bi sekna xwe ya fedakar, wêrek û bi kelecan ji bo parastina axa welat û bi pergalkirina rehendên neteweya demokratîk bê ku ferq û cudahî bike nava xebatên şoreşê de di hemû eniyên berxwedanê de cih girt.

Hevrêya me Jînda Cudî di 3’yê Cotmeha 2024’an de ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a faşîst ve hate hedefgirtin û tevlî karwanê nemiran bû. Ev faşîzma Tirk a şervan û fermandarên YPJ’ê yên li hemberî DAIŞ’ê şer kirine, bi rêbazên wiha yên namerdane ve dike armanc, careke din rastiya qirkeriya dewleta Tirk a dagirker radixe ber çavan. Îro berxwedana ku em didin meşandin berxwedaniya jiyaneke bi rûmet jiyînê ye, me di berdelên canên delal yên keç û xortên welat de şoreş pêk anî, emê helbette bi biryardariya roja destpêkê herdem parastina şoreşa xwe bikin. Em hêzeke tolhildanê ne ji ber wê jî bila dagirkeriya Tirk baş bizanibe ku em tu car tola xwe li erdê nahêlin. Emê hesabê her yek ji hewldanên dagirkeriyê ji faşîzma Tirk bipirsin.

Em wek YPJ di serî de ji bo malbata hêja ya fermandar Jînda Cudî, gelê xwe yê Botana berxwedêr û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em sozdarên hevrê û fermandarê xwe ne ku emê xeyal û îdealên wan yên azadiyê bigêhêjînin serkeftinê. Şoreşa Rojava li ser mîrateya fermandarên weke Jînda Cudî xwe ava kir û wê ji vir şûnde jî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê tekoşîna xwe bilind bike.

Nasnameya hevrêya me wiha ye:

Nasnav: Jînda Cûdî

Nav û Paşnav: Xezal Belge

Navê dayikê: Behiye Belge

Navê bav: Yûsif Belge

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê-Qamişlo, 03.10.2024”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar