Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Rûyê nû yê Hîzbûlkontra: Huda Par

Salên 90’î ji bo Tevgera Azadiyê ya kurd bû pêvajoya pêşketina di nav gel de, dewleta Tirk a ku dixwest vê vê têkilî pêşketinê qut bike, hewl da bi tundiya leşkerî encamê bi dest bixe û bi vê re Hîzbûlkontraya ku li Kurdistanê komkujiyên hovane pêk dianî xiste dewrê. Hîzbûlkontraya ku amûra dij şoreşê ya dewleta Tirk e, bi rêbazên herî hovane sûcên dijmirovahî pêk anî, bêhejmar komkujî kir û di salên 2000’î de daket ‘binê erdê’.

Hîzbûlkontraya amûra dewletê  û dema hewceyî pê tê dîtin, derdikeve holê, niha jî bi navê Huda Parê di bin qilifeke partiyeke siyasî de û li gel vê di hilbijartinên Gulana 2023’yan de xistin Meclîsê û li ser bingeha “rewabûnê” qada wê berfireh kirin û ew ji nû ve derxistin holê.

Wê demê çima Hîzbûlkontra dîsa derxistin holê û bi vê yekê çi tê armanckirin? Bersiva vê pirsê li ser navê aqilmendiya dewletê Suleyman Soylû wiha dabû: “Hûn ê bibînin, ev gava Huda Parê  ya ku Tayyîp Erdogan avêtiye, yek ji aqilê herî mezin ê serdemê ye ku di aliyê polîtîkayên kevneperest de Tirkiye 20-30 sal in li Rojhilat û Başûrrojhilat tenê maye, wê vegere ser kodên xwe. Ev gaveke mezin a sosyolojîk e û aqilê mezin ê dewletê ye.”

Ji bo me jî wateya vê axaftinê ew e ku van deman êrîş û dagirkeriya li gelek qadên Kurdistanê hatine destpêkirin werin kûrkirin, bi vê re şebekeyên xiyanetê yên wekî PDK’ê bide kêleka xwe û çarçoveya wê berfireh bike. Li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî di çarçoveya “Plana Mezin a Tunekirinê” de ku qirkirina bîrdozî/fîzîkî/çandî digire nav xwe,  derxistina holê ya Huda Parê ye.

Dewleta dagirker û qirker a ku di her aliyî de teşhîr bûye û bi Plana Hilweşînê ya li hemberî berxwedana gelê kurd ê ku di pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têdikoşe bê encam mayî, neçar ma ku hêza tarî ya kontra dîsa derxîne holê. Erdogan ê ku bi Huda Parê  re tifaq pêk anî û li her derê bi Zekeriya Yapicioglû re wêneyan digire, qirewat û çakêt li kontrayên girêka berazî û bermahiyên JÎTEM’ê yên salên 90’î kir û bi xistina meclîsê re hewl dide wan rewa bike.

Werin em qonaxên pêkhatina vê pêvajoyê û faktorên siyasî-îdeolojîk ên ku Huda Par/Hîzbûlkontra ku di van rojên dawî de bi taybetî navê wan li Amed û Êlihê tê bihîstin, bi maskeyeke nû wan ji binê erdê derxistin ser erdê vekolin.

*Pêkhateyên ‘sivîl’ ên Hîzbûlkontrayê

Hîzbûlkontra ya ku di salên 2000’î de bi pêvajoya “tasfiyeyê” re daketin bin erdê, hewldanên wan ên ji bo di qada “legal” de xwe bi rêxistin bike, di sala 2004’an de dest pê kir. Hîzbûlkontra di sala 2004’an de li Amedê bi avakirina Komeleya Piştevaniya bi Mustezaf-Der re şeklê “qanûnî/sivîl” girt. Li cihên cuda şaxên komeleyê hatin vekirin. Mustazaf-Der bi armanca belavkirina raman û îdeolojiya Hîzbûlkontra çalakî li dar xist. Komele bi taybetî bi organîzekirina çalakiyên “alîkarî”, konferans û civînên olî hewl da ku ji xwe re piştgiriyê bibîne. Lê belê ev komele di sala 2012’an de ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Asliye ya Hiqûqê ya Amedê ve bi hinceta “di armanca Hîzbûllahê de tevdigere û dewama Hîzbûllahê ye” hat girtin.

Serokê komeleyê Abdurrahman Cens ê ku li Êlihê dimîne, di serdegirtina vîlaya wî ya li Beykozê de wêneyê wî, kurtejiyana ku bi destê xwe nivîsandibû û agahiyên endamtiya Hîzbûllahê hatibûn desteserkirin. Abdurrahman Cens ê ku kesekî tarî ye, beriya salên 1990’î endamê Hîzbûlkontra bû, hem tetîkkêşî kiriye û hem jî fermana qetilkirina bi dehan welatparêzên kurd daye. Abdurrahman Cens demeke dirêj Alîkarê Serokê Giştî yê Huda Parê bû û niha jî di nav berpirsyarên Hîzbûlkontra yên Tirkiyeyê de cih digire.

Ji bilî vê komeleyê, gelek komele û pêkhateyên biçûk ên dibe eleqeya wan bi hev re tunebe, lê ji aliyê kesên ji kevneşopiya Hîzbûllahê tên hatine damezrandin. Yanî kontra hewl dide di nava tora civaka sivîl de xwe ji nû ve ava bike. Şêweya bingehîn a van komeleyên hatine damezrandin ew e ku malbatên girêdayî Hîzbûlkontra bîne ba hev. Mizgeftan weke navendên rêxistinkirinê bi kar tînin. Armanca sereke ya van komeleyan di hin sazî û dezgehan de çalak bibin,komeleyên alternatîf ava bikin, di qada çapameniyê de çalak bibin û bi hin xebatên civakî re zarok û ciwanan beralî van saziyan bikin.

Dîsa komeleyên weke Hezkiriyên Pêxember, Komeleya Piştevaniya Bi Muhtacan re (Umut-Der), Komeleya Zanist û Pêşketinê (Bîlge-Der), Komeleya Piştevaniya Civakî û Şûra, Komeleya Zanistên Anadoluyê, Komeleya Şefkat Alî, Komeleya Pinara Rehmet a Sasonê, Komeleya Xizmeta Beşîrî, Komeleya Perwerdehiyê ya Îkra, Semere-Der, Sevgî-Der, Hur-Der, Îhya-Der, Dost-Der, Akîd-Der, Îlîm-Der, Sahabe-Der, Camî-Der, Koy-Der û Sag-Der. Komeleyên Yûsûfî-Der ​ bi nêzîkbûna xwe ya bi Huda Parê re tên naskirin.

Weke mînak bi rêya Komeleya Zeynebiye û komeleyên din ên bin wan bi organîzekirina bernameyên li ser rêxistina ciwanan û perwerdehiya olî hewl hat dayîn ku îdeolojiya Hîzbûlah belav bikin. Medrese û qursên Quranê jî ji bo Hîzbulah xwe ji nû ve birêxistin bike û çavkaniyên mirovî biafirîne weke amûrekê hatin bikaranîn. Zarokên malbatên nêzîkî Hîzbûlkontrayê ne bi perwerdehiya olî û bi qursên Quranê hatin mezinkirin.

Mizgeft, bi taybetî ji bo nimêja Înê û civînên olî kirin qadên kontra li hev kom bibin û propagandayê. Weazên ku ji cemaeta mizgeftê re hatin kirin bû amûrek ji bo gihandina peyamên bîrdozî yên rêxistinê. Bi taybetî li herêmên ku endamên rêxistinê lê amade bûn, bi rêya mizgeftan dayîna “alîkariya civakî” hewl dan têkiliyên bi gel re xurt bikin. Dîsa çalakiyên civakî yên wekî kampanyayên xêrxwaziyê, dawet û sinetê yên ku bi rêya komele û mizgeftan tên lidarxistin, xizmetî têkiliya rêxistinê ya bi gel re dikin. Di van şahiyan de, ji bo qezenckirina sempatîzanên rêxistinê xebat meşandin.

Hîzbûlah hîn malperên naskirî yên wek huseynisevda.biz, hurseda.biz, islam-tr.org, habernas.com propagandaya xwe dike, hin dezgehên ragihandinê yên ku bi nêzîkî Huda Parê tên naskirin ev in: Rehber TV, Çagri FM, rojnameya Dogruhaber, Ajansa Nûçeyan a Îlke, rojnameya Batman Rehber, Kovara Nîsa.

*Piştperdeya berdana Hîzbûlahiyan

Hîzbûlkontra ji aliyekî ve xwe li ser pêkhateyên “sivîl” bi rêxistin dike û di destpêka salên 2010’an de jî rêveber û tetîkkêşên Hîzbûlahê ku cezayên giran li wan hatibûn birîn, hatin berdan.

Li ser biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn ên bi hinceta ku di salên 90’î de ji hêla dadgerên leşkerî yên Dadgehên Ewlekariya Dewletê hatine darizandin, “mafê darizandina adil” hatiye binpêkirin, hatin berdan.

Lê helbet ev ne rastiya meselê bû. Em vê yekê di dozên PKK’ê de pêkneanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn dizanin. Di vê pêvajoyê de zêdetirî 400 kadroyên Hîzbûllahê gav bi gav hatin berdan.

Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe piştperdeya berdana Hîzbûllahiyan wiha nirxandibû: “Ne tesaduf e ku ev endamên Hîzbûlahê hatine berdan. Dibe ku amadekariya hin tiştan dikin. Demekê çepgir bi destê nîjadperestan qedandin, dixwazin tevgera kurd a demokratîk bi Îslama siyasî biqedînin. Polîtîkayeke bi zanebûn dimeşînn û bi hev ve girêdayî ne.”

*Hişyariya Rêberê Gean Abdullah Ocalan a ji bo Hamasa kurd

Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan jî der barê vê mijarê de ev hişyarî kiribû: “Berê weke Hîzbûllkontra bi ser me de şandin. Bi hezaran welatparêz qetil kirin. Dewletê çavê xwe ji wan re girt. Îro dadgeh jî dibêjin ku ev helwest şaş e. Dibêjin ku me di bikaranîna Hîzbullahê de xeletî kir. Ev tîma îro tu ferqa wan ji Hîzbûlkontra tune ye; armanc tasfiyekirin e. AKP hewl dide Hamasa kurd ava bike. Belasebeb bang Hamasê nekirin û pê re hevdîtin nekirin. Çawa ku Hamasê FKO (Rêxistina Rizgariya Filistînê) tasfiye kir, dixwaze aqûbeta FKO’yê bi serê PKK’ê de jî bînin. Beriya 10 salan, tu kesî texmîn nedikir ku FKO û Hamas dê perçe bibin û bi hev re şer bikin. Kesî texmîn nedikir ku di salên 1990’î de Hîzbulah ava bikin û bi hezaran kurdên herêmê qetil bike. Lê niha FKO û Hamas di nava nakokiyê de ne. Her wiha Hîzbulahê bi hezaran mirovên me qetil kirin, li nîvê kolanan bi satoreyan êrîşî welatparêzan kirin.”

Serokê fermî yê Hîzbûllkontra yê niha Edîp Gumuş di nava 11 endamên Hîzbûlkontra yên hatin berdan û di nava lêgerîna sor a Wezareta Karên Hundir de cih digire, ev mînak têkiliya Hîzbûllkontra ya bi dewletê re radixe berçavan. Gumuş yek ji kesên ku di vîlaya Huseyîn Velîoglû yê Beykozê de hat girtin e. Wezîfeya wî alîkarê Velîoglû bû û piştî kuştina Velîoglû weke emîrê Hîzbûlahê hat ragihandin. Di doza sereke ya Hîzbûlahê de li gel 16 kesên din cezayê muebetê lê birîn. Gumuş di 4’ê Çileya 2011’an de ji girtîgehê hate berdan. Gumuş jî weke endamên din ên Hîzbûlahê şert û mercên berdana kontrola edlî bih cîh neanîn û ji holê wenda bû.

Gumuş ji 28’ê Cotmeha 2015’an vir ve di lîsteya “terorîstên herî zêde lê digerin” ya Wezareta Karên Hundir de di kategoriya sor de ye. Lê belê Gumuş li ser navê serokê Hîzbulahê daxuyanî da û hemû daxuyaniyên wî di Ajansa Nûçeyan a ÎLKHA’yê ya Huda Par’ê, Rehber TV û rojnameya Dogru Haberê de hatin weşandin jî, di aliyê hiqûqî de tu tişt nehat kirin.

Midûrê Emniyetê yê berê Hanefî Avci der barê berdana Hîzbûlkontrayan de ev nirxandin kiribû: “Ji ber ku li Riha, Mêrdîn, Êlih û Diyarbekirê li dijî PKK’ê bûn, weke kesên bi hev re danûstandinê dikin, ne rêxistin bûn û dewlet bi erênî nêzî wan bû. Dev ji girtinê berdin wan sewqî dadgehê jî nekirin. Di 17’ê Çileya 2000’an de serokê rêxistinê Huseyîn Velîoglû hat kuştin. Hemû rapor hatine bidestxistin. 8 hezar kes çekdarên vê rêxistinê hene. Li 43 bajaran operasyon hatin kirin. Li Wanê 5, li Xarpûtê jî 2 polîs şehîd bûn. Gelek çekdar dîl hatin girtin, hinek jî reviyan derveyî welat. Piştre kesên ku hatin girtin 10 sal paşê hatin berdan.”

Îro, em pir baş dibînin ku mebesta berdana komî ya serok û tetîkkêşên Hîzbûllkontra çi bû. Ne veşartiye ku piraniya endamên Hîzbûlahê yên ku ji nû ve darizandina wan hatiye dayîn û di encama vê darizandinê de dibe ku ‘cezayê muebbet’ bidine wan, êdî ne li Tirkiyeyê ne.

*Ji tetîkkêşî û kadrotiya Hîzbûlahê ve ber bi rêveberiya Huda Parê ve

Hîzbûllkontraya ku meylên siyasîbûnê nîşan da, di Kanûna 2012’an de piştî girtina Mustazaf Derê bi navê Huda Parê veguherî partiyekê. Ne tesaduf e ku kurtenivîsa partiyê Huda Par e. Huda Par  hem di warê îdeolojîk de hem jî bi berdewamiya kadroyên xwe heta asteke mezin xwedî li mîrateya Hîzbûllahê derket û di warê hiqûqî de rûyê Hîzbûlahê ye. Dikarin têkiliyên di navbera wan de wiha rave bikin: “Hîzbûlah” û “Huda Par” tên heman wateyê. Hîzbûllah tê wateya “şopandina rêya Xwedê, leşkerê Xwedê”. Peyva “Hîzb” jî di nav kurdên Soran de ji bo “partî” tê bikaranîn. Di vê kurtenavê de jî têkilyan wan tê dîtin.

Huda Par her çi qasî hebûna xwe li ser bingeha civakî ya Hîzbûlahê ava kiribe jî kadroyên wê bi giranî ji kesên nêzî Hîzbûllah an jî kadroyên Hîzbûllahê pêk tên. Hin ji wan ji doza Hîzbûllahê hatine girtin û hatine berdan, hin ji wan parêzerên dozên Hîzbûllahê ne, xizmên endamên Hîzbûlahê yên hatine kuştin, mirin an jî reviyane pêk tê.

Mehmet Huseyîn Yilmaz, serokê berê yê Mustazaf-Derê  ku bi hinceta girêdayî rêxistina Hîzbûllahê ye hate girtin, ji bo avakirina Huda Par’ê daxwazname pêşkêş kir. Îshak Saglam ê ku demekê Serokê Giştî yê Huda Parê bû, di salên 2000’î de parêzerê dozên Hîzbûlahê bû û ji ber heman dozê hat girtin.

Her wiha Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû jî parêzerê dozên Hîzbûllahê bû. Yapicioglû parêzerê endamên Hîzbûlahê yên ku di doza kuştina Midûrê Emniyeta Diyarbekirê Gaffar Okkan de tên darizandin kir. Halîs Bayancuk, kurê rêveberê Hîzbûllahê Hacî Bayancuk ê ku Yapicioglû parêzerê wî ye jî bi hinceta ku rêveberê El Qaîde û DAIŞ’ê ye gelek caran hat binçavkirin û berdan.

Di serdegirtina mala damezrînerê Huda Parê Fadil Şanî de depoyeke cebilxaneyê ya Hîzbûllahê hat girtin. Li Nîgdeyê di serdegirtina maleke di nav rez de Fadil Şanî bi nasnameya sexte ya li ser navê Nacî Mungan hat girtin. Bi wî re Hacî Bayancuk ê ku yek ji rêveber û endamê Şûraya Hîzbûlkontra ye û bavê fermandarê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Halîs Bayancuk e, Mehmet Veysî Ozgel, Aydin Dagli û Remzî Kaçar ên ku Konca Kuriş revandin û qetil kirin hatin girtin.

Şehzade Demîr Sekreterê Giştî yê Huda Parê ye û ji rêza 4’emîn a Dîlokê ket Meclîsê. Îdîayên herî mezin ên derbarê wî de ew e ku nivîsên wî di kovara Înzar a organa medyayê ya Hîzbûlahê de hatin weşandin. Înzar a ku di sala 2004’an de hatibû avakirin, di kategoriya ‘Kovara mehane ya Zanist û Çandê’ de dihat nîşandan, di sala 2016’an de hate girtin. Lê dîsa jî li ser malpera bi navê ‘inzardergisi.com’ weşanên xwe didomîne. Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, belavkirina kovara Înzar a ku tê diyarkirin organa medyayê ya Hîzbûlahê ye ji aliyê Komeleya Mustezaf a ku ev jî girêdayî Hîzbûllahê ye tê belavkirin û organîzekirin.

Ahmet Seyîtoglû yê Kercewsî ku di nav girtiyên doza sereke ya Hîzbûllaha Êlihê de cih girt, niha li Êlihê jiyana xwe didomîne û di asta yekemîn a rêveberiya Hîzbûllahê de cih digire. Seyîtoglû yê ku kongreyên giştî yên Huda Parê jî di nav de di GÎK’ê ya Huda Parê de ye jî bi rêya birayên xwe û zarokên xwe xebatên aborî yên Hîzbûllahê didomîne. Malbata Seyîtoglû ku xwediyê Nexweşxaneya Sultan a Amedê ye jî li Êlihê gelek xebatên aborî organîze dike.

Nîşaneya herî girîng a ku Huda Par xebatên xwe yên kontra didomîne, avabûna bi navê “Seriyyeyên Şêx Seîd” ye ku di sala 2014’an de derketiye holê. Wêneyên vê avahiya derqanûnî ya ku xuyaye alîgirê Huda Parê ye, bi çekên lûle dirêj di medyaya dîjîtal û organên çapemenîyê yên cuda de cih girt. Aşkere ye ku têkiliya Hîzbûlkontra bi Huda Parê re heye ku bi awayekî qanûnî pêkhateyeke siyasî ya çalak e.

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû ku di heman demê de parêzerê gelek rêveber û tetîkkêşên Hîzbûlkontrayê ye jî di sala 2014’an de di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevanekê re îdia kiribû ku tu têkiliya wî bi Hîzbûllahê re tune ye. Yapicioglû wiha gotibû. “Têkiliyeke me ya organîk nîne. Girseya me di navbera hev de ne. Ji ber ku em ji heman kevneşopiyan tên, dibe ku nêrînên me yên li ser hin bûyeran dişibin hev,  girseya me li hev bikin, lê em ne baskê siyasî yê Hîzbûllahê ne.” Lê Yapicioglû di daxuyaniyeke din de îdia kir ku Hîzbûllah ne rêxistineke terorê ye. Her çiqas Huda Par dibêje ku tu pêwendiya wê bi rêxistina Hîzbûllahê re tune ye jî, aşkere ye ku ew bi tevahî li ser îdeolojiya Hîzbûllahê hatiye avakirin û ji aliyê Hîzbûlahê ve tê birêvebirin.

*Zavayê Serokê Hîzbûlkontra Edîp Gumuş, Alîkarê Serokê Huda Parê ye

Yek ji navên herî balkêş ên Huda Parê ku projeya legalîzekirina rêveber û tetîkkêşên Hîzbûlkontrayê ye, Halef Yilmaz ê ku zavayê serokê Hîzbûlkontra Edîp Gumuş e.Zavayê Edîp Gumuş Halef Yilmaz piştî ku bi salan wek tetîkkêşê Hîzbûlkontrayê xebitî, wek berpirsyarê Hîzbûlahê yê Amedê peywirên girîng girt ser xwe. Yilmaz di 3 dosyayên cuda de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê û Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat darizandin, piştî ku 5 sal di girtîgehê de ma, di berdêla 9 sal cezayê ku ji ber endamtiya Hîzbûlkontrayê xwaribû, ji nû ve hat wezîfedarkirin û ji bo xebatên xwe yên kontrayî bidomîne hat berdan.

Tê zanîn ku Alîkarê Serokê Giştî yê Huda Parê Halef Yilmaz ji ber doza qetilkirina 25 welatparêzên kurd û 23 kes jî di êrîşa çekdarî û satoran de birîndar bûn a dosyaya baskê leşkerî yê Hîzbûllahê ku 65 sûcdar jê dihatin darizandin de 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Halef Yilmaz di îfadeyên lixwemikurhatina Hîzbûllkontra de navê kod Ahmet Hoca bi kar aniye, berpirsyarê Sûr, Rezan û piştre jî yê Amedê ye. Di gelek raporên li vîlaya Beykozê ya ku Velîoglû lê hat kuştin de agahiyên kurtejiyana bi destan hatine nivîsandin ên Halef Yilmaz hebûn. Her wiha di heman vîlaya Hîzbûllahê de raporek kurtejiyana bi wêne ya bi destan hatiye nivîsandin derket holê. Her wiha hat zanîn ku gelek tetîkkêşên Hîzbûllkontra yên hatine girtin Halef Yilmaz nas kirine û der barê wî de agahiyên girîng dane.

Tevî 6 endamên Hîzbûlkontrayê bi hinceta alîkariya xwezûrê xwe Edîp Gumuş ê ku pişt re ji aliyê AKP’ê ve hat berdan, kiriye û bi qaçaxî derbasî derveyî welat bûye, hat darizandin. Lê tevî qeydên HTS’ê jî beraet kirin.

Her wiha di sala 1994’an de li Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Hejmar 4’an a Amedê tevî 6 bersûcên der barê êrîşa bombeyî ya li dijî SHP’ê ya Amedê de hat darizandin û ji ber destwerdana destên qirêj û tarî ji dadgehê beraet kir.

*Berdevkê Huda Parê, Serokê Hîzbûlkontra Edîp Gumuş revand derveyî welat

Ji damezrîner û rêveberên Huda Parê Bahattîn Temel, Saît Şahîn û Fîkret Gultekîn ên ku bi îdiaya ku Edîp Gumuş û derdora wî revandine derveyî welat tên darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û ev ceza di sala 2021’an de hat erêkirin. Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji bo van navan ji rêveberiya partiyê derxîne nameyek ji Huda Par’ê re şand. Bahattîn Temel ê ku di sala 1995’an de hat girtin û di 2004’an de hat berdan, piştî çend salan bi hinceta ku berpirsyarê rêxistinê ye li Tirkiyeyê careke din hat girtin. Bahattîn Temel di heman demê de Alîkarê Serokê Giştî yê Huda Parê ye, niha jî wekî şêwirmendê serok, xebatên xwe yên kontrayî didomîne. Fîkret Gultekin ji aliyê Huda Par’ê ve wek namzetê parlementeriya Herêma 26’emîn a Stenbolê hat destnîşankirin.

Saît Şahîn demeke dirêj Alîkarê Serokê Huda Parê û berdevkiya partiyê kir. Her wiha gelek caran ji saziyên çapemeniyê yên MÎT’ê wan bi rê ve dibe axivî.

*Alîkarê Serokê Giştî yê Huda Parê Vedat Turgut ê ku di qetilkirina Narînê de derket pêş kî ye?

Di operasyonên 2002’yan yên li dijî kadroyên rêveberiya Hîzbûlkontra Edîp Gumuş, Mehmet Sûdan, Enver Kiliçarslan, Ahmet Seyîtoglû, Eyûb Kişî, birayên hev Mehmet Beşîr û Mehmet Saîd Varol, Cemal Tutar û hwd. bi dehan kesên derketin pêş hatin girtin. Yek ji wan ê balkêş Vedat Turgut e. Vedat Turgut piştî bi salan di girtîgehê de ma û hat berdan, ewil bû Serokê Huda Parê yê Amedê. Paşê jî weke endamê GÎK’ê û Alîkarê Serokê Giştî hat tayînkirin. Turgut di dema qetilkirina Narîn a li gundê Çulî yê Amedê bi awayekî rêxistinî hat qetilkirin, bi helwesta xwe ya li kêleka malbatê derket pêş, bi gotinên ku li ber Saziya Tiba Edlî kete rojevê. Vedat Turgut bi salan li girtîgehên Çewlik û Amedê ma, di girtîgehê de jî bi heman awayî çalakiya xwe domand.

*Serokê Huda Parê yê Êlihê tetîkkêşê Hîzbûlkontra ye

Di operasyona ku di Tebaxa 2001’an de ji aliyê polîsên Stenbolê ve li dijî Hîzbûlkontra hat lidarxistin de 6 tetîkkêşên Hîzbûllkontrayê hatin girtin. Derket holê ku kontrayên hatine girtin ji qetilkirina 26 kesan û birîndarkirina gelek kesan berpirsyar bûn. Yên hatin girtin, îtîrafkarê Esenlerê û rêveberê Hîzbûlkontra Şaban Elaltuner ê ji Çewlîkê ye û kurê wî Mehmet Elaltuner kuştin û her wiha li Kuçukçekmeceyê 3 polîs kuştin. Kesên hatin girtin ev in: Tetîkkêş Rifat Demîr, berpirsyarê leşkerî Ahmet Dûrmaz, Ahmet Şahîn, Tahir Ak, Garîp Ozer û Davût Şahîn. Kontra Davut Şahîn ê ku bi salan di girtîgehê de ma, hat berdan û niha weke Serokê Huda Parê yê Êlihê xebatên xwe didomîne.

Gelek kesên di rêveberiya Huda Parê de ne berê yan ji ber beşdarî çalakiyên Hîzbûlahê bûne yan jî ji ber organîzekirin û piştgirî dane van çalakiyan hatin darizandin û di çarçoveya îtîraf û belgeyên şênber de hatin cezakirin.

*Serokê Hîzbûlkontra, endamê Lîjneya Şêwirmendiya Giştî ya Huda Parê ye

Di dema nîqaşkirina qetilkirina Gaffar Okkan de me bal kişand ser Mehmet Beşîr Varol ê bi navê kod Mele Mizgîn ê ku ji ber ferman û organîzekirina qetilkirinê hatibû girtin.Di biryara bi hincet a ku dadgehê di sala 2007’an de der barê endamên Hîzbûlkontra de amade kir de, hat destnîşankirin ku Mehmet Beşîr Varol ê ku di operasyona li Konyayê de dema ji aliyê Înterpolê ve bi lêgerîna sor dihat lêgerîn hat girtin, biryara qetilkirina Gaffar Okkan daye.

Di heman biryarê de hat ragihandin ku piştî Velîoglû yê ku di sala 2000’î de li Beykoza Stenbolê di operasyonê hat kuştin, di nav kesên ku endamên bingehîn ên Hîzbûllahê ava kirin de Mehmet Beşîr Varol jî hebû.

Tetîkkêşê Hîzbûlkontrayê Abdulkuddus Yalçin ê ku di kuştina Gaffar Okkan de cih girtibû, di îtîrafên xwe de diyar kir ku kontrayên bi navê Recep Dunuk û Şener Dunuk ên beşdarî êrîşê bûne wî perwerde kirine û her tim bi rêkûpêk rapor daye rêveberê payebilind ê Hîzbûllahê Mehmet Beşîr Varol.

Varol ji ber 188 cînayet û birîndarkirina 84 kesan hatibû mehkûmkirin ji aliyê desthilata AKP’ê ve bi sererastkirina qanûnê ya 2011’an ji xala 102’an a CMK’ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi kontrayên din re hat berdan. Dosyayên Hîzbûlkontra yên ku ji 9’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Cezayê Giran re hatin şandin bi zanebûn hatin sekinandin û bi vî awayî bingeha berdana kontrayan hat amadekirin.

Varol ê ku di temenê xwe yê biçûk de tevî birayên xwe tevlî Hîzbûllahê bû, li gundikê Cimsarê yê gundê Bênarîn a navçeya Bişêrî ya Êlihê ji dayik bû. Li Farqînê yekemîn pirtûkfiroşiya Hîzbûllahê vekir û berpirsiyariya birêvebirina çalakiyên li Farqînê girt ser xwe û piştre bû endamê Şûraya Hîzbûllahê. Dema ku ew di girtîgehê de bû Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû parêzerê wî bû. Piştî ku hat berdan jî bi heman awayî xebatên xwe didomîne. Kujerê bi sedan welatparêzên kurd Mehmet Beşîr Varol, niha wekî endamê Lijneya Şêwirmendiya Giştî ya Huda Parê û Îttihadul Ulema xebatên xwe didomîne û li taxa Kulturê ya Êlihê rûdinê. Varol hê jî endamê Şûraya Hîzbûlkonta ye, Platforma Nifşê Quranê bi rê ve dibe û bi Enver Kiliçarslan re li Îttîhadul Ulemayê dinêrin. Herî dawî jî di bin navê nimêjê li mizgefta Êlihê ji zarokan re axivî bû derket pêş.

*Tetîkkêşên Hîzbûlkontra, rêveberê Huda Parê û bernameçêkerê TRT’ê ye

Abdulsamet Yalçin weke kekê xwe yê kontra Abdulkuddus Yalçin ê ku dema li Bismil a Amedê meletî dikir beşdarî Hîzbûllahê bû, di cînayeta Gaffar Okkan de cih girt û gelek tetîkkêşan perwerde kir, di TRT 6 de bernameyek bi navê Îlmihala Şafî çêkir û pêşkêş kir. Yalçin ku demeke dirêj di TRT’ê de bername çêkir, di heman demê de wekî endamê Lijneya Rêvebiriya Fenel a Huda Par’ê û nûnerê Hewlêrê yê Huda Parê jî xebatên xwe didomîne. Hat diyarkirin Abdulsamet Yalçin di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de ji Herêma 1’emîn a Enqereyê bû parlementer. Derket holê ku ew bi Serokê Hîzbûlkontrayê Huseyîn Velîoglû re beşdarî perwerdeyê bûye. Bi kekê Abdulsamet Yalçin, Abdulkuddus Yalçin re li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dihat darizandin û ji ber gelek cînayetan ceza lê hat birîn. Piştî 9 salan di girtîgehê de ji bo careke din were bikaranîn hat berdan.

*Zilamê herî nêzî Velioglû, niha rûyê herî bi bandor ê Huda Parê ye

Yek ji navên herî bibandor di nava Hîzbûlahê de Molla Enver Kiliçarslan ê ji Farqînê ye. Kiliçarslan ku endamê Şûraya Hîzbûlahê ye, beriya sala 2000’î jî weke berpirsyarê Îranê yê Hîzbûlahê xebat dimeşand. Kiliçarslan ê ku bi hevjîna xwe Cahîde Kiliçarslan re 4 salan li bajarê Qum a Îranê ma, ji çûn û hatina hemû endamên Hîzbûlkontrayê berpirsyar bû. Hevjîna wî Cahîde Kiliçarslan jî ji berpirsa jin ên Hîzbûlkontra ye. Bi pasaportên fermî timî diçûn û dihatin Amedê. Cahîde Kiliçarslan di îtîrafên xwe yên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de destnîşan kir ku Velîoglû bi rêkûpêk dihat Îranê û ji Velîoglû talîmatên pêwîst werdigirtin.

Molla Enver Kiliçarslan niha serokê giştî yê rêxistina bi navê ÎTTÎHADUL ULEMA ya ku rêxistina herî girîng a Hîzbûlahê ye, xebatên îdeolojîk, perwerdehiya kadroyan, xebatan koordîne dike û yek ji navên herî bibandor ê Huda Parê ye. Di hemû çalakiyên ku ji aliyê Huda Parê ve tên lidarxistin de di rêza pêşiyê de li kêleka serok giştî Zekeriya Yapicioglû rûdinê, di hilbijartina dawî de jî qurdeleya navenda hilbijartinê ya Huda Parê ya Êlihê birî. Kiliçarslan li Êlih û Amedê dijî, niha di nava rêveberiya Tirkiyeyê ya Hîzbûlahê de cih digire. Enver Kiliçarslan di doza Hîzbûlahê ya Stenbolê bi 11 bersûcên ku ji ber qetilkirina 42 kesên ku Serokê Weqfa Zehrayê Îzzettîn Yildirim û femînîsta Îslamî Konca Kuriş jî di nav de bûn hatin darizandin. Enver Kiliçarslan ê ku fermana qetilkirina bi dehan welatparêzan da hîn jî li kolanên Farqîn û Êlihê qala hovîtiya ku wî kiriye tê kirin.

*Rûyê nû yê Hîzbûlkontra: Huda Par

Alîkarê serokê giştî yê berê Bahattîn Temel, Saît Şahîn, Abdussamet Yalçin, namzetê serdema 26’an a parlamenteriyê yê Stenbolê Fîkret Gultekîn, Serokê berê yê Amedê û endamê lîjneya îdareya giştî Şeyhmus Tanrikûlû, Serokê bajarê Êlihê Davut Şahîn, endamê GÎK’ê Mahmut Îrtem, Abdulkuddus Yalçin, Mustafa Dûrgûn, Serokê Meclîsa Şûraya Huda Parê û endamê lîjneya şêwirmendiyê Ahmet Seyyîtoglû, Veysî Gultekîn, Mehmet Fatîh Anal, endamê lijneya dîsîplînê ya navendî Fadil Şanî, Nazim Eprem, Abdurrahman Ekîncî, Enver Kiliçarslan, Mustafa Dûrgûn û gelek navên din bi hinceta ku rêveber û tetîkkêşên Hîzbûlkontrayê ne hatin darizandin û cezakirin.

Di vê lîsteyê de Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Alî Doyar, Mehmet Saît Ruzgar, Salih Barlar di heyama par de bûn namzetên parlamenteriyê.

Derket holê ku endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya Huda Parê û namzetê parlamenteriyê yê Şirnexê yê hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an Nasuh Sevînîk di 2 dosyayên cuda yên Hîzbûlaha Şirnexê de di şemaya rêveberiyê de cih girtiye.

Çavkanî: Cengîz Altûn/Çetîn Ababay – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar