Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

MKG deng, reng û hêza hemû jinan e

Rojnameger Roza Metîna der barê yekemîn salvegera MKG’ê de diyar kir ku MKG li ser esasa xwedîderketina li keda jinê hatiye vekirin û wiha got: “Divê rojnamegerên li dijî zilmê serî hildidin bên tevli xebat û atolyeyên me bibin û bibin endamên MKG’ê. MKG dengê hemû jinên cîhanê û jinên kurd e. Ji ber vê xwedî derketina li MKG’ê girîng e.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di salvegera şehadeta rojnameger Gurbetellî Ersoz de di 7’ê cotmeha 2023’yan de hat avakirin. Ev roj ji bo rojnamegerên jin wateyek mezin îfade dike. Rêveberiya komeleyê jî ji aliyê jinan ve tê kirin û di heman demê de gelek endamên rojnameger yên komeleyê hene. Ligel atolyeyên cuda ku rojnamaegerên jin bi wan tên pêşxistin, her meh bi rêk û pêk binpêkirinên mafan yên bi raporê jî tên amadekirin û parvekirin. Komele di heman demê de bi sazî û dezeyan re serdanan pêk tîne û pirsgirêkên civakî bi çavê çapemeniyê nîqaş dikin.

Seroka MKG’ê Roza Metîna der barê yekemîn salvgera damezarndina MKG’ê de nirxandin kir.

Rozayê pêvajoya vekirina komeleyê û li ser kîjan esasan hatiye vekirin vegot û yek ji sedemên esas ên avakirina komeleyê wek ‘mîrateya rojnamegerên berxwedêr esas girtine û vekirine’ ragîhand. Rozayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Me xwest em xwedî li mîrateya rojnamegerên wek Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nujiyan Erhan, Şîlan Aras derkevin û mîrateya wan ragihînin nifşê pêş me. Beriya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bê vekirin, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hebû. Wê demê jinan di bin banê vê platformê de xebatên xwe dimeşnadin. Platform di deme ku sazî û dezge hatin girtin de hat avakirin. Platformê demek dirêj bû xizmet dida. Ev platform nehat girtin lê me biryara komelebûnê girt. Me serlêdan kir û komele vekir. Di 7’ê cotmehê de di roja şehadesta rojnameger Gurbetellî Ersoz de me avakirina komeleya xwe îlan kir. Niha gelek endamên me yên rojnamegerên jin hene û hemû xebatên me jî di bin vê sîwaneyê de tên meşandin.”

Rozayê her wiha destnîşan kir ku komele wek bersiveke li dijî hemû êrîşane û balkişadn ser êrîşên sîstematîk yên li hember rojnamegrên jin. Rozayê wiha dirêjî dayê: “Herî dawî li Silêmaniyê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Li her çar alî Kurdistanê li dijî rojnamegerên jin êrîşek mijara agotinê ye. Li aliyê din jî me xwest em li dijî zimanê zayendperest bi alternatîfekê bersivê bidin. Zimanê zayendperest yên AKP-MHP’ê jinan raste rast hedef digire. Em wek komele bi tevlibûna rojnamegerên saziyên din re der barê rojnamegeriya jinê de atolyeyan pêk tînin. Em zor û zehmetiyan û zilma çapemeniya dîjîtal digirin dest. Her meh em raporên der barê binpêkirina maf de diweşînin. Em di rojên taybet de ji rojnamegerên jin yên girtî re pirtûk û nameyan dişînin. Em li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bilind dikin.”

Rozayê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû rojnamegerên jin di bin banê MKG’ê de bên gel hev û wiha dawî lê anî: “MKG li ser esasa xwedîderketina li keda jinê hatiye vekirin. Ji ber vê hatina jinan gel hev a di bin sîwaneya MKG’ê de girîng e. Jin çiqas bên vir û li dijî pergala yekparêz xwe pêş bixînin ji bo me evqas başe. Ji ber vê banga me ev e, divê rojnamegerên li dijî zilmê serî hildidin bên tevli xebat û atolyeyên me bibin û bibin endamên MKG’ê. MKG dengê hemû jinên cîhanê û jinên kurd e. Ji ber vê xwedî derketina li MKG’ê girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar