Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

YRJ: Li ser şopa Gurbetelliyan em ê bibin pênûsa jinên têkoşer

YRJ’ê Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd pîroz kir û got “Wê şopînerên Gurbetelliyan bi zanabûn, vînek xurt di ragihandina rastiya şoreşa jinê de bi biryar bin. Di her şert û mercan de bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr û dildarên azadiyê."

Yekitiya Ragihandinê Jin (YRJ) bi boneya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd daxuyaniyek weşand. YRJ’ê daxuyand ku di şoreşa Kurdistanê de qada ragihandinê bi pêşengiya Gurbetellî Ersoz û bi dehan rojnamevanên li ser şopa heqîqetê têkoşiyan, bû qada hesabpirsîna ji desthilatdariya mêr-dewletê.

Daxuyaniya YRJ’ê wiha ye:

“Berî her tiştî em di şexsê rojnamevan û pêşenga xeta azadiya jinê Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Şaristan Asmîn, Sarya Onur, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn, Nûjiyan Erhan û Denîz Firat de hemû şehîdên çapemeniya azad bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd a bi têkoşîna Gurbetellî û Şîlan Arasan dest pê kir û îro li tevahî Kurdistanê belav bûye û jinên li ser vê rêya heqîqetê têkoşîna azadî û rastiyê didin pîroz dikin.

Rojnamevaniya Jinên Kurd di encama berxwedan, berdêla rastiya jiyana tevahî jin û gelê kurd de ava bû. Avakirin, li pey rastiyê çûyîn û rastî derxistina holê bûye jênevegera jiyana rojnamegerên jin. Di rastiya Kurdistanê de rojnamegeriya jin kirin şerek bê eman dixwest. Vê rastiyê pêwistiya xwe bi fikir û zikirekî bi hêz hebû. Ew jî di xeta ragihandina jina kurd de xwerêxistin bû. Jinên Kurd ên rojnameger îro mîrasê tevgera azadiya jin û jinên dîroka jinê heta roja îro ronî kirine, girtin ser milê xwe. Jinên rojnameger ên di demên herî zor û zehmet de, li dijî êrişên faşîzan rastî ji civakê re ragihandî îro mînaka wê têkoşînê ye.

Li hemberî hişmendiya ragihandina mêr-dewletê, li hemberî berovajîkirina rastiya jin-civakê, li hemberî dagirkerî û qirkirinê, ragihandina azad a jinan bû dengê têkoşîna jinên şoreşger û berxwedêr. Ragihandina jina Kurd li ser xeta azadiya jin xwe bi rêxistin kir û pêşxist. Xeta ragihandina azad ji Gurbetellî heta Nagîhan û Gulistanan bi têkoşînekî bênavber, bi nirxên mezin û bi berdêlên giran hat afirandin.

Ev xeta heqîqetê bûye îlham û çavkanî ji rojnamegeriya kurdî re. Ji ber rojnamevana şoreşger Gurbetellî Ersoz bi zanîst, têkoşîna xwe ji tevahî jinan re bû rênas û navnîşana rêya heqîqetê. Ev yek jî bû sedem ku xebatên me li ser hîmên saxlem bi pêş bikeve.

Têkoşîna Gurbetelli Ersoz

Rojnamevana şoreşger û dilsoza jiyana azad, Gurbetellî Ersoz, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medyaya mêran û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan. Di şoreşa Kurdistanê de qada ragihandinê bi pêşengiya Gurbetellî Ersoz û bi dehan rojnamevanên li ser şopa heqîqetê têkoşiyan, bû qada hesabpirsîna ji desthilatdariya mêr-dewletê. Di destpêka salên 1990’î de, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li hemberî siyaseta tinekirin, qirkirin û zîhniyeta dagirkeriyê ya dewleta Tirk, rastiya ruhê berxwedêr ê jina Kurd û gelê Kurdistanê yê têkoşîner derkete holê.

Ji roja tevgera azadiyê û tevgera azadiya jinê dest pê kir û heta niha êrişên qirkirinê yên dagirkeriyê û mêr-dewletê li dijî jin û gelê Kurd tên meşandin. Rojnamevanên jin eşkerekirin û ragihandina rastiya hovîtiya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê wekî erkeke dîrokî dîtin. Di pêşxistina wê de rolekî pêşeng leyîstin. Bi heskirina jinê, bi bawerî û hêviya jinê ber bi heqîqet û zanista jinê ve meşiyan. Ji bo şoreş û zanîsta jinê li cihanê belav bibe, bi dîmen, lêkolîn û danahevên girîng pêşxistin.

Hêzên qirkerên jinê di serî de dewleta tirk a dagirker çawa ku rojnamevan, şoreşger Gurbetellî Ersoz û 27 hevrêyên wê yên jin di 7’ê Cotmeha sala 1997’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li çiyayê Garê şehîd kir, îro jî bi heman hovîtiyê êrişî tevgera azadiya jinê, bi taybetî jinên pêşeng ên şoreşa azadiya jinê dikin. Dewleta Tirk a dagiker li hemberî ragihandina azad êrişên topyekûn daye dest pêkirin. Di serî de qada ragihandinê, bi her awayî dijminatiya xwe li dijî jinan radigînin. Jinên bûne dengê heqîqetê û rastiyê radigînin dibin hedefa hêzên desthilatdar a kujer. Bi palpiştiya hêzên hegemonîk û hevkariya Kurdên xiyanetkar rêbazên herî hovane êrişên li dijî şoreşger, pêşeng û têkoşerên jinê didomîne. Mînaka wê ya herî dawî jî şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bû. Li tevahiya Kurdistanê hêzên desthilatdar û hevkarên wan bi girtin, cezadayîn û astengkirina şopandina rastiyan dixwaze ragihandina azad bê deng bike. Bi aşkerakirina rastiyê re, em ê hişmendiya zilaman a zayendperest, olperest, zanistperest û mêtinger hilweşînin.

Ji salên 1990’î ve ev êriş hene. Ragihandina azad bêdeng nebûye û wê bêdeng nebe. Çawa ku di berdêla rastî û heqîqetê de rojnamegerên jin canê xwe feda kirin, wê ji niha bû pêde jî bi wê vîn û biryardariyê xebatên xwe bide meşandin. Pîvan û soza bê dayîn tolhildana şehîd Gurbetellî, Gulistan, Nagîhan, Hêro Bahadîn û tevahî şehîdan be.Li hemberî van êrişên qirker û hovane zanekirina her jinekê ronîkirina her civakek birçiyê azadiyê ji bo me erkekî dîrokî ye. Em ê bi kûrbûn, zanîn, zanîst û nêrîna pêşenga ragihandina jina Azad Gurbetellî Ersoz rêxistinbûna xwe pêşbixin, êrişan têk bibin. Bê rawestan Paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk û azadîxwaziya jinê li tevahî cîhanê belav bikin. Bi felsefeya “ jin jiyan azadî” bi zanakirin û ronîkirina civakê sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinan.

Li ser vê bingehî em carekî din pêşenga xeta ragihandina azad û şoreşgera tevgera azadiya jinê Gurbetellî, heqîqetvana zanista Jineolojî Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û hemû şehîdên Cotmehê û şehîdên ragihandina azad bi heskirin, bêrîkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Carek din dibêjin, wê rêya wan rêya me be, têkoşîn û pêkanîna xeyalên wan erka me be. Bi biryardarî dibêjin ku tevî hemû êrîş û zextên hêzên desthilatdar û mêr-dewletê wê ev rê bi serkeftinê tacîdar bibe. Wê şopînerên Gurbetelliyan bi zanabûn, vînek xurt di ragihandina rastiya şoreşa jinê de bi biryar bin. Di her şert û mercan de bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr û dildarên azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar