Massimo D’Alema yê ku sala 1999’an di pêvajoya komploya navneteweyî de Serokwezîrê Îtalyayê bû, ji Medya Haber TV re axivî.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê D’Alema li ser rola DYA’yê ya di komployê de agahiyên nû da û diyar kir ku Serokdewletê wê demê yê DYA’yê Bill Clinton lê geriya û jê re got, “Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin.”
Massimo D’Alema anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan ê 26 sal in tê tecrîdkirin, azad bibe.